Jîngehparêzan bi ser ketin: Projeya kana keviran hat betalkirin

Li gundê Kocamehmetler ê navçeya Foçaya Îzmîrê projeya kana kevirên xwezayî ya ku bi erêkirina wezaretê pêvajoya ÇED'ê hatibû destpêkirin, di encama têkoşîna parêzvanên jiyanê de hat betalkirin.

Îzmîr – Projeya kana kevirên xwezayî (tuf) a ku dihat plankirin li gundê Kocamehmetlerê yê navçeya Foçaya Îzmîrê bê avakirin, hat betalkirin. Projeya ku Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di Tîrmeha 2022’an de pêvajoya Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) dabû destpêkirin, li ser îtîraza Platforma Foça Ji Talankirina Dîrok û Xwezayê Re Na hat betalkirin.

Hatibû xwestin li nêzî abîdeya Pers û qada zeytûnan bê vekirin

Projeya kana kevir a ku dihat xwestin li nêzî Abîdeya Gora Pers a 2 hezar û 500 salî û qada zeytûnan bê vekirin, dihat plankirin ku li Işiklara 850 metre dûrî gundê Kocamehmetlerê bê çêkirin. Li gorî agahiyên di dosyaya danasîna projeyê ku ji aliyê Refîk Akgul ve ji Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê ya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî re hatiye dayîn; di hat armanckirin ku salane herêmê 502 hezar ton kevirên dekoratîf bên hilberandin, hat pêşbînîkirin ku ji sedî 40’ê bermahiyên ku ji hilberandinê mane dê li herêmê bên depokirin. Dihat armanckirin ku li kana keviran 24,71 hektar û li qada ÇED'ê salane 186 hezar metrekup kevirên xwezayî bên derxistin.

Ji pêvajoya projêya ÇED’ê re, Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanan, Şaredariya Foça û Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) nêrînên neyînî nîşan didan. Serokatiya Lijneya Parastinê ya Hêjmar 2 nêrîna erênî dabû.

Li dijî du kanên keviran ên li herêmê têkoşîn didome

Li herêma ku darên zeytûnan hene daristanên çama sor, rûberka riwekî ya endemîk û çavkaniyên ava paqij hene. Her wiha xebata di nava qada projeyê tê kirin de piştî ku bermahiyên dîrokî hatin tesbîtkirin, bi daxwaznameyekê ji Lijneya Parastinê ya Platforma Foça Ji Talankirina Dîrok û Xwezayê Re Na ya Hejmara 2’an re hat dayîn, hatibû xwestin ku bermahiyên dîrokî yên li herêmê bên tescîlkirin û parastin. Bi vî yekê re têkoşîna endamên platformê ya li dijî talankirina 2 kanên kevirê ya li gundê Kocamehmetlerê berdewam dike jî didome.