Jinên Til Temirê ji bo Abdullah Ocalan name nivîsandin

Însiyatîfa gel a navçeya Til Temirê ya Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi komkirina îmzeyan kir her wiha jin û zarok ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan name nivîsandin

Hesekê- Li Kurdistan û cîhanê hemleya komkirina îmzeyan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nivîsandina nameyan hatiye destpêkirin. Duh Însiyatîfa gel a navçeya Til Temira Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dest bi komkirina îmzeyan kir, li aliyekî din jî bi pêşengiya dayik, jin û zarokan ji bo Abdulah Ocalan name hatin nivîsandin.

Gelek jinên temenê wan mezin û zarokan di bin wêneyên Abdulah Ocalan de civatek gerandan, ji bo nivîsandina nameyan kaxiz û pênûsên wan di destên wan de bûn lê ji ber ku hinek jin nikaribûn mafê xwendinê di zarokatiyê de bi dest bixin, zarokeke 10 salî bi wan re bû alîkar û bi destên wê nameyên gelek jinan hatin nivisîn.

'CPT bi bêdengiya xwe li hemberî rewşa Ocalan sloganîk dimîne'

Li ser armanca vê xebatê Mîdiya Mio ya ji Til temirê got ku azadiya jinan bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve girêdayîye û wiha domand: "Rêberê ku fikra neteweya demokratîk  bi pêş xist û xwest li Rojhilata Navîn belav bibe û were rûniştandin, îro di girtîgehê de ye. Giştî welatên Ewropayê û cîhanê îro ji ramanên Rêber Ocalan haydar in, felsefeyeke ku kes jê agahdar nebûye tune ye. Armanca me bi nivîsandin û komkirina nameyan ew e ku em bixin pirtûk. Bêdengiya CPT’yê nayê qebûlkirin, êdî wate û rastiya dirûşma wan a ku qaşo mafên mirovan diparêzin jî nemaye."

'Ger ew nekin em ê bikin'

Hemdiya Kûtê yek ji wan jinane ku ji bo Ocalan name nivîsandiye, der barê vê mijarê de ev tişt anî ziman: "Hêzên komploger gotin qey ger Rêber Apo were girtin wê doz û şoreşa me vala derkeve lê tişta ku wan xeyal dikir û rastiya ku çêbû wan matmayî hişt. Em emrê xwe fedayî Rêberê xwe dikin. Dewletên navneteweyî xwe ker û lal dikin lê em ne ker û lal in ew tiştekî nekin em ê bikin û Rêberê xwe azad bikin. Azadiya fizîkî ya Ocalan wê bibe misogeriya aştî û wekheviya Rojhilata Navîn. Azadiya jinan di azadiya Rêber Ocalan re derbas dibe, ji lewre pêwîst e jin bibin xelekek ji agir û li dora Rêber û şehîdên xwe bigerin."

'Şagirta Rêberê xwe me'

Roperîn Şêxmûs zaroka 10 salî ye, nameyên gelek jinan nivîsand. Roperîn ji bo nameya ku nivisîye wiha dibêje: "Ez şagirta Rêber Apo me, îro me alîkarî da gelek dayikan û nameyên wan nivîsandin, ji bo Rêberê me yê ku 25 sal in di zindanê de ye. Ocalan ji bo gelê Kurd gelek tişt kir, temenê me bibe sed sal jî ji bo azadiya wî em ê bixebitin."

Koma jinan bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" nivîsandina nameyên xwe bi dawî kirin.