Jinên Til Temirê banga darizandina dewleta Tirk kirin

Jinên bajarê Til Temirê bertek nîşanî komkujiya ku li Eyn Îsa yê ku di encama wê de 12 jin û zarok jiyana xwe ji dest dane da û banga li hêzên navneteweyî kir ku êriş û komkujiyan rawestînin dewleta Tirk jî bidarizînin.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser berfirehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Şeva 8’ê mehê balafirên bêmirov yên dagirkeriya Tirk li Eyn Îsa yê komkujiyek pêk anî, 12 kes piraniya wan jin û zarok in ji malbatekê hedefgirtin û di encamê de hemû jiyana xwe ji dest dan. Herwiha îro jî bi heman rêbazî bi balafirên bêmirov (SIHA) gundê Til Hermel û Um Hermela yê bajarê Zirganê jî bombebaran kir, di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û du sivîl birîndar bûn.

Li ser êrişên ku bi awayekî berfireh li ser erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibe û komkujiyên li dijî jin û zarokan pêk tên, jinên bajarê Til Temir yê Kantona Cizîrê bertek nîşan dan.

Banga rawestandina komkujiyan û parastina zarokên di qadên şer de

Eyhan Yûnis bertek nîşanî êrişan da û got ku dewleta Tirk a dagirker li dijî jin û zarokan komkujiyan pêk tîne û wiha dewam kir: "Em ji vir, bang li hêzên navneteweyî dikin ku van êriş û komkujiyan li dijî gelê sivîl rawestînin. Saziyên ku mafê zarokan diparêzin divê ku li hember komkujiyên li dijî zarokan çêdibin bi bertek bin û zarokên di qadên şer de biparêzin. Herêm bi êrişên pir hov re rû bi rû tê û gel vê yekê qebûl nake û her roj li kolanan e.

Em ji vir, ji bajarê Til Temir yê ku ewqas sal e li ber xwe dide vê peyamê ji dewleta Tirk û Erdogan re dişînin; Em li vir in û em ê herêmên xwe jî biparêzin. Di heman wextê de berxwedanan jinan a li dijî dagirkeriyê silav dikin."

'Dewleta Tirk êrişî teoriya ramanger Ocalan dike'

Eyhan Yûnis got ku di rêjeya yekem de êriş jinan hedef digre û bi êrişan hewl didin Şoreşa Jinan têk bibin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dewleta Tirk li hember teoriya Rêber Abdullah Ocalan ê ku dibêje; Sedsala 21’an sedsala azadiya jin e, gelek bi hêrse û bi vê yekê re dixwaze sîstema jin a li vir hatine rûniştandin, têk bibe. Lê her çi bibe jî em ji hêzên xwere û hêz ji mere palpişt in û em ê bi hev hebin û vê axê biparêzin."

'Êrişên li ser jinan demildest rawestînin'

Eyhan Yûnis bi rexnekirina bêdengiya cîhanê û ya navneteweyî li hember her cûre êrişên li ser jinan dawî li axaftina xwe anî: "Li vir jin dibin qurbana şer, jin tên qetilkirin, revandin û destdirêjî li wan dibe. Em ji vir bang li hêzên navneteweyî dikin ku êrişên li ser jinan pêk tên demildest rawestînin."

Darizandina Erdogan

Ji aliyekî din jî Ronîda Mihemed balkişand ser hovîtiya ku tê meşandin û got ku komkujiyek wiha ji malbatekê 12 jin û zarok werin qetilkirin mejî ranake û wiha pêl da gotina xwe: "Pêwîste ku êdî dengê me were bihîstin, komkujiyên ku aqilê mirovan raneke li dijî jin û zarokan çêdibe. Çawa hêzên navneteweyî bêdeng in û bê helwest in, li hemeber komkujiyekî wiha? Divê ku xwînrijandina niha çêdibe were sekinandin, neyê rawestandin wê komkujiyên mezintir jî çêbibin. Ger êrişên Erdogan li ser vê axê neyê rawestandin, wê rê li ber komkujiyên hîn mezintir veke, ne tenê Eyn Îsa û Zirgan. Îro zarok û jin bin ax dibin û tên qetilkirin."

Ronîda Mihemed bi daxwazeke ku daxwaza giştî gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye dawî li axaftina xwe anî: "Ev komkujî komkujiyeke terorî ye û dikeve rêza sûcên şer. Ji lewra li ser vê yekê divê ku Erdogan êdî di dadgehên navnetewî tî de were darizandin."