Jinên Suweydayê:Têkçûna aborî gelek beşan bandor kir
Jinên Suweydayê ên ku balkişandin ji ber polîtîkayên hikumetê li welat di salên dawî de têkçûnek aborî tê jiyîn diyarkirin ku ev bû sedem ku gelek beş ji vê rewşê bandor bibin.
ROCHELLE JUNIOR
Suweyda- Tevgerên gel ên ku dest bi protestokirina hikûmeta Şamê û rewşa nebaş a aborî ya li Sûriyeyê ku hêza kirînê gav bi gav kêm dibe, dewam dike. Çalageên ku di pênç mehên dawî de li qada Karama tên cem hevdû, hikûmeta Şamê protesto dikin û daxwaza cîbicîkirina biryara 2254 ya Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dikin, ku daxwaza "agirbesta bilez li Sûriyê û çareseriyeke siyasî li welat" dike.
Aborî di asta têkçînê de ye
Çalager Amina Abu Assaf destnîşan kir ku li Sûriyeyê aboriyek têkçûnê heye. Amîna Ebû Esaf bal kişand ser wê yekê ku lîreya Sûrî her roj li hember diravên biyanî nirxeke mezin ji dest dide, û destnîşan kir ku ev yek nîşana têkçûna aboriya welat e û daketineke berçav heye. Emîna Ebû Esaf destnîşan kir ku biha gav bi gav zêde dibin û got ku mûçeyên ku tên dayîn nagihêje pêdiviyên rojane û wiha berdevam kir: “Mûçe têrê nakin ku lêçûnên veguhastina rojane bikin. Bihayên giran gelek karker neçar kirin ku karên xwe biterikînin û biçin bazara kar a serbixwe û gelek mamoste jî serî li dersên taybet dine.”
‘Herî zêde qada tendirûstiyê bandor bû’
Emîna Ebû Esaf da zanîn ku zêdebûna nirxê sotemeniyê bû sedem ku gelek wesayîtên veguhestinê rawestin û got, “Herwiha bû sedem ku gelek nanpêj, laboratûar û kargeh li bajêr werin girtin. Sektora tenduristiyê jî di bin bandora vê hilweşîna Suweyda de ma. Gelek xebatkarên tenduristiyê koçber bûne, bihayê dermanan zêde bûye, gelek derman jî nemane. Cotkaran jî dest bi karanîna ava qirêj ji bo avdana zeviyan kirin. "Ji bilî pirsgirêka kêmbûna avê, lêçûnên zêde yên xebatên çandiniyê û birîna zêde ya darên ji 70 salî mezintir dibe sedema qirêjiya jîngehê û belavbûna nexweşiyan."
‘Divê bêedaletî bi dawî bibe’
Rojnamevan û parêzvanê mafên mirovan Îman Ebû Esaf got ku rewşa aborî ya welat t carî hevseng nebûye. Îman Ebû Esaf diyar kir ku sektora aborî li Sûriyeyê ji ber polîtîkayên hikûmetê kêm bûye û wiha pê de çû: “Armanca pêşxistinê nîne. Hikûmet tenê pozîsyona xwe parastinê re sînordar dimîne. Her wiha em dibînin ku piraniya binesaziyê di bin dizî û wêrankirinê ye dimîne. Di beşa mayî de jî şêwazek rêveberiyê ya çewt heye. Ji ber koçkirina karker û pisporan rewşa aborî xirab bûye. Cotkar hemû barê hilberînê hildigirin. Pêdivî heye ku neheqiyçn li dijî hilweşîna di sektora çandiniyê ya ji salên pêşîn ên krîza Sûrî de were rakirin.
Gendelî ber bi hilweşînê ve bir
Îman Ebû Esaf herî dawî destnîşan kir ku yek ji sedemên çalakiya gel li dijî gendeliyê ye û wiha got: “Kesên ku hewl dan li ser qazancên ji firotina maden, neft û malzemeyên wan lêkolînan bikin, ketin girtîgehê. Eger ev qazanc bi awayekî rast hatiba razandin, Sûriye di vî warî de yek ji welatên girîng bû, lê derket holê ku ev qazanc diçû destê desthilatdaran an jî ji derveyî welat dihat şandin. Ev xirapbûn di 10 salên dawî de, bi taybetî bi mezinbûna zêde, eşkere bûye. Ji ber xerabûna mekanîzmayên derxistina avê ku girêdayî elektrîka ku li gorî rêziknameyê tê dayîn, asta qirêjiyê zêde bû û her wiha kêmbûna ava paqij jî derket."