Jinên Suweydayê: Em makezagonek ku jin jî tevlî bibin dixwazin
Li Sûriyê di demên dawî de jin ji bo bidestxistina mafê biryardayînê yê ji sedî 50, gelek konferansan lidar dixin. Jinên Suweydayê diyar kirin ku hikûmeta ava bûye, divê xeletiyan neke.
ROCHELLE JUNÎOR
Suweyda – Jinên Suweydayê diyar kirin ku di konferansên hatine lidarxistin de hatiye destnîşankirin ku divê hikûmeta hatiye avakirin, xeletiyên berê neke. Ji ber ku jin ev 14 sal in di nav şerek dijwar de ne û li dijî her cûre zextan liberxwe dane.
‘Divê ji sedî 50 kota hebe’
Ghada al-Shaaranî, yek ji aktîvîstên siyasî yên Suweydayê ye. Ghada diyar kir ku ji bo pêşeroja Sûriyeke demokratîk, keda jinan heye û jin piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ghada balkişand ser konferansa ku di 8’ê Çileyê de hatiye lidarxistin û wiha got: “Konferans bi awayek serkeftî derbas bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek civîn hatin lidarxistin. Me di konferansê de diyar kir ku pêwîst e di makezagonê de herî kêm ji sedî 50 kotaya jinê hebe. Ev pir girîng e ji ber ku jin ev bi salan e li hember bêparhiştina ji mafên xwe têdikoşe.”
Ghada al-Shaarani di berdewama axaftina xwe de got ku divê jin ji her guhertinê re amade bin û got ku jin bi biryarsin ku di Sûriya nû de rol û erka xwe bicîh bînin.
‘Divê di makezagonên nû yên Sûriyê de cudakarî tune be’
Aktîvîsta siyasî Basma al-Aqbani got ku pêdîviya jinan bi makezagonek nû heye û wiha got: “Divê di makezagona nû ya Sûriyê de cudakarî neyê kirin û divê jin di her biryara siyasî de cîhê xwe bigre. Di konferansê de biryar hat dayîn ku di girtina biryarên siyasî de divê jin sedî 50 cîh bigre. Yasayên ku cudahî dikin navbera jin û mêr, divê bên guhertin. Pêwîst e ku ev makezagon xizmeta jinan bike.”
‘Pêwîst e jin di rêveberiya welat de cîhê xwe bigre’
Endama tevgera Femînîst Nîsan Bablî jî balkişand ser mijarên konferansê û wiha got: “Me ji bo ku jin di nav partiyên siyasî de cîh bigrin û biryaran bistînin, pir hewl da. Dema ku rejîma Baasê ket, me diyar kir ku pêwîst e jin di rêveberiya welat de cîhê xwe bigre û kotaya jinê divê ji sedî 30’yî ne kêmtir be. Amadekirina Makezagonê gelek girîng e. Ji ber bêyî ku jin amade be tu wateya vê makezagonê tuneye. Li pêşiya me Konferansa Dîyaloga Netewî heye. Em dixwazin ku jin ji zêdetirî ji sedî 30’yî, di konferansê de cîhê xwe bigirin.”