Jinên Suryanî ji bo mexdûrên erdhejê nanê tenûrê çêkirin

Jinên Suryanî yên ji Turabdînê, nanê ku di tenûrê de pêxistibûn ji erdhejzedeyan re şandin.

Mêrdîn – Li Turabdîna (Mêrdîn û navçeyên derdora wê) jinên li gundê Bethkuştan a Midyadê ya Suryanî (Asûrî-Aramî-Keldanî) ji bo welatiyên ku ji ber erdheja ku li Mereşê pêk hat û 10 bajar jê bandor bû, seferberiya xwe didomînin. Suryaniyên ku ji gelek gundan ji herêmên erdhejê re malzemeyan dişînin, bi derfetên di destê xwe de piştgiriyê didin.

Jinên Suryanî li Gundê Bethkuştanê nanê tenûrê ku bi Suryanî tê maneya “lahmo du tanuro” amade kirin û ji erdhejzedeyan re şandin.