Jinên Sûriyeyê li dijî polîtîkayên tune hesibandinê têdikoşin

Jinên Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, diyar kirin ku jin ji nûnertiya siyasetê hatine dûrxistin û nasnameya wan bi awayek sîstematîk hatiye tinekirin û peyama “Em dûrxistinan qebul nakin” dan.

SERÎN MIHEMED

Heleb – Hiqûqnas û aktivîsên Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, di daxuyaniyên xwe yên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê Ya Navnetewî dayî de, diyar kirin ku hê polîtîkayên tinekirina nasname, dûrxistin, zext ku jinên Sûriyeyê hem di dema rejîma Baas, hem jî roja îro rastî tên didome. Hate destnîşankirin ku nûnertiya jinê bi awayek sîstematîk hatiye kêmkirin, bi zextan, namzetên jin ji hilbijartinan vekişiyane û jin di qadên siyasî, civakî û çandî de her ku diçe hê zêdetir tên hedefgirtin.

‘Rola jinan her ku diçe teng dibe’

Endama Komîsyona Hiqûqê ya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Meha Hac Alî, têkildarî tundî û dûrxistina ku jinên Sûriyeyê rastî tê nirxandin kir û da zanîn ku di demên dawî de hejmara jinên ku di saziyên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê de di xebitin bi awayek cidî kêm bûye. Îfade kir ku rola jinan di hilbijartinên meclîsên gel ên Sûriyeyê de her ku diçe teng dibe û wiha got: “Zext û dûrxistina ku jin rastî tên, rê li ber tinekirina nasname, dîrok û çandê vedike. Jin di aliyê çandî de, ji mafê cilên dixwazin li xwe bikin bê par tên hiştin, cilên ku kesayet û fikrê wan îfade nake bi zorê li wan tê ferz kirin. Ev li dijî hebûn û kesayeta jinên heqarete, tê wateya binpêkirina azadiya hilbijartinê.”

Li herêmên ku rejîm lê serwer e, newekhevî didome

Meha Hac Alî da zanîn ku di qada siyasî de nûnertiya jinê ya edlane nîne û nûnertiya di partiyan de piranî aîdî mêrane û got: “Wisa hatiye bawerkirin ku mêr di rêvebirin û lîdertiya civakê de bi bandor e, jin nexwedî wê têrkeriyê ye. Ev bi temamî hişmediyek şaş e. Di navbera herêmên ku rejîma baas lê serwer û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di aliyê nûnertiya jinan de kendalek kûr heye. Li herêmên Xweser bi temamî rola jinê heye, li hemû qadan nûnertiya jinan gihaye ji sedî 50’ê, saziyên pergala hevserokatiyê, di aliyê têkoşîna jinan de destkeftiyek dîrokî ye. Li hemberî vê li herêmên dibin kontrola rejîma baas de jin dibin zext û dûrxistinê de jiyana xwe didomînin.”

‘Divê beşdariya jinan bê destekkirin’

Meha Hac Alî destnîşan kir ku divê li hemû bajarên Sûriyeyê beşdariya jinan ji sedî 50 be û got: “Em wek parêzvanên mafê mirovan û mafê jinan, em dixwazin di pergala nû ya Sûriyeyê de wekeheviya di navbera jin û mêr de were pêkanîn. Meclîsa jinan a gel, di derxistina zagon û rêveberiyê de rola wan a bi bandor hebe. Ev modelek e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sekeftî hatiye pêkanîn.” Meha Hac Alî bal kişand ser destkedayîna hev a jinan û girîngiya piştevaniyê û got: “Ev hem li hemberî pêşdaraza civakê ya li dijî jinan bersive, hem jî rêgezek e ku dilsoziya di nava jinan de bihêz bike.”

‘Polîtîkayên dûrxistinê tê domandin’

Endama Komîteya Rêxistina Helebê ya Meclîsa jinan a Sûriyeyê Şehd Tabşo, bal kişand ser zextên ku jin rastî tên û got: “Di hilbijartinên meclîsa gel de, hejmara kursiyên jinan bi awayek cidî kêm bûn. Gelek namzetên jin, neçar man serlêdanên xwe paşde bikşînin. Ev paşdekişandin ne bi dilxwazî bû, di nav zextê de jinan serlêdanên xwe paş de kişandin. Ev nîşaneya polîtîkaya zextê û dûrxistinê ku li dijî jinan tê domandin e. Danezana destûra bingehîn ku rêveberiya demkî eşkere kirî, ji destûra bingehîn a berê ya rejîma Baasê ne cûda ye, beşdariya aktîv a jinan a qada siyaseyê asteng dike.”

‘Divê jin bi hevre têbikoşin’

Şehd Tabşo bal kişand ser binpêkirinên giran ên wek qetikirin, revandin, tecawîz û kolekirina jinan û got: “Di qada siyasî de cihgirtina jinan neçariye. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû qadan de bi serkeftî ne. Em wek jinên Sûriyeyê, em dûrxistin û zextê qebul nakin. Divê jin dest bidin destê hev têbikoşin, heta bigihe nûnertiya ku heq dike bi xebite. Ji bo pêkanîna wekheviya zayenda civakê û edaletê bi hevre têbikoşin.”