Jinên Sûriyê dûrxistina jinan a ji qadên cuda yên jiyanê red dikin
Meclîsa Jinên Sûriyê di panêla diyalogî ya li Şamê de bal kişand ser rola û misyona jinan a di Destûra nû ya Sûriyê de û beşdarên panelê aşkera kirin ku dûrxistina jinan a ji qadên cuda yên jiyanê, red dikin.

RAMA XELEF
Dimeşq (Şam) – Meclîsa Jinên Sûriyê di 17'ê Subatê de li paytexta Şamê panêlek diyalogî ya di bin navê "Nêrîna Jina Sûrî ji bo Destûra Sûriyê" li dar xist. Di panêlê de Meclîsa Jinên Sûriyê bal kişand ser kêşeyên ku jinên Sûriyê di salên borî de dîtine û rola a wan di destûra nû de nîqaş kirin.
Beşdarên jin jî derbarê mafê jinan ên di destûra nû de, derfetên avakirina partiyên siyasî, dayîna mafê welatîbûnê ya ji zarok û hevjînên wan re, misogerkirina hebûna wan a di qadên siyasî û leşkerî de, gelek pirsan kirin. Her wiha beşdaran dûrxistina jinan a ji qadên cuda yên jiyanê jî red kirin. Jinan destnîşan kirin ku pêwîst e di destûra nû de wekheviya di nava gelê Sûriyê de pêk bê û mafên jinan biparêze.
'Pêvajo hewceyî kedek hevpar e'
Rojnemevan Wefa Elî diyar kir ku jin bingeha civakê ye û wiha got: "Jin ew tova bingehîn a di civakê de ye, lê pirsgirêk û zehmetiyan dijî û jiyana wê xeter dibe. Heya niha adet û kevneşopî rolek mezin di pirsgirêkên jinan de dilîzin û dibin benda li hember wê. Pêvajoya pêşiya me gelek girîng û hesas e. Pêwîstiya wê bi kedek hevpar a di nava jin û mêr de heye ku bikaribin destûra nû binvîsin. Di vê destûrê de divê garantiya mafên hemû pêkhateyan bê parastin."
'Guhertinên di zagonan de pêwîst e'
Endama Ofîsa Jinê ya Tevgera Niştimanî ya Kurd Suha Mela bi bîr xist ku destûrên berê, cîh nedidan rolên jinan û hebûnên wan û wiha got: "Wê Destûrê cih nedida rolên jinan û mafên wan nediparast. Pêwîst e ku di zagonên rewşên sivîlan de guhertinên cidî bên kirin. Mînak, mafê jinê heye ku mafê welatîbûnê bide hevjîn û zarokên xwe. Li kêleka wê, di zagonên girêdayî mîratê de jî divê mafê jinê bê parastin û ji nû ve bên nivîsandin."
Pêşniyarên di panêlê de hatine kirin
Panêla diyalogî bi gelek biryar û pêşniyaran bidawî bû. Çend ji wan pêşniyar û biryaran ev in; Nûnertiya jinan a di nivîsandina Destûra nû de ji bo misogerbûna pêkanîna dadweriya zayendî. Danîna zagonên ku parastina mafê jinan, di welatîbûn û beşdariya siyasî û aborî de dike. Vegerînek li zagonên girêdayî Rewşên Kesane û mîrateyê. Pêşxistina beşdarbûna jinan a di jiyana siyasî û leşkerî de.