Jinên Sine serdana gorên jinên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin kirin

Jinên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 25’ê Mijdarê serdana gorên jinên canê xwe fedakirine kirin û biryardariya xwe ya ji bo rakirina her cure tundiya li ser jinê dubare kirin.

Navenda Nûçeyan- Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalakvanên jin ên bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 25 mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Beramberî Jinan, serdana gorên jin ên canên xwe fedakirine kirin.

Jinan piştî gul danîn ser gorên jinan, deqeyek rêz ji bo giyanê tevahî cangoriyên riya azadiyê girtin. Her wiha biryardariya  xwe ya ji bo rakirina her cure tundiya li ser jinê dubare kirin.

Hate diyarkirin ku çalakvanan serdana gorên jinên Kurd  Nesrîn û Şehla Keabî, du xwişkên hemşîre yên ji Seqizê kirin ku ji aliyê Îranê ve di sala 1980’an de hatibûn darvekirin.

Jinan diyar kirin ku ew tundiya li ser jinê di serî de tundiya dewletî, civakî û aborî bi tundî şermezar dikin û tekez li ser girîngî û pêwîstiya jinan ya ku bi hêz û vîna xwe ya li dijî vê tundiyê têbikoşin kirin.

Her wiha çalakvanên jin ê Sineyê destnîşankirin ku jin hêzeke bibandor û pêşverû ye ji bo guhertin û afirandina pêşerojeke dûrî tundiyê.

Çalakiya jinên Sineyê bi berzkirina dirûşmeyên ‘Ez jinim’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.