Jinên Sinê: Bila sînor ji holê rabin û alîkarî bigihêje gelê me

Jinên Sinê ku der barê erdheja ku li Mereşê hat jiyîn û bandor li Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyê kir axivîn, diyar kirin ku êşên mexdûrên erdhejê ji kûr ve hîs dikin û wiha gotin: “Êşa me hevpar e. Divê sînor ji holê bên rakirin û alîkarî bigihêje gelê me.

HÎMA RAD

Sinê - Erdheja ku li navênda wê Bazarcix û Elbistana Mereşê hat jiyîn û li gelek bajarên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê bi bandor bû. Di encama erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, hêj bi hezaran kesên di bin xirbeyan de nehatine derxistin hene. Gelê ku piştî erdhejê seferber bû, hevgirtina xwe ya ji bo mexdûrên erdhejê berdewam dikin. Jinên li Sinê jî der barê erdheja hat jiyîn de nirxandinan kirin û gotin êşa wan hevpar e.

'Em êşên mexdûrên erdhejê hîs dikin'

Jina binavê T.P ku anî ziman di erdhejê de kesên jiyana xwe ji dest dane hene û ji ber vê yekê gelek xemgînin, diyar kir ku êşa jinên ku zarok, hevjîn û xizmên xwe winda kirine ji kûr ve hîs dikin. T.P ya ku bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û dagirkeran, diyar kir ku ew niha jî karesateke wek erdhej dijîn. T.P. da zanîn ku herçiqas pêşiya alîkariya wan bê astengkirin jî, çi ji desta wan bê bikin û wiha got: “Ev çend sal in em jiyaneke asayî bi zorê didomînin. Li aliyekî ve serhildanên Jin, Jiyan, Azadî tê jiyîn. Me ji ber vê serhildanê bedelên mezin da. Hêj xizmên min ku di girtîgehê de ne hene. Em ji ber rewşa tenduristî bi fikar in. Bûyerên tên jiyîn bandorê li me dike. Ger ruhê me ya serhildanê nebûya, em ê bi awayî hêj zûtir tune bûbûna”.

'Ez ê her cure alîkariya aborî bikim’

Jina binavê B.D diyar kir roja zivistanê zarokên xwe li malê hiştine û bi çend hevalên xwe re ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê kom bike û wiha axivî: “Di mijara alîkariyê de ez alîkarî dikim. Hevjinê min her tim li kuderê cîhanê me bila bibe dema ji bo Kurdan pirsgirek dibû hewl dida bi awayekî alîkarî bike û dilxwaz dibû. Di erdheja Kirmaşanê de em bi hev re çûn wir û me hewl da ku em alîkarî bikin. Dema min nûçeya erdhejê bihîst, ji kûr ve bandorbûn. Em ê her cure alîkariya xwe ya aborî bikin. Wêneyên zarokên di bin xirbeyan de jî bandorê li min dike. Min hemû êş û janên ku me li vir jiyan kir ji bîr kir û niha bi hemû dilê xwe li cem Bakur û Rojava me. Bila zanibin ku ew ne bi tenê ne.” B.D. ji bo jinên li Sinê û bajarên din banga “alîkariya mexdûrên erdhejê bikin” kir.”

‘Sînoran ji holê rakin’

S.M ya dibêje “Dema ku ez ji agahî girtim heta niha dilê min diêşê. Ez mamoste me û her roj bi zarokan re mijûl dibim. Dema ez wêneyên wan zarokan dibînim pir xemgîn dibim” wiha got: “Ez ji ber ku nikarim tiştek bikim şerm dikim. Min dixwest bi hemû dilê xwe li wir bim. Mirovatî ji bo min her dem ji nijad û netewetiyê girîngtir bûye. Rast e di tevahî dîrokê de ji Kurdan re gelek zilm hatiye kirin, lê ger mexdûrên vê erdhejê ne Kurd bûna jî, ez ê bi heman awayî xemgîn bibû ma. Karasetên xwezayî dikarin bên serê her welatekî. Ez difikirim ku di van pêvajoyan de alîkariya hevdû kirin erka hemû mirovan e û divê sînor bi taybetî dema mijar dibe zarok, mirov ji hevdu neyên durxistin. Ger ez cîhek alîkariyê ya bi ewle bibînim, ezê bê guman alîkarî bikim û ez vê yekê wekî erkek mirovahî dibînim. Em ê hewl bidin pêdiviyên wan ên bingehîn bişînin.”

Ew ê hewl bidin alîkariyan bigihînin

Jinek din a ji Sinê Ş.A. ku anî ziman herdem ji bo alîkariyê amede ne, wiha got: “Em sempatîzana Rojava û Bakur in û xwe wek parçeyekî wan dibînin. Em ji dema ku me nûçeya nebaş girt heta nika di şokê de ne. Divê ji bo kêmkirina cidiyata bûyerê, em çi ji destê me tê bikin. Ez tevî komek hevalên xwe re, hewil didin bi plansaziyeke rast alîkariyên madî yên ku me di rojên dawî de berhev kiriye û di rojên pêş bên komkirin, bigihijînin.”