Jinên rojnamevan li Helepçeyê bi azadî karê xwe dikin
Di salvegera Rojnamegeriya Kurdî de jinên rojnamevan ên herêma Helepçeyê diyar kirin ku ger sînor li pêşiya azadiya jinên rojnamevan tunebin wê bikarin karê xwe hîn zêdetir bi serkeftî bikin.
MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Silêmanî - Rojnameya Kurdî ya yekemîn bi navê Kurdistan, di 22’yê Nîsana 1898’an de ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedirxan ve li paytexta Misir Qahîreyê dest bi weşana xwe kir. Rojnameya Kurdistanê ji 4 rûpelan pêk dihat û her 15 rojan carekê, heta sala 1902’an hat derxistin. Bi giştî 31 hejmarên rojnameya Kurdistanê hene. Wê demê di têkoşîn û şoreşa Kurd de çaxek dîrokî dest pê kiribû. Êdî şoreşa nivîsandin û belavkirinê têkelî şoreşa çekdarî û siyasî bû. Li Kurdistanê 22’yê Nîsanê ji aliyê Kurdan ve wekî Roja Rojnamevaniya Kurdî tê pîrozkirin
123 sal di ser derketina yekem rojnameya Kurdî re derbas bû. Piştî vê rojnameyê, çend rojnameyên din derketin. Niha jî bi sedan qenalên Televîzyonê, rojname, kovar û li ser medyaya civakî weşanên dîjîtal bi zimanê Kurdî hene. Di ragihandinê de cara yekem yek ji jinên Kurd ên vê xetê meşand Guzîde Emer e. Di sala 1926’an de di rojnameya Jiyan de nivîsa xwe ya yekem nivîsandiye. Piştre gelek jinan di nava karê ragihandinê de cihê xwe girtin. Lê belê hê jî beşdarbûna jinan di nava ragihandinê li gorî pêwîstiyê kêm e. Li gorî daneyên sendîkayên rojnamevanên Kurdistanê, nêzî ji sedan 20 heta 25 jinên rojnamevan di nava sendîkayan de cih digrin.
Li bajarokê Helepçeye li gorî bajarên din ên Herêma Kurdistanê hejmara jinên di qada ragihandinê de kar dikin zêdetir e. Her wiha jin, di qada ragihandinê de karê nûçegihanî û pêşkêşvaniyê, kamera û hewl didin bi nûçeyên xwe fikra jinan bidin diyarkirin. Li ser roja Rojnamegeriya Kurdî jinên rojnamevan ên bajarokê Helepçeyê der barê rewşa jinan di ragihandinê de ji ajansa me re axivîn.
“Rewşa azadiya rojnamevanan li Helepçeyê cuda ye”
Rengîn Selam a ku nêzî 17 salan e li Helepçeyê karê ragihandinê dike dide diyarkirin ku niha li Helepçeyê hejmara jinên rojnamevan ji yên bajarên din ên herêma Kurdistanê zêdetir e û wiha pêde çû: “Rewşa azadiya rojnamevanan li Helepçeyê ji bajarên din ên herêma Kurdistanê cudatir e. Hejmarek zêde jin di vê derê de karê ragihandinê dikin û giraniya jinan di ragihandinê de heye. Li vê derê mirov dikare bêje jinên rojnamevan li gorî bajarên din azadtir in dikarin fikrên xwe bînin ser ziman ger li vê derê em wisa rehet û azad nebûna, 17 salan min nedikarî karê rojnamevaniyê berdewam bikira. Heta niha qet bûyerek nexweş çênebûye.”
“Niha rêjeya jinên rojnamevan zêde bûye”
Şadî Emîna ya nûçegihana malpera Şar Pirest dide zanîn ku beşdariya jinên Helepçeyê di nava karê ragihandinê de heta niha di asteke baş de ye û wiha got: “Hemwelatî û berpirsyarên vê herêmê alîkariyek baş didin jinên rojnamevan da ku karê xwe yê rojnamevantiyê bikin. Her çiqas salên bûrî hejmara jinan di nava karê ragihandinê de kêm bû jî lê belê niha bi awayekî berbiçav hejmara wan jinên karê ragihandinê dikin zêde bûye.”
“Li deverên din ji jinan re astengî tên derxistin”
Herî dawî Buşra Faruq nûçegihana tora medyayî ya Romale wiha behsa azdiya jinên rojnamevanên li herêma Helepçeyê dike û dibêje: “Li bajarên din rêveber ji jinan re astengiyan çêdikin da ku karê ragihandinê bi fikra jinan nekin. Dezgehên ragihandinê li Helepçeyê alîkariyê didin rojnamevanên jin da ku serkeftî bin û fikra xwe belav bikin.