Jinên Rojhilatî: Nikarin destkeftiyên li Rojava tûne bikin

Jinên Rojhilat diyar kirin ku bi bedelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine dayîn de destkeftiyên mezin hatine bidestxistin û destnîşan kirin ku ev destkeftî bi êrişên dewleta Tirk nayên tunekirin.

YARA AHMEDÎ

Mihabad- Jinên Rojhilatî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca van êrişan qirkirina gelê Kurd e. Rozhan Mihemedî ya ji bajarê Mihabadê diyar kir ku gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke xweş û bi hêz ava kiriye û destnîşan kir ku sîstemên kapîtalîst hewl didin vê jiyanê tune bikin.

‘Çapemeniya cîhanê li sûcên şer temaşe dikin’

Rozhan Mihemedî bi bîr xist ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê ku cîhan bi tirs lê dinêre berxwedaneke dîrokî hate meşandin û wiha got: “Îro çapemeniya cîhanê li sûcên şer ên Erdogan ên li Rojava kiriye dinêre. Dema dîktatorekî weke Erdogan berxwedana li Filistînê diparêze, li Rojava li dijî nexweşxane û dibistanan êrişên bombeyî pêk tîne. Divê hemû cîhan bizane ku qirkirina li ser Kurdan bi salan e ji aliyê sîstemên kapîtalîst ve hatiye birêvebirin û xurtkirin.”

‘Tu sînor nikarin me ji hev veqetînin’

Rozhan Mihemedî anî ziman ku sînor nikarin berxwedana jinê ji hev veqetînin û got: “Ez weke jineke Kurd a ji Mihabadê dibêjim; tu sînor nikare me ji hev veqetîne. Ji ber ku em gelên ku bi xwîna gelê xwe, ji pişt dîwarên girtîgehan, li pişt eniyên şer, bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna xwe gerdûnî dikin. ‘Jin, Jiyan, Azadi’ teşeya têkoşîna li Rojava ye. Berxwedana Rojava piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo me bû rol  model.”

‘Ger pêwîst bike em ê ji bo gelê Rojava dîsa dakevin qadan’

S.M. ya ku li Serdeştê dijî û ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe eşkere nake, diyar kir ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de wan li Rojhilat jî dengê xwe ji bo şervanên Kobanê bilind kirin. S.M ev tişt gotin:

“Dilê me ji Rojhilat heta Rojava ji bo şervanan lê da. Li Rojava bi bedelên mezin destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Ne DAIŞ û ne jî Erdogan nikare van destkeftiyan tûne bike. Gelê Rojava ji Qendîl û Zagrosê fêrî biryardarî û têkoşînê bû. Dîktator Erdogan nikare wê derê bike ‘yek ziman’ an ‘yek netewe’. Ger pêwîst bike em ê ji bo gelê Rojava dîsa dakevin qadan û bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ biqîrin.”