Jinên Reqayê semînera 'Aborî û Tundî' lidarxistin

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Reqa, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Zenûbya ve semînerek bi mijara “Aborî û Tundî” hate lidarxistin.

Reqa – Çalakiyên ku bi Platforma çalakiya hevpar a ku bi sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hatiye avakirin, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê ku bi dirûşma "Li dijî her cure tundiyê û dagirkerî Jin, Jiyan, Azadî " didomînin. Civaka Jin a Zenûbya li bajarê Reqayê semînerek li dar xist û bal kişand ser wê yekê ku weke şêweyekî tundiyê aborî zextên li ser jinan zêde dike. Bi dehan jin û mêrên ji Minbic, Tebqa û Dêrezorê beşdarî semînerê bûn

Rêvebera Komîteya Aborî ya Jinan a Tebqayê Xalya Muhammed a ku beşdarî semînerê bû, diyar kir ku beriya Şoreşa Rojava zexteke mezin li ser jinan hebû û jin nikarin ji malê derkevin. Xalya Mihemed diyar kir ku jinan bi Şoreşa Rojava re di her qadê de gavên girîng avêtin û got: “Jin di qadên leşkerî, siyasî û aborî de serkeftinên mezin bi dest xistin. Jinên ku nikarin ji malên xwe derkevin niha pêşengiya eniyeke leşkerî dikin an jî di gelek xebatên siyasî de cih digirin. Guhertinek mezin heye, lê dîsa jî tirsa gelek jinan heye."

'Êrîş dewam dikin'

Xalya Mihemed bal kişand ku êrîşên li ser Şoreşa Rojava berdewam dikin û wiha got: “Wateya vê yekê ew e ku êrîşên li ser jinan berdewam dikin. Mînak dewleta Tirk û DAIŞ destpêkê êrîşî jinan dike. Em li her bajarî bi van semîneran perwerdeyê didin, ji ber ku her çiqas jin ji sedî 75’ê azadiya xwe bi dest xistibe jî hîn jî rêka ku em bimeşin heye.”

Xalya Mihemed têkildarî tevlîbûna jinan di xebatên aborî de wiha got; “Li ser jinan tê gotin ku bila li malê rûnin, ji aboriyê çi zanin; Lê em projeyan dikin û van şêweyan dişkînin. Em dixebitin ku jin jî tevlî van projeyan bibin.  Jin dikarin di firinan de yan jî di çandiniyê de bixebitin. Dikarin hînî xwendin û nivîsandinê bibin û xwe pêşde bibin. Bes bila di malê de xwe heps nekin dê pêşketin çêbibe.”

'Pergala me wê bi ser bikeve'

Xalya bal kişand ser girîngiya jinan a di nava rêveberiya xweser de û got ku afirînerê vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Xalya Mihemed anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê di demên dawî de zêde bûne û wiha got: “Êrîşî xaka me dikin, çiqas balafiran lêxin, çi qas hewl bidin me qetil bikin jî em jin natirsin. Jinên li bexçe dixebitin gulebaran dikin, di malên wan de gulebaran dikin, lê jin natirsin. Xiyanetê li vê şoreşê nakin. Jin êdî dest bi naskirina xwe kirine, lewma pergala me wê bi ser bikeve.”