Jinên Reqayê: Emê têkoşîna xwe ya mafan bidomînin
Rewşenbîr û nivîskarên jin ên ji Reqayê diyar kirin ku girîng e jin têkoşîna xwe bidomînin û hişmendî û çanda xwe bilind bikin heta ku bigihêjin armancên xwe yên azadî, dadmendî û wekheviyê da ku di siberoja Sûriya nû de bi bandor bin.
Reqa – Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn li kantona Reqaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan balkişand ser girîngiya beşdariya jinan a di hemû warên jiyanê de, bi taybetî jî di warê wêjeyî û çandî de. Jinan diyar kirin ku di avabûn û xêzkirina nexşerêya nû ya Sûriyê de nûnertiya jinên rewşenbîr, nivîskar û wêjenas girîng e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji demên kevnar ve ye jinan di vejîna civakan de roleke sereke lîstine û bi beşdarbûna xwe hêza xwe ya guhertinê nîşan dane. Daxuyanî wiha berdewam kir: “Jin ji ber ku di gelek aliyên jiyanê de hêmanên avakirinê ne û rola wan a herî girîng e di avakirina malbat û civakê de xwedî cîhek girîn in. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne modela yekbûyî ya ku ji hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re azadiyê dixwaze. Di demeke kurt de jinan karîn rastiya xwe bidest bixin. Jin di hemû qadên jiyanê de cih digirin. Hemû daxwazên jinên ku ji bo bidestxistina rola xwe ya di rêveberiya civakê de têdikoşiyan û hê jî têdikoşin temsîl dikin.”
Balkişandin ser biryara Hejmar 1325
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kêleka mêran serî rakirine û hemû erkên xwe yên pratîkî pêk tînin. Jinan bi bîr xistin ku ji bo serkeftinên wek rizgariya ji tarîtiya DAIŞ’ê, her wiha ji feraseta mêr a ku mezinahiya wan kêm dikir û wan biçûk dixist, bidest xistine, her wiha di hemû qadan de bûne serokên hevpar."
Jinan bi bîr xist ku rejîma hilweşiyayî ya li Sûriyê bi zanebûn jinan ji rola wan a rastîn dûr dixist û wiha gotin: “Îro piştî ku ev rejîm hilweşiya, dem hatiye ku jin rola xwe ya çalak û pêşeng bilîzin û bibin beşek ji Sûriya nû. Vê yekê bi bîr, îrade û hêza xwe bikin. Pêdiviya gelên civaka Sûriyê niha bi lîstina rola xwe ya rastîn a di avakirina Sûriyeya pêşerojê de heye. Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên sekreter, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û helbestvanên ji pêkhate, regez û mezhebên cuda ne. Di bin navê Tevgera Hîlala Zêrîn de em kom bûne. Em dixwazin balê bikşînin ser pêwîstiya pêkanîna mafên mirovan ên ku di biryar û peymanên navneteweyî de cih girtine. Bi taybetî jî biryara hejmar 1325’an û sepandina edalet û wekheviya di navbera hemû endamên civakê de. Pêwîst e ku bêyî cudahiya zayend, nijad, ol, bawerî û temenê, bi taybetî beşdarbûn û hebûna jinan a di hemû warên jiyanê de ev yek pêk bê.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jina ku ji bo azadî û xweseriyê têkoşiyaye, heta ku di Sûriya nû de bighê armancên xwe yên azadî, edalet û wekheviyê, van mafan bê cudahî bi dest bixe û di pêşeroja nû de bi bandor bibe, ewê bi hişmendî û çanda xwe têkoşîna xwe bidomîne.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.