Jinên Ranyayê bi karên destan beşdarî hefteya bazarê bûn
Jinên bajarokê Ranyayê ji bo hefteya 20’em, bazara karên destan vekirin û diyar kirin ku hefteya bazarê dikare bibe derfetên kar û cihek ji bo dabînkirina dahata jiyana jinan.

DÎVAN SÎHAD
Raperîn- Heftane li parka Derwaze ya bajarokê Ranyayê navenda îdareya Raperîn, komên jinan bi karên xwe yên destan bazarê vekirin û tê de xwarinên Kurdewarî, şîrînî, karên destan û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Hefteya 20’emîn a hefteya bazarê ji bo jinan hat vekirin û gelek karên destan, şîrînî hatin nîşandan. Jinên ku beşdar bûn diyar kirin ku hefteya bazarê alîkarî ye ji bi nîşandana karên jinan.
‘Bazar ji bo hemû jinan e’
Seroka koma xanimên destrengîn Eyşê Mihemed Emîn destnîşan kir ku heftane ji bo komên jinên destrengîn hefteya bazarê vedikin û wiha got: “Ez dixwazim her jinek bi xwe li ser lingên xwe raweste û karên destan bike. Ev jinên ku beşdar bûne, karê wan gelek ciwan in û em dixwazin ji bo dahata jiyanê, xwe li ser lingan bigrin. Ev cara 20’ane hefteya bazarê tê vekirin û jinên destrengîn û ez bi xwe jî bi karê şîrînahiyê beşdar bûme. Hefteya bazarê ji bo hemû jinan e û dikarin beşdar bibin da ku bikarin dahata jiyana xwe bi dest bixin.
‘Hêza me jinan heye’
Sakar Teha bi şîrînî û berhemên destan beşdarî hefteya bazarê bûye û diyar kir ku ji destpêka salên 2000’ê ve di mal de dest bi karê çêkirina şîrînahiyan kiriye û wiha got: “Hêza hemû jinan heye ku kar bikin. Ez gelek ji karê xwe hez dikim, bi salan e ligel Eyşê Xan beşdar dibim û du hefte carek hefteya bazarê tê vekirin. Em jin dikarin kar bikin û xwe bispêrin hêza xwe.”
‘Berhemên hemû jinan gelek ciwan in’
Ejîn Îsmaîl beşdarî hefteya bazarê bûye da zanîn ku jin bi çêkirina şîrînahî, ciwankarî û karên destan beşdar dibin, hêviya min ew ew e ku projeya biçûk mezin bikin û wiha got: “Me xwe spartiye hêza xwe û ez dixwazim bi vî karî gelek kesên din jî fêr bikim û bibe derfetek biçûk a kar ji bo xwe û bi kar bînin ji bo dahata jiyana xwe. Jinên herêma me dest bi gelek karan kirine, hemû jî karên gelek ciwan dikin.”