Jinên Ranya ji bo Bakûr û Rojavayê Kurdistanê alîkariyê kom dikin
Dûh li zanîngeha Raperîn kampanya alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin û hemwelatî bi anîna kel û pel û pêdawistiyên xûrakî û madî beşdarî kampanyayê dibin.
DÎVAN SÎHAD
Raperîn- Piştî ereheja ku li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê rû da û encamê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û birandar bûn û bû sedemê hilweşina bi hezaran avahî, Başûrê Kurdistanê ji bo alîkarî dayîna mexdûrên erdehejê dest bi kampanayayên komkirina alîkariyan kirin. Li bajarê Hewlêr û gelek bajarên din kampanyayên komkirina alîkariyan hat destpêkirin.
Duh li herêma Ranya ya girêdayî Raperîn, li zanîngeha Raperîn kampanaya komkirina alîkariyê ji bi mexdûrên erdheja li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin. Hêjmarek zêde ya hemwelatiyan beşdarî kampanayê dibin.
‘Em ê alîkariya xûşk û birayên xwe bikin’
Seroka zanîngeha Raperîn Peyman Remezan wiha behsa kampanya komkiria alîkariyê kir û diyar kir ku bi hevkariya di nava zanîngeha Raperîn û medyayên Kurdistanê ev kampanya rêve diçe. Peyman Remezan wiha got: “Ev karesata ku rû daye, karesatek miroviye, ev kesên rastî vê karesatê hatîn piranî Kurdin. Ji ber wê divê em hewil bidin, çi ji me tê em li bajar û bajarokan alîkariyê kom bikin û bi xûşk û birayên xw eyên mexdûrên erdhejê re bibin alîkar.”
Peyman Remezan da zanîn ku divê hemû bejdarî kampanayayên komkirina alîkariyan bibin û wiha got: “Divê em hemû alîkarî bikin, ji ber eve karesatekk mezine û bandor li ser milyonan kes kiriye. Divê em hemî alîakriya xûşk û birayên xwe ên li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bikin.”
‘Divê em bi yek destî alîkarî bikin’
Berpirsa rêxistina malêk li herêm Raperîn Berjîn Silêman destnîşan kir ku bi alîkariya madî bejdarî kampanya komkirina alîkariyê bûye û wiha got: “Em weke ciwanên dilxwaz em hatine di vê kampanyayê de kar bikin, em ji ber vê erdhejê gelek xemgînin. Ev karesatên wisan li herçar parçeyeên Kurdistanê li ser me Kurdan de tê. Divê em bi yek destî hevakrî û piştgiriya hev bikin.”