Jinên Qamişloyê: YPJ hêz û hebûna me ye
Jinên ji bajarê Qamişlo yê Rojavayayê Kurdistanê piştgiriya xwe bi Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê re diyar kirin. Jinan tekez kirin ku pêwîst e YPJ di nava artêşa Sûriyeyê de cihê xwe bigre.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di 15 salan de, ji bo parastina azadî, hebûn û rûmeta jinan têkoşîneke mezin da meşandin. Tevî ewqas destkeftî û berxwedana ku YPJ’ê raber kir, hikumeta demkî YPJ’ê weke artêşa jinan qebûl nake. Ji ber vê yekê di 26’ê Nîsanê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a tevger û rêxistinên Jinan a Rojava di bin dirûşma “Em tev YPJ ne, YPJ nûnertiya me ye” kampanyaya piştgiriya bi Yekîniyên Parastina Jinan (YPJ) re ragihand.
Jinên ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi riya ajansa me piştgiriya xwe bi YPJ’ê re diyar kirin.
‘YPJ ji bo maf û azadiyê têkoşiya û bû hêza jinan’
Nişmiye Abdullah bang li tevahî jinên cîhanê kir ku ji bo piştgiriya YPJ’ê dakevin kolanan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di 15 salan de YPJ’ê ji bo maf û azadiya jinan têkoşîneke bêhempa da meşandin, YPJ’ê bi riya beşdariya qada leşkerî diyar kir ku jin dikarin hebûna xwe misoger bikin û li her qadê rolek girîng bilîzin. Hêza YPJ’ê bi şervan û fermandaran ve bi îradeyekî xurt dikaribû li hemberî hêza DAIŞ’ê şer bike û têk bibe. Pêwîst e jinên cîhanê tevahî piştgiriya YPJ’ê bikin û ji bo misogerkirina hêza YPJ’ê di destûra Sûriyeyê ya nû de her dem li kolanan bin. Pêwîst e dewlet zagonên ku parastina jinan bike derxe. YPJ hêza hemû jinan e, YPJ’ê hişmendiya mêrperest şikand.”
‘Wê YPJ heta dawî hebe’
Jina Ereb Ebla Ehmed jî piştgiriya xwe bi YPJ’ê re ragihand. Ebla got ku pêwîst e jin xwedî hêz û bawerî bin û wiha pê de çû: “Em ê her dem piştgiriya jinan bikin, pêwîst e jinên ji hemû pêkhateyan bi destek û heman hêzê, hebûna xwe misoger bikin. Ez weke jinek ji pêkhateya Ereb piştgiriya YPJ’ê dikim, ji ber ku YPJ’ê di hemû rewşên zehmet de xwe îsbat kir. Her wiha wê YPJ her dem hebe, YPJ nûnertiya hemû jinan dike.”
‘Pêwîst e rola jinan di entegrasyona demokratîk de hebe’
Cîhan Elî da zanîn ku hebûna YPJ’ê di nava artêşa Sûriyeyê de girîng e û wiha anî ziman: “Hêza ku DAIŞ’ê şikand YPJ bû. Pêwîst e jin ji tevahî pêkhateyan bibin yek û destkeftiyên xwe yên ku bi salan e bi dest xistine biparêzin. Hikumeta demkî jinan qebûl nake, ji ber ku ji hêz û îradeya jinan ditirse. Pêwîst e rola jinan di entegrasyona demokratîk de hebe her wiha YPJ jî di nav de be. Pêwîst e YPJ di nava artêşa Sûriyeyê de cihê xwe bigre, ji ber ku tenê YPJ wê hebûna jinan di Sûriyeya ku nû tê avakirin de misoger bike.”
‘Pêwîst e hêza YPJ’ê li tevahî cîhanê were naskirin’
Jina ji Efrîna rengîn Sûzan Ehmed diyar kir ku YPJ nasname û hêza hemû jinan e û wiha axivî: “Pêwîst e hêza YPJ’ê li tevahî cîhanê were avakirin û naskirin. Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de YPJ hat avakirin da ku hebûn, azadî û îradeya jinan biparêze. Em hemû YPJ ne. Pêwîst e hikumeta demkî bi fermî YPJ’ê di nava artêşa Sûriyeyê de qebûl bike.”