Tulay Hatîmogullari: Di qanûnê de divê şert û mercên birêz Ocalan bên bicihanîn

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê di qanûnê de şert û mercên birêz Ocalan bên bicihanîn, bikaribe bi awayekî azad pêvajoyê bi rê ve bibe, bi hemû beşên civakê re hevdîtinan bike.

 

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li meclîse axivî.

‘Çareserî bi bingehek hiqûqî li ser wekheviyê pêkan e’

Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de bal kişand ser qanûna çarçoveyî û wiha got: “2 sal in pêvajo tê nîqaşkirin. Niha jî qala qanûna çarçoveyî tê kirin. Heyeta me di 20’ê Tîrmehê de bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di 21’ê Tîrmehê de birêz Numan Kurtulmuş serdana me kir û diyar kir ku beriya meclîs bikeve betlaneyê qanûn dê were meclîsê. Divê ew qanûn teng neyê destgirtin. Divê hemû partiyên siyasî ji bo pirsgirêka sedsalî çareser bibe berpirsyarî bigrin.

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser nirxandinên Adullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de girîngiya bingeha qanûna çarçoveyî tînê ziman û dibêje; ‘Divê teng û bi nîqaşên rojanê neyê destgirtin û bibe destpêka rûpeleke nû û demeke nû.’ Her wiha birêz Ocalan ji hemû gelên me re silav şandin. Ew nêzîkatiya birêz Ocalan ji bo çareseriyê pir bi wate ye. Çareserî bi bingeheke hiqûqî li ser wekheviyê pêkan e. Kurd her dem hatin înkarkirin lê îro Kurd û dostên wan ji bo avakirina aştiya civakî têdikoşin û muzakereyeke xurt dimeşînin. Divê veger bi awayekî teng neyê destgirtin.”

‘Divê weke mutabaqata dawî qanûn derbikeve’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê qanûna çarçoveyî li ser lihevkirinê pêk were û ev tişt anî ziman: “Veger ew e ku yên derketine sirgunê bigihîjin welat, yên di girtîgehan de bigihîjin malbatên xwe, yên ji kar hatine dûrxistin bigihîjin karê xwe. Di qanûna çarçoveyî de bendewarî ew e ku misogeriya demokratîkbûyînê pêk bînin. Divê di vê qanûnê de şert û mercên birêz Ocalan bi cih werin û bikaribe bi awayekî azad pêvajoyê bi rê ve bibe. Bikaribe bi hemû beşên civakê re hevdîtinan bike. Divê weke mutabaqata dawî qanûn derbikeve. Divê qanûn bi mutabaqatê çêbibe û bikeve meriyetê. Heta îradeya gelan neyê naskirin demokrasî pêk nayê. Heta edalet ji bo hemû kesan wekhev nebe komar nikare demokratîk bibe. Qanûna çarçoveyî di vê çarçoveyê de dikare bibe bingehek û destpêkek. Ji bo wê jî divê em têkoşîna hevpar xurttir bi rê ve bibin. Rizgariya hemû gel û baweriyên hatine înkarkirin jî di vir de derbas dibe.”

Pirsgirêka cotkaran

Tulay Hatîmogullari di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka cotkaran jî û ev tişt got: “Cotkar nikarin debara xwe bikin. Cotkar nikarin heqê xwe derxin. Desthilatdarî li şûna li çareseriyê bigere îhtalatê dike. Desthilatdariya ku her dem qala netewperestiyê dike, Tirkiyeyê ji aliyê çandiniyê ve giredayî derveyê kiriye. Ew çawa netewperestî ye? Karkerên demsale her sal ji bo kar li welatên xwe yan bi aliyê Behra Reş ve diçin an jî Behra Spî ve. Lê tevî van zehmetiyan jî nikarin debara xwe bikin. Ew polîtîkayên we yên aboriyê çareseriyê naynin. Ji bo cotkar ji vê rewşê derbikevin divê piştgiriya hilberînê bê kirin, kooperatîf werin avakirin, deynên cotkaran werin jêbirin. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî serkeftî encam bigre ev yek pir girîng e. Cihên hatine qedexekirin divê ji welatiyan re bên vekirin û welatî bikaribin çandiniyê bikin. Her wiha karkerên bi muçeya asgarî nikarin debara xwe bikin û kesên ji bêkar re dibêjin; Ew pergal wisa naçe û guherandina vê pergala kedxwar di destê me de ye. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”

Doza Gulistan Doku

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku di doza Gulistan Doku de 6 sal in li pêşiya edaletê dîwar hatine çêkirin û wiha got: “Li şûna ku edaletê pêk bînin delîl hatine tarîkirin. Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel ne tiştek ji rezê ye. Ew berdewamiya dema Suleyman Soylu ye. Divê ew dem were lêkolînkirin. Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û hemû jinên hatine qetilkirin encama hişmendiya mêr nîşan didin. Heta qetilkirina jinan neyê ronîkirin û edalet pêk neyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Gulistan Doku ku li Dêrsimê hat qetilkirin, mînakek ji encama bişaftin û zextan e. Li Dêrsimê ku Kurd û Elewî ne polîtikayên bişaftinê li ser civakê hatine ferzkirin. Di encama van polîtîkayan de çete li wir hatine bicihkirin. Saziyên dewletê jî piştgiriya vê yekê dikin. Êşên hatine kişandin hê jî di bîra me de ne. Bûyerên ‘Keçên Dêrsimê yên winda’ niha di şexse Gulistan Doku de careke din pêk hatiye. Em li vir dibêjin; demildest destê xwe ji Dêrsimê bikşînin.”

Qanûna ji bo zarokan

Tulay Hatîmogullari têkildarî qanûna ji bo zarokan ku li meclîsê tê nîqaşkirin jî ev tişt anîn ziman: “Li şûna pirsgirêkên zarokan çareser bikin ceza dikin. Sûc ne takekesî ye civakî ye. Zarok li ser kar jiyana xwe ji dest didin. Bi xizaniyê re rû bi rû ne. Li şûna vê pirsgirêkê çareser bikin û tiştên ku dibin sedem zarok sûcan bikin ji holê rakin ceza didin zarokan. Weke DEM Partî me jî pêşniyarek ji meclîsê kir. Me xwest Wezareta Zarokan ava bibe û mafên zarokan bên parastin. Em hêvî dikin ew qanûna zarokan ku dê were Lîjneya Giştî bi vî awayî derbas nebe û pêşniyarên me bi cih bînin.”

Kongreya DEM Partiyê

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser kongreya partiya xwe û diyar kir ku amadekariyên wan ên kongreyê berdewam dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo kongereyê konferansên me yên bajaran bi dawî bûn û konferansên herêman berdewam dikin. Em ê bi vê nexşeriya xurtkirina têkoşîna hevpar a demokratîk biçin kongreyê. Ji bo bi beşên cuda re jî nîqaş bên kirin komxebatên me jî didomin. Ji bo kongreyê berpirsyarî dikeve ser milên me hemûyan. Ji hemûyan re serkeftinê dixwazim.”