Jinên penaber ên mexdûrên erdhejê bi netewperestiyê re rû bi rû ne
Li Elbîstanê penaberên ji Suriyeyê him bin kavilan de li mirovên xwe digerin û li dijî sermayê têdikoşin, him jî rastî netewperestiyê tên. Hemwelatiyên ku dibêjin ji bo bi dehan penaberan konekî hatiye dayîn, xwe amade dikin ku ji navçeyê biçin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mereş – Penaberên ji Suriyeyê yên di erdheja li Elbîstanê de malê wan hilweşiya li parkan li konên ku bi derfetên xwe çêkirine dimînin. Hemwelatiyên ku dibêjin piştî erdhejê tenê konekî ji wan re hatiye dayîn dibêjin ku ew bi konên ku ji naylonê çêkirine herî kêm bi 15 kesan re dijîn. Li navçeya ku pileya germê dadikeve bin sifirê derfeta xwe germkirina zarokan nîn e, malbat li bendê ne ku ji navçeyê derkevin.
Dixwazin ji bajê biçin
Malbatên ku di erdhejê de gelek xizmên xwe wenda kirin di sermayê de di nav konan de dimînin. Li konan rewşa zarokan ne baş e, pirsgirêkên cih tê jiyankirin. Malbat di xwegihandina xwarinê de zehmetiyan dijîn. Li navçeya ku berê wan didin cem evî yên alîkariya xwarin, derman û cilan li wir tê kirin destnîşan kirin ku ew malên xwe yên deh salan lê jiyane wenda kirine û amadekarî dikin ku biçin derveyî bajêr.
Konekî dan penaberan
Meryem Hararî ya penaber ku der barê mijarê de em pê re axivîn wiha got: “Em bi salan e li vir dijîn. Em ji Sûriyeyê derketin ahtin vir. Erdhej çêbû, malên me hilweşiyan, em li kolanan man. Hatin xwarinê dan me lê kon nedan. Tenê konekî dan. Niha di vê konê de em hemu malbat dijîn. Em di konan de xwarinê çêdikin, nan çêdikin. Zarokên me li vir li derve ne. Gore jî di lingên wan de nîn e.
‘Zarokên me nexweş dibin’
Meryem Hararî anî ziman ku kesên ji erdhejê rizgar jî bûne ji ber sermayê nexweş dikevin û got: “Me gelek xizmên xwe wenda kir. Niha ji bo ji vir biçin em li bendê ne. Her roj erdhej çêdibe. Em deh sal e li vir dijîn. Gelek zarokên li vê derê dayîkên xwe wenda kirin, niha em nizanin emê çi bikin.”
Hemwelatiyek din a li konê dimîne jî anî ziman ku ew xwestiye alîkariyê bide xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lê ji aliyê rayedarên wê derê ve hatiye lêdan.