Jinên penaber ên Idlibê zehmetiyan dikêşin

Bi sedan jin û zarokên ku di navendên stargehên girêdayî Tehrîr El-Şam de dimînin bi nebûna pêdiviyên jiyanî yên sereke, di nava zehmetiyan de dijîn.

HADEEL EL-OMAR

Idlib – Li Idliba ku di bin dagirkeriya hêzên Tehrîr El-Şam de ye û erdheja di 6’ê Sibatê de bû sedema weraniyek mezin jin di her qadê de rastî zemehtiyên mezin tên. Jinên penaber ên li wargehên Idlibê dijîn zehmetiyên ku ew pê re rû dimînin anîn ziman.

Rewşa tendirustiyê xirab e

Rişam El-Zên a ji ber sermayê û nebûna xizmetguzariyek zarokên wê nexweş ketin rewşa xwe bi van gotinan tîne ziman: “Ev navenda stargehê ku tevî zarokên xwe tê de dijîm bi her awayî ji bo jiyanê nebaş e, hemû xizmetguzarî û pêdiviyên jiyanî yên bingehîn weke av, elektrîk û germbûn, derman û xwarinê tê de tune ne.”

Rişam El-Zên Ji bo dermankirina zarokên xwe yên bi giranî nexweş ketine 5 kîlometreyan dimeşe ji bo bigihîje nexweşxaneyê.

Şertên xirab ên jiyanî

Rişam El-Zên da zanîn ku hemû hewldanên wê yên ji bo ji xwe re cihekî jiyanê bi aramtir bibîne bêencam mane ji ber ku kiriya malan gelekî zêde bûye û êdî nikare barê jiyanê hilgire. Diyar dike ku di encama rûxandina mala ku tê de berê diman, hemû tiştên malê winda bûne û wiha didomîne: “Stargehên di bin serpereştiya rêxistinên mirovî de, ji yên Wezareta Pêşveçûnê ya girêdayî Tehrîr El-Şam baştir in. Ji ber ku ji bilî carek xwarinê tiştekî ji penaberan re pêşkêş nake. Li gorî bîlançoyên navxweyî, hejmara penaberên erdhejî 171 hezar e. Bi hezaran mirov di navendan û kampên tevlihev ên dûr, di nava zeviyên çandiniyê û çiyayan de dimînin di şert û mercên mirovî gelek xirab in.”

Ava paqij nîn e

Menar El-Ebûd yek ji mexdûrên erdhejê ye û cihê ku lê dima, ji ber baran û lehiyê rûxiyaye, konê wan ji binî ve hilweşiyaye û bi bi van gotinan êşên xwe derdibirîne: “Temamiya şevê em li derve li ber baranê man. Tu rojan me bawer nedikir ku em di van rewş û mercên trajîk de bijîn. Bi penaberiyê, bê aramî bi tunebûna pêdiviyên jiyanî yên bingehîn êşa xelkê duqat bûye. Destavên navendê li derdora 200 metroyan dûrî cihê me ne, ava paqij, xurek û navendên tendrustiyê jî nîn in. Her wiha ronahî û elektrîk jî hema bibêje tune ye.”