Jinên palewan li Hindistanê dest bi grevê kirin

Li Hindistanê jinên palewan negirtina ji peywirê ya serokê federasyonê Brij Bhuşan Singh ê ku li dijî sprobaz tecîza zayendî kiribû, şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Hindistanê, piştî ku serokê federasyonê Brij Bhuşan Singh tacîza zayenda li dijî sporbazan kiribû, dabû xuyakirin ku îstîfa kiriye, palewanan dest bi çalakiyên portesyoyî kirin. Rayedarên hikumetê piştî bihîstina bûyerên tacîza zayendî dabûn xuyakirin lu dê dest bi lêkolînan ikini kinozê xwe bi cih neanîn.

Jinên sporpaz di meha Çileyê de ji bo Brij Bhuşan Singh were darizandin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Hikumetê di dema çalakiyan de dabû xuyakirin ku Brij Bhuşan Singh dê çend hefte bikeve nava kizakê û lijneyek ku xebatên federasyonê lêkolîn bike hatibû avakirin. Her çendî serokê federasyonê îstifaya xwe diyar kiribe jî hê zelal nîn e ka peywira xwe diomîne yan na.

Dê beşdarî pêşbaziyên navneteweyî nebin

Palewanan ji bo Brij Bhuşan Singh were gitin duh careke din dest bi çalakiyê kirin. Jinên palewan, gotin ku ger Brij Bhuşan Singh li ser peywirê bimîne dê li ser navê Hindistanê beşdarî pêşbaziyan nebin. Heft jinên palewanên din jî diyar kirin ku berê rastî tacîza zayendî ya Brij Bhuşan Singh hatine û giliyê polîsan kirin.

Parvekirina di medyaya dîjîtal de

Palewanê Hindistanî Vineş Phogat, ji medyaya dijital duh bi şev wêneyê çalakgerên ku li kolanê razane hatiye kişandin parve kir û li bin wêne wiha nivîsî “Ji ser mînderê raneke! Li bin asîman, hêviya edaletê.” Vineş Phogat berê diyar kir ku berê 10 jinên palewan jê re gotine ku Brij Bhuşan Singh ji aliyê zayendî ve wan tacîz kiriye.