Jinên Misrî behsa Jineolojiyê kirin: Divê bigihîje hemû kesan

Jinên Misrî behsa Jîneolojiyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destgirtin kirin, bal kişandin ser asta ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye û diyarkirin ku divê Jineolojî bigihîje hemû civakan.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Jînelojî weke têgîneke ku di wateya Kurdî de ji peyva (jin) û bi zanista latînî (lojî) pêk tê, cara yekem di sala 2009’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di paraznameya wî ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê hatiye bikaranîn. Di koka etîmolojîk a peyvê de Jin û Jiyanê anîna ber hev, nîşan dide ku Jineolojî têkiliya bi bandor a di navbera jin, jiyan û zanistê dihewîne.

Weke têgîn ‘zanista jinê’ ye, di xwendinên saziyan de têgînên weke ‘zanista jiyanê’, ‘zanista civakê’, ‘zanista jiyana hevpar’, ‘zanista ku xwe dispêre agahiyên modernîteya demokratîk derdixe holê’ digre nava xwe. Jineolojî sîstema qirkirinê li ser têkiliyên bi zordestiya mêr ve girêdayî, hedef dike ku nêzîkatiyên desthilatdariyê ya jiyana navendî biguherîne. Jineolojî li gelek welatên cîhanê bala jinan dikşîne û jinên Misrê jî vê zanistê û hûrguliyên wê lêkolîn dike.

Soha Abdel Nasser ku bi zarok û jinên xwedî pêwêstiyên taybet re eleqedar dibe, Seroka Yekitiya Jinên Partiya Lîberal a Misrê Şaima El Şeverbî nêrînên xwe yên der barê Jineolojiyê de ji ajansa me re anîn ziman. 

‘Jineolojî pirsgirêkên ku jin dijîn digre dest’

Soha Abdel Nasser diyar kir kir ku gotinên der barê Jineolojiyê de yên mîna ew di aliyê biyolojîk de zanista jinan e xelet e û got: “Jineolojî der barê azadiya jinan û civakê de mijarên cuda digre nava xwe. Jineolojî pirsgirêkên ku jin dijîn bi awayekî berfirehtir digre dest û hedef dike ku hişmendiya rola di civakê de li jinan hatiye barkirin biguherîne. Bi vî awayî dibe alîkar ku gelek pirsgirêk werin çareserkirin. Dema em dibêjin pirsgirêkên ku jin dijîn, em behsa bandorên krîzên psîkolojîk, civakî, aborî û polîtîk dikin.” 

Soha Abdel Nasser da zanîn ku di pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de di parastina mafan de, pêşîlêgirtina tundiya ku jin rastî werin û di van mijaran de piştevaniya der barê hişyariya civakî ya jinan de sûdek girîng pêk aniye. Soha Abdel Nasser wiha got: “Zanista Jineolojiyê bi beşek diyar re sînordar dimîne. Divê ji bo bigihîje zêdetir jinan, li ser xebat werin meşandin. Ji ber Jineolojî, bandor wê ya ku guherîna fikrê civakê yê ku jinê dixwe di qalib de heye.”

 ‘Di erdnîgariya Kurd de bi gelemperî tê zanîn’

Seroka Yekitiya Jinên Partiya Lîberal a Misrê Şaima El Şeverbî anî ziman ku zanista Jineolojiyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destgirtin û wiha got: “Di erdnigariya Kurd de bi gelemperî tê zanîn. Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, jinan zanista Jineolojiyê bi hûrgulî girt dest û bû xwedî agahiyan. Zanista Jineolojiyê, her mijara der barê jinan de digre dest û pê re eleqedar dibe. Jinên ku ji bo mafên jinan têdikoşin, ji bo hegemonyaya mêr bişkînin, di mijara xwezaya jinan û jiyanê de divê êdî were qonaxeke cuda. Divê ji jinên hemû qadan de behsa Jineolojiyê were kirin, ji ber gelek jinên ku xebera wan ji Jineolojî û girîngiya wê tune ye hene.”