Jinên Misrê ji bo jinên Îranê banga hevgirtina navneteweyî kirin

Aktîvîstên jin ên Misirê, bertek nîşanî cezayên girtîgehê yên li Îranê ji bo aktîvîstên jin tên dayîn û binpêkirinên mafên ên tên kirin dan û wiha gotin: “Li dijî binpêkirina mafên jinan pêwîstî bi çalakiyên navneteweyî heye.”

ASMAA FATHI

Qahîre- Aktîvîstên jin ên Misrê, bertek nişanî der barê aktîvîstên bi navê Fatîma Tadrîsî û Maryam Celal Husseînî ku beriya niha li Îranê 6 sal cezayê girtîgehê hate dayîn, 2 sal sirgûnê bajarê Zencanê hatin û bi îdiayên ‘heqaret li Hamaneyê kirine’, ‘Xerakirina ewlehiya welat û propagandaya li dijî rejîmê’ de dozek nû hate vekirin dan.

'Ji ber daxwazên xwe tînin ziman tê cezakirin’

Seroka Heyeta Mutewelî ya Weqfa Pêşketin û Hiqûqê ya Qahîreyê û di heman demê de parêzera temyîzê Întîsar Al-Saeed bertek nîşanî cezayên li 2 aktîvîstan hate dayîn da û wiha got: "Bi taybetî ji ber sûcdariyên ku wek ‘xerakirina ewlehiya welat’ û heqareta li Hamanayê kirin’ çarçoveyek berfirehin, cezayê bêheq e. Jinên ku tenê pîşeya xwe dikin, ji ber ku di qada mafên mirovan de daxwazên xwe tînin ziman tên cezakirin. Cezayê sirgûnê ya 2 salan hate dayîn jî zilm û bêedaletiyek e.”

'Jin bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû ne’

Întîsar Al-Saeed, balkişand jin li Îranê bi gelek binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû dimînin û got ku  bi taybetî di salên dawî de li Komara Îslamî ya Îranê şahidê gelek pêkanînên li dijî xwepêşandaran hatine. Întîsar Al-Saeed, dest nîşan kir li Îranê qetilkitina Jîna Emînî bi awayekî eşkere binpêkirina hemû mafên mirovan ên navneteweyî ye û balkişand ku gelek bûyer ku rastiya tundiyê li Îranê eşkere dike hene. Întîsar Al-Saeed, balkişand li ser pirtûka nivîskara Îranî Azar Nafisî ya bi navê “Li Tahranê Xwendina Lolîta” û wiha axivî: “Nivîskar bi pirtûka xwe binpêkirinên ku li Îranê hemwelatî rastî tên vedibêje. Balkişand li ser girîngiya berxwedanê ya li dijî rejîmên paşverû û tundrew ên mafên jinan binpê dikin."

'Jinên Misirê jî ferzkirinan red dikin'

Întîsar Al-Saeed, destnîşan kir jinên Misirê jî rastî heman tiştên di Komara Îslamî ya Îranê de tên jiyîn tên û wiha got: "Jin li dijî hewldanên qelskirina vê îradeyê li ber xwe didin û ferzkirinên rejîmê red dikin. Îro rewş cuda ye û ev plan bêserketfî bû. Ger wiha berdewam bike wê encamên wê diyar bin, lê ya sereke berxwedan e. Rejîma Îranê jî, bi taybetî sûcên xwe yên her roj li dijî mafên jinan rû didin red dike. Tiştên pêktên mafên mirovan binpê dikin.”

'Divê tundî û binpêkirinên mafên mirovan bên redkirin'

Parêzera Dadgeh û Destûra Bingehîn a Bilind Heba Samîr jî, diyar kir divê tundî û binpêkirinên mafan ên Komara Îslamî ya Îranê bên redkirin û xwest jinan binpêkirinên ku rastî tên qebûl nekin. Heba Samîr, bal kişand tundî di peymanên navneteweyî de jî tê redkirin û da zanîn femînîst û aktîvîstên mafên mirovan li Misirê jî dixwazin ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan qanûnek yekgirtî bê derxistin. Heba Samîr, wiha got: “Jin bingeha civakê ne û astengiyên li dijî mafên wan binpêkirin e.”

'Pêwîstî bi çalakiyek navneteweyî heye'

Heba Samîr, diyar kir Komara Îslamî ya Îranê neçare bi binpêkirinên xwe yên dijî jinan re rûbirû bibe û axaftina xwe wiha domand:

“Li dijî binpêkirinên mafên jinan pêwîstî planek çalakiyan a navneteweyî heye. Em dixwazin rastiya têkildarî binpêkirinên li Îranê pêk tên eşkere bibe. Divê di navbera komên mafên wan tên binpêkirin de yekîtiyek bê pêkanîn, binpêkirin bên redkirin, hêza berxwedanê bê avakirin. Divê mirov mafên xwe bigerin û girêdayî mafên xwe bin. Hevgirtîna femînîst a navneteweyî ya li dijî bêedaletiyê, yek ji pêkhateyên herî girîng ên rûbirûbûnê ye."