Fatîma Xelîl: Piştî şoreşê em 8'ê Adarê bi awayekî azad pîroz dikin

Ji Tevgera Hîlala Zêrîn Fatîma Xelîl, diyar kir ku bi şoreşa jinê re bi awayekî azad dest bi pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê kirine û wiha got: "Em ê 8'ê Adarê bi ruhê berxwedanê pîroz bikin, ne tenê rojek her roj bikin 8'ê Adarê.”

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê- Jinan ji bo amadekariya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê îsal dest bi amadekariyên xwe kirin. Tevgera Hîlala Zêrîn ku li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe didomîne jî amadekariyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê didomîne. Yek ji pêşengên tevgerê Fatîma Xelîl, der barê geşedanên beriya şoreşa jinan a Rojava û piştî şoreşê de nirxandinan kir û têkildarî amadekariyên îsal ên 8'ê Adarê agahî da.

'Jin ji bo avakirina civakek demokratîk têdikoşin'

Fatîma Xelîl, destnîşan kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê felsefeya jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl dikin ji bo avakirina civakek demokratîk têkoşîna xwe didomînin. Fatîma Xelîl, bertek nîşanî tecrîda mutleq a li dijî Abdullah Ocalan da û wiha got:

“Têkoşîna ku Rêber Ocalan ji bo azadiya jinan da destpêkirin em didomînin. Îro li gelek welatên cîhanê jin ji ber feraseta serwer a mêr rastî her cure binpêkirinan tên. Ji bo ku em tiştên ji me hatine dizîn vegerînin û rêvebirina xwe û civakê ji cîhanê re îsbat bikin, me dest bi şoreşa jinan a Rojava kir. Di navbera beriya şoreşê û piştî şoreşê de gelek ferq hene. Jin beriya şoreşê di bin navê 'kevneşopî û edetan' de di bin zilmê de bûn. Lê piştî şoreşê jin dikaribûn statuya ku heq dikirin bi dest bixin. Jin êdî ji siyasetê heta hunerê, ji aboriyê heta pozîsyonên pêşengtiyê di gelek qadan de cih digrin.”

'Em ê armancên xwe bi hemû cîhanê bidin nasîn'

Fatîma Xelîl, destnîşan kir ku weke jin êdî xwedî îrade û hêz in, daxwaza mafên xwe dikin û wiha got: “Her sal bi wesîleya 8’ê Adarê di meha Sibatê de xebatên hunerî tên destpêkirin. Ji bilî me rêxistinên jinan jî gelek çalakiyên weke konferans û civînan li dar dixin. Em hêvî dikin ku 8'ê Adarê ji bo hemû jinan azadiyê bîne. Di heman demê de em ê hedef û armancên xwe jî di cîhanê de bidin nasîn.”

'Ji bo komên jinan perwerdeya enstrumanan tê dayîn'

Fatîma Xelîl, diyar kir ku bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido perwerdeya enstrumanan ji bo komên jinan ên muzîkê tê dayîn û wiha got: “Heta niha 4 komên me yên jinan hebûn. Komên jinan dê di çalakiyan de hunerên xwe pêşkêş bikin.” Fatîma Xelîl, diyar kir ku bi pêşengiya şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re wê 8'ê Adarê bi coşek mezin pîroz bikin û wiha got: "Beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê tê bîra min. Hikûmeta Şamê pîrozkirina 8'ê Adarê ji bo jinan asteng dikir. Piştî şoreşa xwe em dikarin 8’ê Adarê bi awayekî azadî pîroz bikin. Em ê îsal bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' bi ruhê berxwedanê 8'ê Adarê pîroz bikin. Em ê ne tenê rojek her roj bikin 8'ê Adarê.”