Jinên Misirî: Divê li dijî şîdetê şiyarî çêbibe

Jinên Misirê bal kişandin ser girîngiya xebata ji bo şiyariya li dijî şîdeta ku li her derê heye û xwestin zagon bi awayê ku wekheviya jin û mêr pêk bînin werin sererastkirin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Li Misirê ku bûyerên şîdet û tacîza li dijî jinan zêde bûne, li gorî daneyan di deh salên dawî de her diçe bûyerên bi vî rengî zêdetir dibin. Jinên ku rastî her cure şîdetê tên, hewl didin vê yekê bidin rawestandin û dengê xwe bidin bihîstin. Sê jinên ku parêzvanên mafên jinan in û ji bo jinên rastî şîdetê tên têdikoşin, bi xebatên xwe hewl didin civakê şiyar bikin.

Nivîskar û rojnameger Karîma Kemal ku di çarçoveya kampanyaya ‘16 Rojên Çalak’ de dixebite diyar kir ku krîza aborî ya li welat bandorê li ser civakê kiriye û got: “Herî zêde jî bandorê li ser jinan dike. Jin di atmosfereke wiha de hewl didin bixebitin. Jin hem li malê hem jî li derve gelek berpirsyariyan digrin ser xwe. Bi taybetî di qada giştî de rastî şîdetê tên. Ji bo bikaribin peywirên xwe bi cih bînin piştgiriyê nabînin. Jin dizanin ku di nava civakê de çendî bi bandor in lê divê dema ku tiştek bikin, weke ku neçar bin nekin lewre ev neçarî di encamê de şîdetê bi xwe re tîne.”

‘Şiyarî girîng e’

Karîma Kemal diyar kir ku perwerde di guherandina vê rewşê de xwedî roleke girîng e û wiha domand: “Jin çiqas serkeftî bin jî zihniyeta mêr vê yekê nabîne ji ber ku vê zihniyetê jinan ji mêr kêmtir dibîne û dixwaze li ser jinan kontrolê çêbike. Divê rêz ji jinan re were nîşandan û ev yek jî bi şiyariya civakî, perwerde û rola medyayê dikare çêbibe. Ji bo wekheviya jin û mêr, ev yek girîng in.”

‘Mafên jinan tune tên dîtin’

Seroka Komeleya Jinan a ji bo Pêşketinê Cumhurî Abdul Rehîm jî bal kişand ku ji bo şîdet ji holê rabe divê di zagonan de guherîn û sererastkirin çêbibin û diyar kir ku bi şîdeta aborî, fizîkî, derûnî û hwd. mafên jinan tune tên dîtin. Cumhurî Abdul Rehîm, da zanîn ku ev tevger û helwest ji ber zihniyeta mêr çêdibin û got ku ji ber vê yekê divê li dijî şîdetê têkoşîn were dayîn. Cumhurî Abdul Rehîm got: “Di bûyerên şîdeta nama malê de bandora zagonan heye. Di bûyerên şîdeta li ser jin û zarokên keç de divê cezayê giran li sûcdaran were birîn lewre bi cezayên wiha dikar pêşî li şîdetê were girtin.”

‘Divê kapmanyayên perwerdeyê werin lidarxistin’

Parîzer Amîra Salem jî bal kişand ku yek ji rêbazên herî girîng ên pêşîgirtina şîdetê terzê mezinkirina nifşa nû ye û wiha domand: “Perwerde, kampanyayên şiyariyê, vegotina mafên jinan û xebatên di vî warî de dê guherînê çêbike. Divê di jiyana xebatê de li ser wekheviya zayendan baldarî hebe. Mînak di warê mehane yan jî heqdestan de gelek gazin hene. Divê ji bo jin û mêr wekhev be. Tevî ku jin û mêr heman karî dikin jî jin kêmtir pere digrin. Divê di qada giştî de mekanîzmayên ku mafên jinan pêk tînin werin avakirin. Bi taybetî di bûyerên tacîzê de dema ku serî li riyên zagonî didin divê rayedar tişta dikeve ser wan bikin.”