Jinên Minbicê: Modela me ya hilbijartinê mînak e

Jinan diyar kirin ku hilbijartinên herêmî yên di 11'ê Hezîranê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên lidarxistin, pêngaveke dîrokî ye û destnîşan kirin ku modelên hilbijartinê dê ji welatên cîhanê re bibe mînak.

SILVA EL-IBRAHIM

Minbic- Hilbijartinên xwecihî yên ku dihat plankirin di 30’ê Gulanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin, ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan ve ji bo temamkirina amadekariyan û bi temamî pêkanîna prensîbên Peymana Civakî ji bo 11’ê Hezîranê hat taloqkirin. Sîstema hevserokatiyê, kotaya zayendî ya ji sedî 50 û pêvajoya hilbijartinê ya ku namzetên jin ji aliyê jinan ve tên diyarkirin, di warê demokrasî û destkeftiyên jinan de li cîhanê yekemîn in.

Jinan hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke pêngaveke dîrokî pênase kirin, jinan bal kişand ser pêşengiya jinan di vê pêvajoyê de û peyama têkoşîna hevpar dan.

'Pergala me layîq e ku hemû welatên cîhanê re bibe mînak'

Endama Koordînasyona Civaka Jin a Zenûbya Meryem Osman hilbijartinên şaredariyan weke pêngaveke dîrokî nirxand û diyar kir ku berê mafê jinan ê dengdayîn û hilbijartinê kêm bû û tevlîbûna jinan a hilbijartinê serkeftinek mezin e. Meryem Osman bal kişand ser têkoşîna jinan û got: “Jinan piştî têkoşîn û kedeke mezin ev destkeftî bi dest xistin. Îro jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîna xwe ya azad xwe diafirînin. Sîstema me layîqe ku ji hemû welatên cîhanê re bibe mînak. Di serdema DAIŞ’ê de jin bi pereyan weke kole dihatin firotin. Em jinên ku di serdema DAIŞ'ê û îro de, ango bûn şahîdê veguherîna dîrokî, bi tevahî azad dikarin xwe îfade bikin. Diruşmeya 'Jin jiyan azadî' ku bi Şoreşa me ya Rojava tê naskirin, îro bûye sloganeke cîhanî.”

'Jin dîroka xwe ya hevpar bi têkoşîna hevpar dinivîsin'

Meryem Osman destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê yekane û yekemîn modela ku wekheviya zayendan temsîl dike ye û wiha pê de çû: “Wateya rast a wekheviyê bi hevserokatiyê tê temsîlkirin. Jin bêyî ku rastî zextan bên dikarin bibin namzet an jî namzetên xwe diyar bikin. Wan namzetên ku bi vîna xwe nûnertiya wan bikin hilbijartin. Jin bi têkoşîneke hevpar dîroka xwe ya hevpar dinivîsin. Heta ku em li hev neyên û mil bi mil şer nekin em nikarin bi ser bikevin. Çawa ku Rêber Abdullah Ocalan gotiye, îro em dîroka jinê dinivîsin. Koletî nehatiye nivîsandin, lê wê dîroka azadiya jinê bê nivîsandin. Em ê Konfederalîzma Jinên Demokratîk ava bikin.”

'Ji bo guhertina demokratîk me gavên girîng avêtin'

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê ya Rêveberiya Xweser Ezab El-Ebûd diyar kir ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re pêngaveke mezin ji bo hesreta jiyana hevpar û demokratîk a gelan hatiye avêtin û sîstema Rêveberiya Xweser a ku di pêvajoya avakirinê de pêş ketiye û gelek destkeftî bi dest xistine, bi taybet hevserokatî, afirandina jiyaneke adil û wekhev armanc dike. Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku Peymana Civakî li gorî ruhê jiyana hevbeş a gelan e û jiyana giştî û têkiliya di navbera pêkhateyên Rêveberiya Xweser de bi rê ve dibe û wiha erdevam kir:

“Hemû destpêşxeriyên navneteweyî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê têk çûne. Krîza li herêmên derveyî herêmên Rêveberiya Xweser hîn jî didome. Tevî zextên dewleta Tirk, gefên giran û hewldanên parçekirina gelê me, em li ber xwe didin. Me gavên girîng ji bo guhertina demokratîk avêtin, bi têkbirina zihniyeta mêr a ku hikûmeta Şamê ev zêdetirî nîv sedsal e li ser gelê Sûriyê kiriye. Hilbijartinên me yên şaredariyan wê bibe xala vegerê. Hilbijartin nîşaneya biryardariya di avakirina sîstemeke demokratîk de ye ku biryara gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîng be."

'Wê hilbijartineke ku baweriya gel pê hebe were kirin'

Şehrîban Cawîş ku beşdarî Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Kantona Minbicê bû, teqez kir ku dê li herêmê yekem car hilbijartin li ser esasê zagona hilbijartinê were kirin û ew dixebitin ku ev hilbijartin bi awayekî rêya demokratîk pêk werin. Şehrîban Cawîş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Pêvajoyek bû ku jin û partiyan namzetên xwe diyar dikirin. Hûn dikarin serbixwe jî beşdarî hilbijartinê bibin. Lîsteyên berendamên diyarkirî dê ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê re bên şandin. Li parêzgehan jî komîsyonên hilbijartinê hene ku ji nûnerên saziyên serbixwe pêk tên. Ev endamên komîsyonê dê roja hilbijartinê bi awayekî bêalî sindoqan kontrol bikin. Ev gav ji bo me pir erênî ye. "Ew ê bibe hilbijartinek ku baweriya gel pê hebe."