Jinên Minbicê: Heta ku DAIŞ neyê darizandin dê birînên me nekewin

Jinên Minbicê behsa zilma çeteyên DAIŞ'ê kirin û gotin ku heta çeteyên DAIŞ'ê neyên darizandin dê birînên wan baş nebin loma biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di cih de dibînin.

SIBELIA EL-IBRAHIM

Minbic- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di daxuyaniya xwe ya di 10’ê Hezîranê de ragihand ku endamên DAIŞ’ê yên di girtîgehên herêmên wan de ne dê bên darizandin. Bi vê biryarê re dê zêdetirî 10 hezar endamên DAIŞ’ê di bin sîwana Dadgeha Parastina Gel û Encûmena Dadmendiya Civakî de li gorî qanûnên navdewletî û herêmî bên darizandin.

'Li bajêr rewşa kaosê ava kir’

Malbatên şervanên ku di têkoşîna rizgarkirina herêmên di bin destên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, piştgirî dan biryara Rêveberiya Xweser. Nabîha Al-Huseyîn a 65 salî ji gundê Moqbilat Al-Bireh ê başûrê rojavayê bajarê Minbic yê bakur û rojhilatê Sûriyeyê, wiha got: "DAIŞ’ê di dawiya sala 2013’an de bajarê Minbicê dagir kir û li bajêr hawirdorek kaosê ava kir. Leşkerên bi pere bi dagirkirina Minbicê re li bajêr dest bi zexta li ser gel kirin, qanûnên bêhiqûqî ferz kirin, di her warî de sînoran çêkirin, jinan neçarî hicabê û mêran jî neçarî lixwekirina cubeyên dirêj kirin.”

'DAIŞ'iyan kesên nedixwestin tevli wan bibin digirtin’

Nabîha Al-Huseyîn a behsa zilma çeteyên DAIŞ’ê kir, wiha got: “Endameke DAIŞ’ê em rawestand û pirsa çima em çavên xwe bi peçeyan nagirin kir. Di nava gel de bi pêkanîna sûcên dijmirovî yên weke serjêkirin û darvekirinê, tirsê da avakirin. Carekê li gund serê mêrek temenê wî mezin hat jêkirin û cenazeyê wî bi rojan daliqandî ma. Rojek çeteyên DAIŞ'ê gund dorpêç kirin û yek bi yek li malan geriyan. Di serdegirtinan de çekên ferdî yên ku mirovan ji bo parastina malbatên xwe rakiribûn, girtin û wê demê kesek jî girtin. Mijara çekê hincetek bû, ji ber ku mirovan tevlibuna nava wan red dikirin, dihatin qetilkirin.”

'Nehiştin ez ji bo kurên xwe şînê bigrim’

Nabîha Al-Huseyîn diyar kir ku ji 7 zarokên wê 2 jê ber ku nexwestin tevli wan bibin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin girtin û wiha got: "Min dît nîvê şevê çawa destên zarokên min girêdan û bi bandên reş çavên wan girtin lê ez nikaribûm tiştekî bikim. Gel ji ber xizmên xwe meraq dikirin diçûn navendên DAIŞ'ê. Ez jî ji bo pirsa zarokên xwe çûm. Lê gef li min xwarin û min dûr xistin. Dema ku min fêm kir zarokên min hatine qetilkirin, min xwest şînê bigrim lê destûr nehat dayîn, asteng kirin nehiştin ez konê şînê vegirim.”

'Dema ku bajar rizgar bû jiyanê ji nû ve dest pê kir’

Nabîha Al-Huseyîn da zanîn ku dema Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 1'ê Hezîrana 2016'an de ragihand, bihîst gelek kêfxweş bû, wiha got: "Em ji bo ku herî dawî ji hemû neheqiyan rizgar bibin, gelek kêfxweş bûn. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çeteyan têk birin û heta gundan, her derê rizgar kirin. Di Tebaxa 2016’an de bajêr bi temamî rizgar kirin û me ji nû ve dest bi jiyanê kir.”

'Heta DAIŞ neyê darizandin dê birînên me baş nebin’

Nabîha Al-Huseyîn anî ziman ku ew piştgiriyê dide biryara Rêveberiya Xweser a ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê û wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi hezaran mirovên bêguneh qetil kirin divê hesab bidin. Heta DAIŞ’î neyên darizandin dê birînên me baş nebin.”

Di gorên komî de li hevjînê xwe yê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin digere

Yek ji wan kesên ku di dema dagirkirina bajarê Minbicê de endamên malbata xwe winda kir, Fadîa Ahmed Al-Huseyîn a 40 salî ya ji gundê Moqbilat Al-Bireh e. Fadîa Ahmed Al-Huseyîn diyar kir ku hevjînê wê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyan ve bi pereyê li ser xwe ve hatiye girtin û wiha got:

“Piştî dîlgirtina hevjînê min, tevî hemû êşên min kişandin jî neçar bûm debara malbata xwe bikim. Di destpêkê de hevjînê min ji bo dev ji parêzeriyê berde rastî gelek gefan hat lê ew bi îsrar bû netirsiya. Piştî demeke kurt hevalek wî hat û got hevjînê min ji aliyê çeteyan ve hatiye girtin. Demek piştî girtina wî, min biryar da li girtîgehê serdana wî bikim. Di girtîgehê de min çend caran bi wî re hevdîtin kir lê her carê hêviya min dişikiya. Hevjînê min bi tendurist bû lê di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.”

Fadîa Ahmed Al-Huseyîn, diyar kir ku cenazeyê hevjînê wê nedane û wiha got: "Ez di gorên komî yên dihatin vekirin de li cenazeyê hevjînê xwe digerim lê heta niha min nedît. Dema me bihîst ku seferberiya rizgarkirina Minbicê dest pê kir, me fêm kir ku em ê ji nû ve bêhna azadiyê bigrin. Em ji neheqiyên ku li me hatine kirin xilas bûn, ji nû ve vegeriyan jiyanê. Em dixwazin endamên DAIŞ’ê demildest bên dadgehkirin.”