Jinên Minbicê debara xwe bi masigirîyê dikin

Jinên Minbicê bi masiyên ku bi encama hewildanên demdirêj li Çemê Firatê digrin re debara xwe dikin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic -  Li Mezopotamyayê çandinî û masîvanî xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, jinên gundewarê Minbicê jî ji bo debara xwe misoger bikin bi çandinî, sewalkarî û masîgiriyê mijûl dibin. Aîsha Al-Yûsif a dayika 4 zarokan, li gundê Al-Shajara ya li ser Çemê Firatê ya bajara Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinêre dijî û masîvaniyê dike.

Aîsha Al-Yûsif a niha 40 salî ye, ji 11 saliya xwe ve masîgiriyê dike û tevnkariyê dike. Aîsha Al-Yûsif da zanîn ku li gundê xwe yekem zaroka keç a masî digre ye, wiha dibêje: "Ji aliyê civakê ve rastî tu tacîz û îftirayê nehatim,. Ji ber ku li ser çem baberik vekirin werêktî dixwaze, ez jî li gund yek ji wan zarokên keç ên yekem car masîgirî dikin im. Ji derveyî tora masiyan çêdikim û difiroşim.”

Masîgirî yekane çavkaniya wê ya debarê ye

Aîsha Al-Yûsif a ku piştî zewicî jî dest ji pîşeya xwe ya masîgiriyê berneda, wiha axivî: “Piştî zewaca xwe 10 roj şûnde min dest bi masîgiriyê kir. Masîgirî yekane çavkaniya min a debarê ye. Hevjinê min jî masîvaniyê dike û piştî ku em zewicîn, me bi hev re debara xwe bi masîgiriyê kir. Niha zarokên min mezin bûne û ez bi kurê xwe yê biçûk re masiyan digirim. Hevjinê min niha bi berdewamî bi çandiniyê re mijûl dibe û zeviyan cot dike.”

Aîsha Al-Yûsif a behsa çawa masiyan digre dike û wiha dibêje: “Em tora masiyan di saetên nîvro de dirêj dikin û roja din ji bo bifiroşin bazirganan û masiyan biparêzin, berbanga sibê de kaşdikin. Ji ber ku ger firotin dereng dibe dê goştê masiyan xera bibe. Ne tenê ez, li gund nêzî 4-5 jinên din wek min masiyan digirin. Ji ber ku min hertim masiyan girtiye di destên min de egzama çêbû. Bijîşk diyar dikin ku divê ez masiyan negirim, lê ez nikarim dev ji vî karî berdim, ji ber ku ev kar çavkaniya debara min e.

Ji bo masîgirtinê gelek astengiyan derbas dike

Zerîfa Al-Jassem a 45 salî ya ji gundê Al-Halûl ê başûrê rojhilatê Minbicê ye, , mîna gelek kesên li Çemê Firatê dijîn debara xwe bi masîgiriyê dike. Zerîfa Al-Jassem û hevjinê xwe piştî nîvro piştî ku 500 metre di navbera gir û rêyên dijwar de ji bo masîgirtinê dimeşin ber bi qeraxê çem ve diçin. Zerîfa Al-Jassem da zanîn ku ew 15 sal in ji bo hewcedariyên xwe yên bingehîn pêkbînin masîvaniyê dike û wiha got: "Dema ku min hefteyên ewil ên dest bi masîgiriyê kir, ez ditirsiyam ku li keştiyê siwar bibim. Lê piştî ku ez baş ferbûm keştiyê bikarbînim, bêyî tirs çem derbas kir û ji wê demê ve em debara xwe bi pereya ji masîgirtinê tê dikin.”

'Ev pîşe êdî bûye perçeyek ji jiyana me'

Zerîfa Al-Jassem der barê rêjaya jinên masîvanî dikin de diyar kir ku tenê ew li gundê Helûl bi masîgirtine re mijul dibe û wiha got: "Pîşeyê masîgiriyê ji du kesan pêkte, yek kenîn kaş dike û yê din jî tor avêje.  Ji ber vê yekê ye carnan bi birayê xwe re, carna bi bavê xwe re û carinan jî bi hevjinê re diçim. Li gorî şert û mercên hewayê, bayê, bilindahiya pêlan em biryara girtina masiyan didin. Ez di melevaniyê de ne başim û xeteriya jiyanê ya masîgirtine heye. Ji ber ku tu çavkaniyên me yên din ên debarê nînin. Ev pîşe êdî bûye parçeyek ji jiyana me."

Zerîfa Al-Jassem di dawiyê de der barê hejmara masiyên ku rojane digirin de wiha dibêje: "Carna em nêzî pênc masiyan digirin, carinan jî nagirin. Demsala masîgirtinê zivistan e, lê di biharê de qedexe ye. Ji ber ku mehên havînê pêvajoyên pirbûna masiyan e, masîgirtin qedexe ye û nîvê meha Hezîranê qedexe girtinê radibe.”