Jinên Mexrîbî bang li rayedaran kirin ku bi erka xwe rabin

Jinên ku li Rabata paytexta Mexrîbê hatin cem hev, rapora tundiya li ser jinê ya di navbera salên 2021-2022'an de eşkere kirin. Jinên ku raporê ji ajansa me re nirxandin, ji rayedarên dewletê xwestin ku erka xwe pêk bînin.

HANAN HARITE

Mexrîb – Komîteya Neteweyî ya Li Dijî Tundiyê Piştevaniya Mexdûrên Jin di civîna xwe ya duh a li Rabatê de rapora xwe ya du salan a 2021-2022’an eşkere kir. Di dema ku gelek jin beşdarî civînê bûn, aktîvîsta mafên mirovan û Seroka Komîteya Neteweyî ya Li Dijî Tundiyê Piştevaniya Mexdûrên Jin Zuhûr El-Hur têkildarî civîn û raporê ji ajansa me re axivî. Jinan hem detayên hevdîtinê û hem jî naveroka raporê parve kirin.

Zuhur El-Hur da zanîn ku civîn di çarçoveya tevgera mafên mirovan a parastina mafên jinan de hatiye lidarxistin û got ku di raporê de rêze çavdêrî û amarên li ser tundiya li ser jinan cih digirin. Zuhûr El-Hur bal kişand ku şîdeta fizîkî ya li ser jinan yek ji şîdetê herî zêde ye û cihê ku herî zêde jin lê rastî şîdetê tê mal e û wiha got: “Jin bi giştî rastî şîdeta malbatê tên, ango şîdeta hevseran. Her wiha qada giştî li gorî qada taybet rêjeya herî zêde ya bûyerên şîdeta li ser jinê temsîl dike. Em dikarin bibêjin ku şîdeta dîjîtal jî berbelav e û her ku diçe zêde dibe.” 

'Divê ILO 190 bê bicihanîn'

Zuhur El-Hur diyar kir ku li dijî tacîz û şîdeta li cihê kar peymaneke navneteweyî heye, lê Mexrîbê ev peyman erê nekiriye û got, "Jinên kedkar rastî tacîz û muameleya heqaretê tên. Ji ber vê yekê, Peymana Şîdet û Tacîzê ya ILO'yê ya 190 divê were erêkirin. Di raporê de ji bo parastina jinên ku rastî îstîsmarê tên, rêze pêşnîyarên tên pêşkêş kirin. Dema ku serî li darazê didin, rastî gelek zehmetiyan tên ku nikarin bigihin xizmetên hiqûqî. ku rastî şîdetê hatine, raporên tenduristiyê yên şîdeta psîkolojîk nayên dayîn. Em dixwazin ev mijar ji ber çavan bê girtin û ji bo jinan raporên tenduristiyê bêpere bên dayîn."

'Jin nizanin çi bikin'

Fatiha El Romman ku ji Navenda Guhdarî û Rêberiya Hiqûqî ya Nejmeyê ya Komeleya Demokratîk a Jinan a Mexrîbê berpirsyar e Fatiha El Romman diyar kir ku raporên aktîvîstên mafên mirovan ên ku bi parastina mafên jinan re eleqedar in diyar dikin ku rêjeya şîdeta li dijî jin û keçan zêde bûye. Fatîha El Romman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Îro ji bo parastina jinên rastî şîdetê hatine, em behsa çareserkirina pirsgirêka xaniyan dikin. Tê gotin ku jin li dijî tundiyê bê perwerde ne, lê em dibînin ku jinên perwerdekirî dikarin gihandina agahiyan jî dema tûşî şîdetê dibin bi tirs û bêçaretiyê re rû bi rû dimînin. Jin xwe bê parastin û bê ewle hîs dikin. Ji lewra nizanin wê agahiyan çawa bikar bînin. Pirsgirêkên psîkolojîk bi şîdetê re çêdibin, ji ber vê yekê nizanin agahiyên xwe çawa bikar bînin.”

Daneyên li ser şîdetê zêde dibin

Rapor nîşan dide ku jin li bajaran ji herêmên gundewar bêhtir metirsiya tundiyê dibînin. Bûyerên şîdetê li bajaran ji sedî 98 û li gundan jî ji sedî 2 ye. Di raporê de hat destnîşankirin ku hejmara dosyayên der barê şîdeta li ser jinan a li dadgehên asliyeyê de 15 hezar û 744, dosyayên sûcan ji sedî 91, hejmara dosyayên der barê şîdeta li ser jinan de ku li dadgehên îstînafê hatine kirin jî derketiye hezar û 503, ango ji sedî 9. Di raporê de hat diyarkirin ku Saziya Cendirmeyan a Qraliyetê işaret bi zêdebûna ji sedî 88’ê şîdeta li hemberî jinan ango di nava rojê de bi qasî 21 hezar û 736 bûyeran zêde bûye, her wiha hat destnîşankirin ku herî zêde di navbera 18-40 salî de şîdeta li hemberî jinan tê bikaranîn. Hat destnîşankirin ku di hemû bûyeran de ji sedî 68,8 kategoriya ku herî zêde şîdet lê hatiye kirin kategoriya jin û hevjînan e.

Banga çalakiya qanûnî û îdarî

Di raporê de hat diyarkirin ku ji sedî 75’ê jinên rastî îstismarê têb ji bajarokan hatine û ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve tên meyzzekirin û li gorî daneyên wezaretê ji sedî 25’ê îstismarkirin û lênêrînê yên li van jinan pêk tê herêmên gundewarî. Di raporê de banga tedbîrên qanûnî û îdarî ji bo rûbirûbûna tundiya li ser jinan hat kirin û ji bo çareserkirina vê diyardeyê 20 pêşniyar û zêdetirî 40 tedbîr hatin pêşkêşkirin.