Jinên Mexribê li aqûbeta qanûna jinan dipirsin
Saziyên jinan ên Mexribê destnîşan dikin ku her sal di nav çarçoveyek civakî, aborî û siyasî ya tevlihev de jî di 10’ê Cotmehê de Roja Jinên Neteweyî tê pîrozkirin, lê aqûbeta qanûna derbarê mafên jinan de, nayê zanîn.

HENAN HERÊT
Mexrib – Komeleyên jinên Mexribê banga lezandina reformên Qanûna Malbatê û qanûnên têkildarî mafên jinan kirin. Komele, hevgirtinek berfireh a bi tevgera ciwanan re nîşan dide. Tevgera ciwanan ku daxwaza edaleta civakî û wekheviyê dike. Ev di nav nezelaliya li dora çarenûsa van reforman de tê. Tevî ku di ser şandina wan a ji Komîteya Nivîsandina Qanûnî re meh derbas bûne jî.
20 sal beriya niha Qanûna Malbatê ya li Mexribê hat pejirandin û Roja Jinên Neteweyî hat îlankirin. Her sal di 10’ê Cotmehê de ev roj tê pîrozkirin. Lê pirsên bendewariyê ji bersivên serkeftinê bêtir bi xwe re tîne. Her çiqas welat reformên Cotmeha 2004’an bi bîr tîne jî, îro dîmen bi bêdengiya fermî û derengketina hikûmetê di ya derbarê çarenûsa sererastkirina Kodê de serdest e. Di nav dengên jin û ciwanan ên ku daxwaza reformên berfireh dikin ku wekhevî û edaleta civakî pêşve bibin de. Rêveberiya welat di wê demê de xalek werçerxî ya yasayî ya wêrek di mafên jinan de nîşan dabû.
‘Welat bi kêliyek girîng re rûbirû ye’
Ev nîqaş di heman demê de di nav şert û mercên civakî yên nazik ku Mexrib tê de dijî de tê. Şertên ku xwepêşandanên ciwanan ên bi daxwaza baştirkirina şert û mercên aborî û civakî dikin. Ciwan bi tevgereke sivîl û jinan re dikevin navberê û pirsên welatîbûn, maf û rola jinan di veguherînên heyî de ji nû ve derdixin holê. Di navbera sembolîzma siyasî ya Roja Jinên Mexribî û hêviyên kombûyî yên li dora pêşnûmeya Koda Malbatê de, xuya ye ku welat bi kêliyek girîng re rû bi rû ye. Kêliyek ku ne tenê bi qanûnê ve girêdayî ye, di heman demê de bi şeklê civaka ku Mexribî, hem mêr û hem jî jin, piştî du dehsalan reformê dixwazin. Di vê çarçoveyê de, Komeleya Pêşbaziya ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê, di daxuyaniyekê de bi boneya Roja Jinên Neteweyî, hişyarî da ku rewşa giştî ya jinan li Mexribê hewceyê hişyariya kolektîf û berpirsyariya hevbeş e. Komeleyê balkişand ser berdewamiya nîşaneyên nîgeran ên têkildarî ewlehî û mafên jinan, tevî destkeftiyên ku di rêya wekhevî û hêzdarkirinê de hatine bidestxistin.
Komeleyê da zanîn ku qonaxa heyî bi astên bilind ên tundûtûjî û cudakariya li dijî jinan tê xuyangkirin. Komeleyê, banga xurtkirina mekanîzmayên pêşîlêgirtin, parastin û çareserkirinê û avakirina pergalek neteweyî ya yekgirtî ji bo çavdêrîkirin û şopandina tundûtûjiya li ser bingeha zayendî kir.
Dengê jinên ciwan di xwepêşandanên Nifşê Z de
Tevgera ciwanan a vê dawiyê di daxuyaniyê de tunebû. Ji ber ku komeleyê hevgirtina xwe bi xwepêşandanên aştiyane yên ku ji hêla ciwanan ve li çend bajarên Mexribê têne rêvebirin nîşan da. Komeleyê tekez kir ku pêwîst e mafê îfadeyê û beşdariya sivîl bê sînorkirin were parastin, nemaze ji bo jinên ciwan ên ku bi aştiyane û berpirsyarî ramanên xwe anîn ziman. Komeleyê tekez kir ku dengê jinên ciwan ên li kolanan nîşanek xwestekek rastîn a ji bo reform û beşdariyê ye. Komeleyê bang li rayedaran kir ku li şûna paşguhkirina dêngê kolanê de, guh bidin dengê kolanê.
Qanûn li benda nirxandinê ye
Komeleyê destnîşan kir ku derengketina di reformkirina qanûnên têkildarî mafên jinan de, bandora hewildanên ji bo têkoşîna li dijî şîdetê, nemaze şîdeta dîjîtal a zêdebûyî, sînordar dike. Qanûna Cezayê û Qanûna Hejmar 103.13 li ser Têkoşîna li dijî Şîdeta li dijî Jinan in. Komeleyê ji hikûmetê xwest ku di rûniştina payîzê ya heyî de pêşnûmeyên qanûnên nû bişîne Meclîsa Nûneran. Komeleyê hişyariya “Bendewarî têra xwe dirêj bûye” kir.
Qanûna Malbatê
Li gorî daxuyaniyê, yek ji mijarên herî berbiçav ên ku hîn jî li bendê ye, pêşnûmeya qanûna reformkirina Qanûna Malbatê ye. Daxuyaniyê bi bîr xist ku ji deh mehan zêdetir berê, bêyî ku ti pêşketinên nû werin eşkerekirin ji Komîteya Wezaretê ya ji bo Nivîsandina Qanûnî re hatiye şandin. Komeleyê diyar kir ku pêşnûme divê li ser prensîbên Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî yên ku ji hêla Qiraliyetê ve hatine pejirandin be. Komeleyê got ku divê di maf û berpirsyariyan de wekheviya bi bandor garantî bike, bi vî rengî rûmeta jinan biparêze, berjewendiyên zarokan biparêze û aramiya malbatê zêde bike.
Reformkirina Qanûnê deriyek ji bo demokrasiyê ye
Çalakvana mafên mirovan Xedîce Rabbah bawer dike ku reformkirina Qanûna Malbatê ne tenê guhertinek qanûnî ye, gavek ber bi ji nû ve nirxandina jinan a wekî welatiyên pola yekem e jî û wiha dibêje: “Jinên li gundan, çiyayan, taxên marjînal û yên ku di sektora nefermî de dixebitin, bi qasî ji sedî 65’ê jinên karker temsîl dikin. Ev hemû, li benda metnek qanûnî ne ku wekhevî û rûmetê bicîh tîne.”
‘Daxwazên jin û ciwanan yek in’
Xedîce destnîşan kir ku salvegera 20’emîn a Roja Jinan a Neteweyî li benda axaftinek qiraliyetê ye ku dê rêberiya reformên bingehîn ên qanûnên cudakar bike. Xedîce bawer dike ku daxwaza reformkirina Qanûnê ji daxwazên ciwanan ên berfirehtir ên li seranserê welêt, wekî baştirkirina perwerdehiyê, tenduristî û edaleta civakî, nayê veqetandin. Xedîce wiha şîrove dike: “Dema ku em li ser edaleta civakî diaxivin, em li ser redkirina hemû cûreyên cudakarî û newekheviyên di navbera welatiyên mêr û jin de diaxivin.”
‘Pirsgirêk rewşek nezelaliyê û bêdengiya niheq dijî’
Xizlan Benachir ku damezrênera Komeleya Piran a forumek ji bo jinên Mexribî ye û endama Koordînasyona Jinan a ji bo Guhertina Berfireh a Qanûna Malbatê ye jî nêrînên xwe anîn ziman. Xizlan, got ku mijara Qanûnê rewşek nezelaliyê û bêdengiyek niheq dijî û wiha berdewam kir: “Em derbarê çarenûsa pêşnûmeya qanûnê an asta ku niha di nav komîteya wezîran a têkildar de tê nirxandin de, xwedî tu agahdariya rast nînin. Ez difikirim ku qonaxa heyî ji nû ve rêxistinkirina hewildanên jinan û dengek sivîl a yekgirtî hewce dike da ku ew di nav saziyên qanûndanînê de were bihîstin. Pêwîst e ku parlamenter, hem mêr û hem jî jin, piştgiriya mijarê bikin da ku qanûnek çêkin ku bi rastiya heyî ya civaka Mexribî re li hev bike û wekheviyek bi bandor di navbera jin û mêran de bi dest bixe. Ger ku em dixwazin ev welat bipêş bikeve û demokrasiyek rastîn ava bike, divê wekhevî bingeha wê be. Em nikarin bêyî wekheviya tevahî ya qanûnî û civakî li ser pêşkeftin an edaletê biaxivin.”
Di ronahiya vê nezelaliyê de li dora mijara Qanûnê û di navbera hêviyên ji bo reforma qanûndanînê û dengên bilind ên ciwan û jinan ên ku daxwaza edaleta civakî dikin de, xuya ye ku Mexrib bi ceribandinek rastîn re rû bi rû ye: meriv çawa lihevkirin û retorîkê vediguherîne reformên berbiçav? Ew vediguhere rastiyê, jinan dike navenda projeya wekhevî û demokrasiyê ku nifşên nû dixwazin.