Jinên Mexmûrê: Em tu caran teslîmiyetê qebûl nakin

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bi gotina ‘Em tu caran dev ji doz û berxwedana xwe bernadin’ soza têkoşîna xwe dubare kirin.

Mexmûr - Duh balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir. Di êrişê de Ayşe Muhammed Ahmed a 50 salî birîndar bû. Dewleta Tirk beriya niha jî di 7’ê Cotmehê bi balafiran mizgefta Wargeha Penaberan a Mexmûr kiribû hedef. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bibûn.

Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê helwestên xwe yên li beramberî êrişan anîn ziman û diyar kirin ku ewê tu caran li beramberî êrişan serî ne tewînin û wê berxwedana xwe bi biryar mezin bikin.

‘Ger me zilmê qebûl kiriba em ji warê xwe koçber nedibûn’

Helîm Îşlek diyar kir ku hikumeta Iraqê erkê xwe yê li beramberî wargeha Mexmûrê pêknayne û got: “Li tu derê cîhanê dewlet êriş nabin ser penaberên li welatê wan û divê wan biparêzin. Destpêkê em hikumeta Iraqê şermezar dikin. Dewleta Iraqê dibêje em we diparêzin lê wisa nakin û hevkariya wan dikin. Mala Barzan jî wek wan hevakariyê bi dewleta Tirk re dike. Çawa ku cara din dewleta Tirk êrişî mizgefta me kir, hikumeta Iraqê çû Enqerê gel wan hevdîtin kir. Bila baş bizanibin ku ger me zilmê qebûl kiriba em ji warê xwe koçber nedibûn. Ev çend salin serhev balefirên dewleta Tirk êriş li ser me pêktîne, em tu caran gavek jî paşde naçin, natirsin û serî natewînin.”

‘Dewletên navneteweyî li beramberî êrişan dengê xwe nakin’

Helîm Îşlek di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku bêdengiya dewletên navnetewî tê wateya şirîkiya bi êrişan re û wiha got: “Em dewletên navnetewî jî şermezar dikin. Ma nikarin li beramberî van êrişan dengê xwe bikin, ji dewleta Tirk re bêjin êdî bes e. Çima li me xwedî dernakevin, ger hikumeta Iraqê xwestiba dewleta Tirk nedikarî êrişî me bike û bê ser xaka Iraqê. Heta ku em saxin emê li ser doza xwe bin, em bi gel, şehîd, şervan û Serokê xwe ve girêdayîne. Tecrîda ku li ser Rêbertî li ser meye jî û ev hemu êriş bi tecrîdê ve girêdayî ne. Em soz didin şehîd, Rêbertî, gêrîla û girtiyên zîndanan em serî natewînin û teslîm nabin. Niha jî balafirek were li me bide, em na revin û naçin malên xwe de. Me soz daye ku em ji dewleta Tirk na revin. Em beriya 30 salan ji ber dewleta Tirk reviyan hatin van waran, heman hovîtî bû.”

‘Em tu caran teslîmiyetê qebûl nakin’

Ezîze Çetîn jî têkoşîna xelkê wargehê ya li dijî êrişan wiha anî ser ziman û got: “Dixwazin bi vî gelî teslîmiyetê bidin qebûl kirin, lê tu caran ev gel teslîmiyetê qebûl nake, ger qebûl kiriba ji cih û warên xwe ne dihatin. Em ji bo dozeke hatine vir û heta ku dilopek xwîn di laşê me de jî heye em dav ji doza xwe bernadin. Emê pey Serok û doza xwe bin. Heta ku em encamek ji doza xwe ne girin û Serokê xwe fîzîkî azad nekin ezê li berxwe bidin. Bombeyên wan me teslîm nagirin, çiqas ew êrişan pêkbînin wê hêrsa me jî mezin bibe. Ew nikarin vî gelî teslîm bigrin û belav bikin. Dema ku mijar dibe Kurd hemu cîhan bêdeng dibe û em dibêjin êdî bes e.”