Jinên mexdûrên erdhejê: Em vegeriyan lê pirsgirêk didomin

Welatiyên ji erdheja Sûriyeyê rizgar bûne ku piştî erdhejê ji Tirkiyeyê vegeriyan welatên xwe yên ji ber şer neçar hatin hiştin ku koç bikin, gotin, "Me cihek ji bo xwe negirtin" û gotin ku pirsgirêkên wan ên xaniyan dewam dikin.

 HADEEL EL-OMER

Idlib – Di 6’ê Sibatê de li navend Mereşê erdhêja ku pêk hat, li 10 bajarên Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bû sedema hilweşînek mezin. Ji ber erdheja ku li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyeyê zêdetirî 100 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, yek ji cihên ku herî zêde jê bandor bû Idlib a di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî Heyet Tehrîl El-Şam de bû.

Li Idlibê li gel pêydanekirina pêdiviyên bingehîn ên mexdurên erdhejê gelek pirsgirêkên mîna kon û pêdiviyên bingehîn ên jiyanî didome. Jinên ku piştî erdhêjê ji Tirkiyê vegeriyan Idlibê bal kişandin ser netewperestiya ku li Tirkiyê pe re rû bi rû mane û zehgmetiyên rewşa ku niha dijîn anîn ziman.

‘Me nikarî konek biçûk jî ji xwe re peyda bikira’

Meryem Hirêtanî ya 38 salî ya piştî hevjînê wê di erdhejî de jiyana xwe ji dest da û mala wan ê li Tirkiyê rûxiya, bi her sê zarokên xwe re vegerî Idlibê netewperestiya ku li Tirkiyê li hemberî wan hat kirin anî ziman û wiha got: “Piştî erdhejê nêzîkbûnên netewperest ên li hemberî Sûriyeyiyan pir zêde bû. Me nedikarî tiştek ji xwe re peyda bikin. Min hewil da ez cihekî ji xwe re li Tirkiyê peyda bikim, lê wan xwestin em vegerin. Me nikarî konek biçûk jî ji xwe re peyda bikira. En neçar man vegerin li bin konê birayê xwe li derdorî bajarê Sermada bicihbûye tevî malbata birayê xwe bi hevjîna wê û 5 zarokên bira, kon tijî bûye, lê çare nîne.”

‘Piştî hatina me ya Idlibê jî pirsgirêk çareser nebûn’

Rewan El-Mesirî ya 44 salî anî ziman ku ew hemû milk û tiştên xwe ku bi salan li Tirkiyê bi keda xwe kirîne û kom kirine winda kirine û piştî ku di erdhejê de gelek xizmên wan jiyana xwe jidest dane bi hevjîn û 6 zarokên xwe vegeriyaye Sûriyê. Rawan El-Mesirî wiha got: “Me nikarîbû cihek ji xwe re peyda bikirana. Li Tirkiyê kiriya malan ji bo Sûriyan gelekî zêde kirin ji bo zextê li wan bikin vegerin welatê xwe. Lewra ew ji siyaseta qewrandinê di pariyê nanê wan de ji kar û malên me derxistin, erdhej hat tu hêvî li gel me nehişt lewra me hilbijart ku vegerin welatê xwe. Lê pirsgirêk bi vegerê çare nebû, astengiyên me li Idlibê zêdetir bûn, kireyên malan li vir jî gelekî zêde bûne, niha ew neçar li konekî digerin tê de stare bin lê nabînin.”

‘Dijberiya li dijî penaberan li Tirkiyê zêde bû’

Lemaa Qamron ya 42 salî diyar kir ku rûxmê du meh ser erdhejê re derbas bûne kon bûye xewna bi hezaran malbatên li Bakûrî Sûriyê û niha ew di şokeke mezin de jiyan dikin. Lemaa Qamron anî ziman ku berî erdhejî gelek Sûrî li Tirkiyê derfetên kar didîtin, lê niha bi kêmbûna jêderan ew di metirsiyê de ne. Lemaa Qamron wiha got: “Hestên dijbertiya penaberan li Tirkiyeyê zêde bû, lewra êdî me xwe li wê derê bi ewle hîs nedikir. Me hilbijart ku em vedigerin welatê xwe tevî ku aramî tê de hîne bicih nebûye.”