Jinên Mamurekî li dijî xirbeyan nobetê digrin

Li Mamurekî jinan bertek nîşanî xirbeyên ku piştî erdhejê dirijînin nava taxên Elewiyan û diyar kirin ku axa wan ji ber vê yekê qirêj bûye dê berhem jê çênebin û gotin: “Cihekî ku em lê bijîn nehiştin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Meletî- Piştî erdheja ku navenda wê Mereş bû, wekî gelek bajaran li Meletiyê 3 hezar apartman hilweşiyan û heta niha jî xebatên ji bo rakirina xirbeyan didomin.  Ji ber ku xirbeyên ku tên rakirin li nava kampusa Zanîngeha Înonuyê û 16 taxên herêma Mamurekê ku girêdayî navçeya Batalgaziyê ne, dihatin rijandin bûn sedema berteka welatiyan êdî li wê derê nayên rijandin lê niha jî li herêma Çermiktî ya ya ku goristana bajar jî di nav de ye tên rijandin. Li herêma ku çandinî û ajalkarî lê zêde ye, xirbe dibin sedem ku karê çandiniyê neyê kirin. Jinên li herêmê gotin ku ger ew xirbe neyên rakirin dê bexçeyên wan hişk bibin û ajalên wan jî jehrî bibin.

Gundî li dijî xirbeyan nobetê digrin!

Ji ber ku xirbeyên li Mamurekê hatine rijandin nayên rakirin, şêniyên taxê Platforma Piştgiriya Mamurekê ava kirin û dest bi çalakiya nobetê kirin. Gundiyên ku 16 roj in li Mamurekê nobetê digrin, diyar kirin ku heta xirbeyên ku li herêmê hatine rijandin neyên rakirin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Jinan diyar kir ku li herêmê hem ocaxa kevir hem jî panelên enerjiya rojê hene, niha jî xirbeyên avahiyan tên rijandin bi gotinên; “Cihekî ku em ajalên xwe lê biçêrînin nemaye. Êdî be e berteka xwe nîşan dan.

Yek ji şêniyên Mamurekî Nadriye Akdag, da zanîn ku xirbeyên ku li herêmê tên rijandin zirarê didin her tiştî û wiha axivî: “Zirarê dide mirov, xweza derdorê û zarokên me yên ku li derve ne. Em beng li rayedaran dikin dibêjin bila xirbeyan nerijînin nava gundên me. Bi vê yekê zirarê didin tendirustiya me. Jixwe di erdhejê de me gelek zirare dît, niha jî em bi vê yekê re şer nekin. Gel jixwe êşê dikşîne, gelek kes mirin, ên mane jî ji ber xetera van xirbeyan li benda nexweşî û mirinê ne. Heyf e guneh e ger bixwazin dikarin rakin. Li vê derê gelek ajalên me hene, erdên me yên çandiniyê hene. Her der bexçeyên erûngan in, şîrê ajalan jî fêkiyên me jî dê ji ber vê hewaya qirêj a xirbeyan jehrî bibin.”

‘Tevî ku cihên dûr hene tînin dirijînin nava taxan’

Zeliha Pesen jî bal kişand ku li cihê cihekî dûr xirbeyan dirijînin nava taxan diyar kir ku ew tenê dixwazin xirbe ji wê derê werin rakirin û wiha got: “Bila van xirbeyan ji vê derê rakin, heta ku ji vê derê neyên rakirin, em çalakiya xwe bidomînin. Zarokên me hene. îro sibê hem ew hem jî em ê nexweş bikevin. Tevî ku cihên dûr hene, çima tînin li nava gundan dirijînin. Bi hezaran mirov li vê herêmê dijîn. Ger ranekin dê her tişt pê jehrî bibe. Niha dane rawestandin lê divê yên rijandine jî ji vir rakin. Hê ji hev neqetandine jî, dema ku ew jî were kirin em ê di nava xwelî û xubarê de bimînin. Em, xexçe û ajalên me dê di bin xweliyê de bimînin.”

‘Bexçe û ajal bi xweliya xirbeyab jehrî dibin’

Vesîle Pesen jî got ku ji ber xirbeyan dê fêkî û sebze di bexçeyên wan de çênebin û got ku nikarin ajalên xwe biçêrînin. Vesîle Pesen bi bîr xist ku mirov, piştî erdhejê neçar mane bi xirbeyan re têbikoşin û wiha domand: “Bexçeyên me hene, şîr û penîrê me hene. Ev hemû dê ji ber vê xweliyê jehrî bibin. Berê me ajalên xwe dişandin wê derê lê em niha ditirsin. Em nikarin ajalên xwe bidin çêrandin. Anîne heta ber deriyê me rijandine. Ev rewş gelek xirab e, ji bo me zarokên me, ajal û baxçeyên me xeter e. Heta ku ev xirbe werin rakirin, em ê nobetê bigrin. Îsal fêkiyên bexçeyên me qet negirtine. Ji ber xweliya van xirbeyan dê îsal tu fêkî û sebze tunebin. Em ê nikaribin tu tiştî biçînin.”