Jinên Lîbya yê ji bo zu tesbîtkirina penceşêra pêsîrê kampanya hişmendiyê dan destpêkirin
Li Bîngaziyê ji bo balkişandina ser penceşêra pêsîran Jinên Tevgera Neteweyî wê semînerên berfireh ji bo jinan were dayîn û ji bo jin bikarin xwe ji penceşêra pêsîran biparêzin dê ev kampanya mehekê bidome.
ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Di 3’ê Cotmehê de li Navenda Taybet a El-Kiş a Bîngaziyê, kampanya semînera zanistî li ser tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê, bi dirûşma ‘Tesbîtkirin bêyî dudilî ji bo berjewendiya te’ hat destpêkirin. Wê ev kampanya semînerên meha Cotmehê bidomîne û wê li Bîngazî û derdorên wê ji bo balkişandina ser penceşêra pêsîran were lidarxistin.
Der barê organîzekirina vê semînerê de endama Rêxistina Magidat a Tevgera Neteweyî, bizîjk Amal Al-Araibi ji ajansa me re axivî û da diyarkirin ku ev kampanya di bin çavdêriya Yekitiya Neteweyî ya Lîbyayî ya Kontrolkirina Penceşêrê de bi hevkariya Magidat hatiye destpêkirin û bi rêxistina Tevgera Niştimanî û bi organîzasyona Navenda Taybet a El-Kiş ku ji aliyê bizîjk Amina El-Said û komek bizîjkên pispor ve tê temsîlkirin didome. Ev kampanya yazdemîn e di van salên dawî de dane destpêkirin û bi vê yekê armanc dikin ku mirovan bi cidiyeta vê nexweşiyê û hewcedariya tesbîtkirina zû agahdar bikin û her wiha kampanya hemû bajarên Lîbyayê digre nava xwe û wê mehekê bidome.
“Em ê dakevin kolanan jin û mêran perwerde bikin”
Amal Al-Araibi der barê destpêkirina kampanyayê de wiha dibêje: “Me bernameyek hişmendiya nexweşiyê damezrand, ew jî bi riya lidarxistina semînerên hişyarkirinê li hemû navendên tenduristiyê yên giştî li bajarê Bîngaziyê ye û her wiha em ê dakevin kolanan da ku mêr û jinan perwerde bikin, ji ber ku penceşêra pêsîrê ne tenê jin pê dikevin her wiha mêr jî bi rêjeyek kêm bandor li ser wan çêdibe. Tesbîta zû wisa dike ku em ji vê nexweşiyê dûr bikevin û hejmarek mezin jin beriya bi vê nexweşiyê bikevin em ê rizgar bikin.”
“Tenduristiya jinan gelek girîng e”
Amal Al-Araibi da zanîn ku armanca kampanyaya navendên tenduristiyê Bîngazî û derdorên wê ye û wiha domand: “Em daxwaz ji jinên li van deveran dikin ku zû nexweşiyê tesbît bikin, şer bikin û bêhêvî nebin ger ku dereng nemînin û xerca wan giran nebe dê bikaribin baş bibin. Jixwe em jî piştgiriyê didin aramiya malbatê. Divê jin bala xwe bidin bernameyên hişmendiyê yên ku bi mebesta tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê û li bersivan bigerin û haya wan ji tenduristiyê û der barê vê nexweşiya xeternak de hebe. Xemsariya jinan heye ku beşdarî van kampanyayan bibin. Jin bi gelemperî ji bo muayeneyê nayên heya ku ew nexweşî dikeve qonaxên xeternek nû diçin gel bizîjk, ji ber vê yekê ez şîretan li her kesê dikim ku guhên xwe bidin vê kampanyayê û aktîf bin, ji ber ku tesbîtkirin li navendan belaş û berdest e.”
“Meha Cotmehê, meha hişyariya zû ya penceşêra pêsîrê ye”
Endama Mecîdatê ya Tevgera Niştimanî, Necwa Mistefa dibêje: “Armanca rêxistinê ew e ku hişmendiyê di hemû aliyan de zêde bike, di nav de aliyên tenduristî jî hene. Ji ber ku rêxistinê xebata xwe ya hişmendiyê li qadan dest pê kir. Meha Cotmehê, meha hişyariya ji bo tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê ye. Ji ber ku jin girîng in û bingeha civakê ne, em li vê navenda tenduristiyê amade bûn û bi hevkariya bizîjkên jin ên pispor, me jin vexwendin ku beşdarî vê semînerê bibin da ku haya wan ji hewcedariya tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê hebe û li tenduristiya xwe miqate bin, heta ku ew bi vê nexweşiyê bikevin jî ew dikarin pêşî lê bigrin.”
“Meha pembe ya têgihîştina penceşêra pêsîrê”
Bizîjk û Rêvebera Beşa Lênihêrîna Tenduristiyê ya li Navenda Pisporan a Al-Kish Amina Essid der barê sempozyûmê de got: “Me di meha Cotmehê de kampanyayek hişmendiya penceşêra pêsîrê da destpêkirin ku meha pembe ye ji hêla cîhanê ve bi mebesta hişmendî û kêmkirina birînan di nav jinan de hatiye diyarkirin. Ger jinek di qonaxek dereng de were, dibe ku barê psîkolojîk û bargiraniyek aborî, û heyama dermankirina wê were dirêjkirin û rêjeya başbûnê wê gelek kêm bibe. Ji ber vê yekê hişmendî ji jinan re girîng e û hewce ye ku jin pêsîrên xwe her meh muayene bikin. Jinek piştî 40 û 60 salan divê her du salan carekê mamografiyê bigre û her aliyê xwe kontrol bike û ger tiştek nenas bibîne biçe cem bizîjkê pispor. Ez di wê baweriyê de me ku kampanya dê bandorên xwe yên baş nîşan bide û ev tenê di meha Cotmehê de sînordar nemîne. Divê hişmendî hemû mehan ji bo vê nexweşiyê hebe. Ji ber ku ger di demek zû de were dîtin bêguman dê rêjeya başbûnê zêde bibe.”
Hêjayî gotinê ye ku destpêşxeriya cîhanî di sala 2006’an de di asta cîhanî de dest pê kir û karê kampanyayek xêrxwazî ya navneteweyî ji bo bilindkirina hişmendî, piştgirî û pêşkêşkirina agahiyan li dijî vê nexweşiyê tê meşandin.