Jinên li Suweydayê hilbijartinek rast dixwazin

Nivîskar Kamal Barcas ku beşdarî çalakiyên li Suveydayê bû, diyar kir ku ew weke jin hilbijartineke rast dixwazin û daxwaza maf û azadiya xwe dikin.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda- Ji rojên ewil ên xwepêşandanên ku di 20’ê Tebaxê de li parêzgeha Suweyda ya Sûriyê dest pê kirin, gel daxwazên xwe yên ji bo başkirina rewşa jiyanê, guhertina sîstema siyasî û azadkirina girtiyan tînin ziman.

Nivîskar û parêzvanê mafên mirovan Kamal Barcas ku beşdarî çalakiyan bû, diyar kir ku wan di çalakiyan de bal kişand ser serpêhatiyên jinan bi taybetî ji ber xizaniyê û got: “Em di çalakiyê de bi hunerê azadiya jinê ji nû ve zindî dikin. Jinên Sûveyda ji destpêkê ve di her warê jiyanê de li kêleka mêran rawestiyane. Jinên Sûweydayê azadî, maf, azadiya xwe îfadekirin û beşdarbûna xwe bi dest xistin. Sedemên ku me dihêlin ku em beşdarî xwepêşandanan bibin ji kûrahiya hundirê me, ji birçîbûn, xizanî û heqareta ku me kişandiye tê."

'Em hilbijartinên rast dixwazin'

Endamê Platforma Mafên Mirovan a Cîhanê Loucaîn Hamza jî banga hilbijartinên dewleteke sivîl a bi sindoqên rastîn, ne hilbijartinên sexte kir û got: "Li welatê me encamên hilbijartinê yên 50 sal in bi biryar in. Em hilbijartinên rasteqîn dixwazin. Em welatekî dixwazin ku gel dengê xwe bibihîse. Em ne encumeneke çêkirî, encumenek gel a rast dixwazin." Me daxwaz kir ku di hemû qadên jiyanê de wekheviya zayendî bê misogerkirin, mafên jinan bi awayekî qanûnî bên mîsogerkirin, avakirina dewleteke demokratîk, wekheviya hiqûqî bêyî nêrînên siyasî û olî. Em hemû daxwaza hiqûqê dikin. Divê wekheviya li pêşberî dadgeh û dadwerî serbixwe be."