Emîne Şanyaşar ji nexweşxaneya ku lê hat emeliyatkirin derket

Emîne Şenyaşar ku ji nexweşxaneya ku lê hatî emelyatkirin hate derxsitin, ji ber pirsgirêkên tendirûstiyê heta 6’ê Cotmehê navber daye çalakiya Nobeta Edaletê.

Navenda Nûçeyan- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin, Emîne Şenyaşar ji 9’ê Adara 2021’an ve lêgerîna xwe ya edaletê berdewam dike.

Emîne Şanyaşar û kurê xwe parlementerê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya Edaletê di roja 846’an de ji Rihayê anîn ber deriye wezareta Dadê. 

Emîne Şenyaşar ku pirsgirêkên tendirûstiyê jiyan dike ji bo ji çokên xwe emelyat bibe neçar ma ku di roja 49’emîn de navber bide Nobeda Edaletê ya li ber Wezareta Dadê daye destpêkirin. Emîne Şenyaşar piştî ku ji emelyatê derket bi dovîza ‘edaletê’ li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû  jî peyam dida. Emîne Şenyaşar diyarkir ku ji ber pirsgirêkên tendirûstiyê navberek kin daye çalakiya xwe. 

Emîne Şenyaşar heta roja 6’ê Cotmehê ku wê danişîna doza kurê wê Fadîl Şenyaşar li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin, navber daye çalakiya xwe. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe wê li Pirsûsa Rihayê bêhna xwe bide.