Jinên li Semsûrê: Dewlet di dema dengan de heye…

Li Semsûra ku êş û şaşewaziya ji ber erdhejê wekî roja destpêkê ye; hê jî ji bin xirbeyan cenaze derdikevin. Li bajarê ku her kes xwedî çîrokek e, her çîrokek jî bi erdhejê dest pê dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr – Li Semsûra ku tevî rakirina avahiyên hilweşandî, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, jiyan bi hemû awayan guheriye. Li navenda bajar a piştî erdhejê hemû avahî xira bûne, roj bi roj hejmara mirovan kêm dibe, şêniyên ku ji bajarên xwe derneketine jî di konan de dimînin. Şêniyên bajar, hî jî wekî roja destpêkê şaşewaz in, bi hêviya ku tiştên dijîn xewnereşk be her sibeh çavên xwe vedikin.

Xirbeyan dirijînin newaleke vala ya li taxeke bajar!

Li bajar her diçe hejmara miriya zêde dibe û li gorî agahiyan ji roja îna derbasbûyî ve ango du roj piştî destpêkirina xebatên lêgerînê, xirbe tên rakirin. Xirbeyên ku radikin, li newaleke vala a axa Petrolê dirijînin. Li cihê ku xirbeyan dirijîninê bîranîn û bîra bi hezaran mirovan tune dibin. Li cihê ku tê gotin wesleyê mirovek di nava xirbeyan de hatiye dîtin, bênavber kamyon xirbeyan dirijînin.

Bi hezaran mirov heman êşê dikşînin!

Li bajarê ku her roja derbas dibe, bêdengî çêdibe, mirov hê jî ji pêdiviyên bingehîn mehrûm in. Cihê lê bimînin, ava paqij û xwarin tune ye. Li bajarê ku mirov bi hev re di nava piştgiriyê de ne, bi hezaran mirov, li benda konan mane. Li vî bajarê ku hemû kolan bûne cihê xirbeyan, em bi jinan re axivîn. Hinek ji wan li ber xirbeyan sekinandîne, hinek neçar mane biçin, hinekan jî bi dehan xizmên xwe winda kirine. Em bi sê jinên ku bi carekê jiyana wan guheriye re axivîn. Wan jinan diyar kirin ku tu carî dê jiyana wan wekî berê nemîne û gotin ‘bi tenê hatine hiştin.’

‘Ne derfet ne çare ne jî tiştek din heye’

Nebîha Erdem a mala wê li taxa Bahçelîevlerê bû got ku mala wê di dema erdhejê de hilweşiyaye, ew jî ji bo zarokên xwe ji bajar derketiye. Nebîha Erdem diyar dike ku ew nizanin dê çi bikin, biçin li ku û çawa bijîn û wiha dibêje: “Derfet tune ye çare tune ye, tu tişt tune ye. Gelek xizmên min di bin xirbeyan de man. Em nizanim em ê çi bikin. Hemû zarokên me mirin. Ez nikarim hestên xwe bînim ziman. Ger zû dest bi xebatên lêgerînê bikirana dibe ku gelek mirov rizgar bûbûna. Ez qet baş nîn im lewre hemû ferdên malbata min mirin. Em niha li gund in û heta tu bibêjî mexdûr in.”

‘Ji me re abiye û kincên dawetê şandin’

Nebîha Erdem diyar kir ku kesên di dema dengan de dihatin ba wan, di erdhejê de jin, zarok û hemû kesan terkê mirinê kirine û wiha domand: “Cihekî bi navê Semsûrê nemaye. Ji xerîteyê rabû. Du roj piştî erdhejê hatin vê derê. Gelek kes ji ber serma û birçîbûn mirin, zarok mirin. Dewlet e goya dewlet! Tenê di dema dengan de dewlet e, ji derveyî wî tiştek nîn e. Gel çima di vê rewşê de ye, çima perîşan e. Hûn dizanin ji me re çi dişînin? Kek, biskuvît, abiye û kincên dawetê! Solên bi pehnî dişînin ji me re, wekî ku henekên xwe bi me bikin.”

‘Cihekî em lê bimînin tune ye lê patron ji bo kar gazî me dikin’

Emîne Yildirim jî diyar dike ku wê hem hevalên xwe hem jî paşeroja winda kiriye û dibêje ku tu kesek wê nemaye û wiha didomîne: “Hemû malên ku mutehîdan çêkiribûn hilweşiyan. Li Semsûrê kevir li ser kevir nema. Roja destpêke tu kes nehat alîkariya me. Di dawiya roja duyemîn de tenê kek û tiştên weke wê gihîştin me. Xwarin nehat, cihekî em lê bimînin tunebû. Di ser de jî cihekî em lê bimînin tunebû lê cihên em li wan dixebitîn ji bo kar gazî me dikin. Gelo tiştek wiha dib? Gelê Semsûrê pir mexdûr bûye. Me xizm û nasên xwe winda kirin, em nikarin şîna wan jî bigrin. Em nizanin ji niha û pê ve em ê çawa bijîn.”

‘Em sibehê tên êvarê diçin’

Zubeyde Çalim a ku mala wê ya li hemberî walîtiyê xira bûye, li ber xirbeyên malê li bira û biraziyên xwe digere. Zubeyde Çalim got ku bi rojan e sibehê tê ber xirbeyan û bi hêviya derketina xizmên xwe dimîne. Zubeyde çalim diyar dike ku ji ber xebatên lêgerînî dereng dest pê kirine her roj ji apartmanê cenazeyan derdixin û van agahiyan dide: “Bira, hevjînê wî û sê zarokên wî di bin xirbeyan de ne. Me zarokek derxist lê yên din hemû di bin de ne. Zaroka herî biçûk yeksalî ye. Ji roja erdhejê ve heta îro, em li vê derê ne. Êvarê em diçin serê sibehê tên. Îro ji bin xirbeyan 8 kes derxistin. Birayê min jî hevjîna wî jî hê ciwan bûn. Zaroka ku bi bi saxî wî rizgar kir her roj li dê û bavê xwe dipirse. Nikare xwarinê bixwe, ne jî ave vexwe. Em nizanin em ê çi bikin. Pir dereng hatin alîkariya me. Ger zû bihatana dê gelek kesan bi saxî xilas bikirana. Me bi xwe cenazeyan derxist. Jixwe ji derve ve cenaze dixuyên.”