Jinên li Mexrîbê bi Tamghratê destek didin hev

Jinên li herêmên bejahî yên Sîdî Bîbî yê Mexribê dijîn, ji ber hişmendiya mêr û paşverûtiyan bi gelek zehmetiyan re rûbirû mane. Jin di bin bana komeleya Tamghrat de tên ba hev û destek didin hevdû.

HENAN HARIT

Mexrib – Civaka Sîdî Bîbî ya li başûrê Axadirê, li bejahiya bajarê Bîougra ya herêma Inezgane-Ait Melloulê dimîne, xwedî cudahiyên xwezayî yên bêhempa ye. Li herêma ku bi erda xwe ya nîvî çol û okyanûsek re dibe yek; jin di bin zexta çanda desthilatdariya mêr de jiyana xwe didomînin. Ev zext dibin sedema bisînorbûna azadiya jinan û pêşî li xizanî û şîdetê vedike. Bi vê yekê, li pêşiya mafên wan ên bingehîn astengî çêdibin.

Li Sîdî Bîbî tevî hemû zoriyan jî jinên ku dixwazin guherînê çêkin, dengê xwe bilind dikin. Yek ji wan jî Suad Alamî ye. Wê bi têkoşîna xwe bendên tirsê derbas kiriye û li dijî paşverûtiyan serî rakiriye.

‘Rastî astengiyên fikrî û civakî hatim’

Suad Alamî li Sîdî Bibî di nava tengasiyên ku jin dijîn de mezin bû, lê vê rewşê nepejirand. Di sala 2018’an de, li herêmê tevî zextên civakî jî ji bo têkoşîna bi şîdet û cudakariya li ser jinan re, Komeleya "Tamghrat" ava kir. Suad Alamî dema behsa tecrubeyên xwe kir, wiha got:  “Hinek kes fikirîn ku dê komele jinan ji kevneşopiyan dûr bixe û wan teşwîqî serhildana li dijî kevneşopiyan bike. Riya me qet rihet nebû. Ez rastî astengiyên fikrî û civakî hatim û neçar mam bi bertekên tund ên hinek aliyan re têbikoşim.”

‘Guherîn ne tenê bi gotinan bi çalakiyan jî dibe’

Tevî hemû atengiyan jî Suad Alamî, dest ji xeyala xwe berneda û ji bo jinan hewl da pêşerojeke din ava bike. Suad Alamî wiha got: "Ev hewldana ku destpêkê tenê fikrek bû, îro bûye dengê jinên li herêmê. Bû platformek ku jin derbarê mafên xwe de biaxivin û ji bo têkoşîna bi şîdet û cudakariyê re, destekê dide. Armanca min ew e ku ez bendên li pêşiya jinên Sîdî Bîbî ji holê rakim û wan bighînim mafên wan ên bingehîn. Tengasiyên ku em dikşînin çiqas mezin bin jî, ez ji guherînê bawer dikim. Lê ev yek ne tenê bi têkoşîna jinan, bi desteka hemû civakê pêk tê. Guherîn ne tenê bi gotinan bi çalakiyan jî çêdibe.”

Têkoşîna jinên Sîdî Bîbî

Suad Alamî, diyar kir ku bi taybetî jinên di karên çandiniyê de dixebitin, keda wan tê xwarin û wiha domand: "Jinên karker bi heqdestek pir kêm tên xebitandin û sîgortaya wan tuneye. Gelek caran, pereyê ku bi kedek mezin qezenc dikin, hevjînên wan bi hincetên cuda ji wan distînin."

‘Erdheja ku di sala 2023'yan de çêbû, rewşê xirabtir kir’

Suad Alamî her wiha diyar kir ku jinên li herêma çiyayî ya Sîdî Bîbî dijîn di mercên pir zehmet de ji bo jiyanê têdikoşin û wiha got: "Ev jin ji ber erdnîgarî û îzolasyonê, di mercên zor û zehmet de dijîn. Erdheja ku di sala 2023'yan de çêbû, rewşê xirabtir kir. Ji ber ku riyên li herêmê xirab in û binesazî kêm e, jin nikarin bighên pêdiviyên bingehîn. Ev rewş wan ji civakê îzole dike, di nava rolên civakî de dîl dike û dibe sedem ku haya wan ji mafên xwe û derfetên heyî tunebe."

Astengiyên li ser tevgerên jinan

Suad Alamî bal kişand ser tengasiyên ku komeleyên jinan dikşînin jî. Suad Alamî wiha got: "Ji ber xirabûna riyên li gundewaran, çavkaniyên kêm ên aborî û feraseta paşverû, şîdet û cudakariya li dijî jinan didome. Jinên li herêmê, ne tenê di warê aborî de di warê fizîkî û derûnî de jî rastî şîdetê tên. Ev rewş piştî şewba COVID-19 zêdetir bû. Şîdeta em behs dikin ne tenê fizîkî ye, destûr nadin jin bighên mafên xwe yên herî biçûk jî. Dema ku dixwazin ramanên xwe bînin ziman û der barê jiyana xwe de biryaran bigrin, rastî zextan tên."

‘Di pêvajoyên biryaran de cîh nadin jinan’

Suad Alamî her wiha da zanîn ku hinek komên siyasî, qelsiya jinan a di warê aborî û civakî de di kampanyayên hilbijartinê de xirab bi kar tînin û wiha domand: "Ji bo berhevkirina dengan, jinan bi kar tînin. Lê di pêvajoyên biryaran de cîh nadin wan. Li gundekî jinek biryar da ku tevlî siyasetê bibe, lê gefan lê xwarin û zorê lê kirin ku dest ji vê fikra xwe berde."

Çareseriyên ji bo têkoşîna bi şîdetê re

Suad Alamî diyar kir ku tenê bi zagon û alîkariyên demildest dikare pêşî li şîdetê were girtin û wiha domand: "Divê di civakê de feraseta ku şîdetê normal dibîne biguhere. Dive hem jin hem jî mêr bizanibin ku şîdeta li dijî jinan divê bi tu awayî asayî neyê dîtin û pejirandin.” Suad Alamî got ku jinên rastî şîdetê tên neçar dimînin bi hesta tirs û şermê bijîn û da zanîn ku ji bo destekê bide wan, hejmara telefona xwe ya şexsî parve kiriye û piştre jinan yekser pê re têkilî danîne. Suad Alamî gotinên xwe wiha domand: "Jin ji ber sedemên paşverû û zextên civakî, neçar dimînin şîdeta li wan tê kirin veşêrin, ji kesî re nebêjin. Li gorî normên çandî jin şerm dikin şîdeta li wan tê kirin vebêjin û ev yek dibe sedem ku bêdeng bimînin. Min xwest ez ji wan re bêjim ez li ba wan im û ji alîkariyê re amade me. Pir girîng e ku bizanibin dê bi tu awayî neyên darizandin û sûcdarkirin."

Ji bo mafên jinan vîzyona pêşerojê

Li gorî Suad Alamî ji bo mafên jinên li herêmên gundewar misoger bin, pêdivî bi îradeyek siyasî ya mezin û hevkariya hemû beşên civakê heye. Suad Alawî ji bo vê yekê jî wiha got: “Ji bo ku jin hemû mafên xwe misoger bikin; divê mesrefa ji bo perwerdyê zêde bibe, di warê hiqûqî de parastin zêdetir bibe û jin di warê mafên xwe de zana bin. Guherîn hêsan nîne, lê ne pêkan jî nîne. Armanca me ew e ku em civakek ku maf û rûmeta jinan tê parastin ava bikin. Hêviya me heye û bi gavên biçûk be jî em bawer dikin ku ew ê pêşeroj baştir bibe."

Komeleya Tamghrat tevî çavkaniyên kêm jî, ji bo jinên li herêmê bûye navendeke girîng a piştgiriyê. Suad Alamî, diyar dike ku komele, bi saziyeke neteweyî re hevkariyê dike û hewl dide dengê jinên Sîdî Bîbî bigihîjîne û mafên wan biparêze. Xebatên Suad Alamî û komeleya wê tenê mînakek ji têkoşîna jinan nîne, di heman demê de nîşan dide ku guherîn pêkan e. Ev jî nîşan dide ku mirov her çiqas tengasiyan bibîne jî; divê têkoşîna ji bo edalet û wekheviyê tu car bi dawî nebe.