Jinên li kampa Waşokanî: Em bi hêviya vegera axa xwe dijîn

Rewşa jinên koçber ên Serêkaniyê û Girê Spî ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk ji warê xwe koçber bûn her diçe zehmetir dibe. Jinan diyar kir ku tevî hemî zehmetiyan jî bi heviya ku vergerin axa xe dijîn.

DELAL REMEDAN

Hesekê – Dewleta Tirk û çeteyên wî 9'ê Cotmeha 2019'an Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û hemû çekên qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anîn, bi sedan jin û zarok qetil kirin, bi hezaran kesan bi darê zorê koçber kirin, mal û milkên welatiyan jî talan kirin. Rêveberiya Xweser a Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo van koçberan bi cih bike kampa Waşokanî li Bakur- Rojavayê bajarê Hesekê ava kir.

Koçberên ku berê xwe dan kampan ji roja ewil ve gelekî zehmetiyan dikşînin. Jinên li kampê dimînin diyar kirin ku li wê deverê ewlehî aramî tune ye, serşok jî ji bo mêr û jinan eynî ye û kon bi hev ve ne, bi hatina werza havînê re û ji ber tunebûna avê rewş zehmetir dibe.

‘Rêxistinên navneteweyî bêdeng in’

Hevseroka Kampa Waşokanî Melek El-Salih der barê rewşa dawî ya li kampan de ji ajansa me re axivî û got: “Koçberên li kampa Waşokanî ku piraniya wan jin û zarok in, di rewşên gelek zehmet de ne, bi taybetî bi hatina havînê re, ji ber ku av li ser bajarê Hesekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ve hatiye qutkirin, rewş girantir dibe. Her wiha ji ber êrîşên li dijî binesaziya herêmê kehrebe tune ye. Tevî van hemû tiştan jî rêxistinên navneteweyî tu alîkariyê ji koçberan re nakin."

Melek El-Salih destnîşan kir ku ji dema kamp hatiye damezrandin ve heta niha Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî derfetên xwe yên heyî alîkariyan ji koçberan re pêşkêş dike û wiha domand: "Kamp ji beriya 5 salan ve hatiye avakirin, tevî wê jî Rêveberiya Xweser hewl dide alîkariya koçberan bike. Tevî ku 17 hezar koçber li kampa Waşokanî hene, heta niha gelek dewlet û rêxistin îtiraf nakin ku kampeke wiha heye. Ji ber rewşa aborî ya zehmet hejmareke dayik bi zarokên xwe re di nava erdên çandiniyê de weke karker kar dikin, ev rewş jî bû sedem ku hejmareke xwendekar dev ji dibistanên xwe berdin."

‘Rêveberiya Xweser li gorî derfetan alîkariya me dike’

Koçbera ji Serêkaniya dagirkirî Xewla El-Salim a li kampa Waşokanî dimîne got: "Tevî hemû alîkariyên Rêveberiya Xweser ji me re şandine em rastî gelek zorî û zehmetiyan tên, ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj rewş xirabtir dibe." Xewla El-Salim teqez kir ku ew ê têkoşîn, berxwedan û girêdana bi axa xwe ve berdewam bike û got: "Ji ber şer, herî zêde jinan zirarê dît, em di jiyana gelekî zehmet di kampan de dijîn, her dem ên ku destêpêk ji ber şer û rewşên heyî zerarê dibînin jin in."

Xewla El-Salim ji rêxistinên navneteweyî û mirovî xwest ku alîkariya wan bikin ji bo vegerin cih û warên xwe. Her wiha daxwaz kir ku navendên hunerî ji zarokan re vekin û hêvî kir ku rejekê vegerin malên xwe.

‘Em ê heta vegera warên xwe zehmetiyan tehemul bikin’

Riweyda Misto ya ji Serêkaniyê koçber bûye û berê xwe daye kampa Waşokanî got: "Em ber bi werza havînî ve diçin. Kampên ku em lê dimînin ne ji germa havînê, ne jî sermaya zivistanê re dibin. Tevî wê jî em hemû rewş û zehmetiyan tehemul dikin û hêvî dikin ku rojekê vegerin warên xwe."