Jinên Kurd: Êrîşa li ser wêneyên Şehîdan nikare vîna me bişkîne

Jinên Kurd dibêjin ku armancgirtina wêneyên Şehîdan, êrîşa li ser têkoşîna azadiya jinê û destkeftiyên Şoreşê ye û bang li parastina jiyana hevpar û yekîtiya pêkhateyan dikin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Piştî êrîşa li ser wêneyên Şehîdan xwepêşandana duh a li taxa Giwêran a Hesekê de, jinên Kurd vê kiryarê şermezar kirin. Jinan hişyarî dan ku hewldanên derxistina fitneyên di navbera pêkhateyên herêmê de, dikare jiyana hevpar û pêvajoya entegrasyona demokratîk bike xeterê.

‘Hin hêz naxwazin entegrasyona demokratîk bi serkeve’

Yisra Elias êrîşa li ser wêneyê Şehîdan şermezar kir û got ku hin siyasetên derve, dixwazin di navbera pêkhateyên herêmê de fitne derxin. Wê got: “Em zêdeyî 14 salan e li ser bingeha felsefeya Neteweya Demokratîk ku jinan pêşengiya wê kiriye, bi hev re dijîn. Ev qonax qonaxeke hesas e, ji ber ku em di qonaxa entegrasyona demokratîk de ne û hin dest naxwazin ev pêvajo bighîje qonaxa xwe ya guncaw.”

Yisra Elias anî ziman ku hin siyaset dixwazin bala gel ji mafên wan dûr bixin, di navbera pêkhateyan de şerê navxweyî derxin û wiha berdewam kir: “Em civakeke demokratîk dixwazin ku li ser bingeha dadwerî û wekheviyê were avakirin, ne ku em bikevin nava şer û wêrankirinê. Lê ew êrîşî nirxên me dikin û bi awayekî bêexlaqî armanc digrin ku îradeya azad a jinê bişkînin. Em divê herêma xwe ava bikin û biparêzin, ne ku wê hilweşînin. Ev êrîş li ser destkeftiyên Şoreşê ye, ji ber vê yekê divê em hişyar bin, yekîtiya xwe biparêzin û rêzê li nirxên hevpar bigrin.”

‘Hin kesayetên di nav hikûmeta nû de jî li dijî entegrasyonê ne’

Ahlîn Elî di derbarê bûyerên li Hesekê de got ku armanca van kiryaran têkbirina pergala jiyana hevpar û biratiya gelan e û wiha got: “Zêdeyî 14 salan e em li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevpar dixebitin û jinê pêşengiya vê şoreşê kiriye. Gelek destkeftî hatine bidestxistin, lê hin hêz dixwazin van destkeftiyan vala bikin. Ne tenê hêzên derve dixwazin Sûriyeyê ber bi şer ve bibin, hin kesayet di nav hikûmeta nû de jî naxwazin pêvajoya entegrasyonê bi ser nekeve û dixwazin şerê navxweyî derxin.”

Ahlîn Elî destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyeyê berpirsyariya parastina aramiyê û pêşîgirtina li van kiryaran hildigre û got: “Em bi fikir û nêzîkatiyeke demokratîk û jiyana hevpar bawer dikin. Di dema Rêveberiya Xweser de, em ji bo jiyana hevpar, pejirandin û rêzgirtina hemû pêkhateyan xebitîn. Niha jî redkirina QSD û saziyên Rêveberiya Xweser, yên ku bûne beşek ji saziyên dewleta Sûriyeyê, wateya redkirina pêvajoya entegrasyonê ye. Em dizanin ku rewş hesas e, ji ber vê yekê divê hemû pêkhate hişyar bin û rê nedin ku siyasetên şerê navxweyî bandorê li me bikin.”

‘Şehîd mîrateya hemû jinan e’

Ahlîn Elî diyar kir ku Şehîd ji bo jinan mînakeke girîng e û wiha pê de çû: “Şehîd mîrateya hemû jinan e. Ew mînakên jinê ya azad e ku bi têkoşîn û berxwedana xwe rê li ber azadiyê vekirine. Berxwedana wan bûye mînaka hêz û îradeya jinê û îro em vê hêzê di rêxistinbûna jinan û hebûna wan a di hemû qadên jiyanê de dibînin.Şehîd îradeya me û ew rê ye ku em li ser dimeşin.”

‘Em naxwazin bûyera 2004’an dubare bibe’

Ahlîn Elî bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku li hemberî kesên êrîşî sembol û bîranîna şehîdan dikin, berpirsyariya xwe pêk bîne û ji sûcdaran hesab bixwaze û wiha domand: “Bi fedakariya şehîdên me, Sûriyeyê ji feraseta Baas û desthilatdariya wê rizgar bû. Em naxwazin bûyerên sala 2004’an careke din dubare bibin. Divê em rêzê li hev bigirin, hevdu qebûl bikin û bi hev re li ser vê axê bijîn. Niha dema wêrankirinê nîne. Dema avakirin, yekîtî û parastina jiyana hevpar e.”