Jinên koçber ên kampa Til El-Semin bi zehmetiyan re rû bi rû ne

Jinên koçber ên î li kampa Til El-Semin di gelek zehmetiyên jiyanî re derbas dibin. Tevî vê jî dîsa li ber xwe didin û hêviya wan vegera li ser axa xwe ne.

SÎBÎLYA BRAHÎM

Reqa- Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî bajarê Girê Spî û Serêkaniyê kir û di encam de her du bajar hatin dagirkirin. Gelek kiryarên dermirovî û binpêkirin li dijî gel hatin kirin ji ber wê ew neçar man koçber bibin.

Kampa Til El Semin di sala 2019’an de hat avakirin û koçberên Girê Spî di nav xwe de dihewîne. 40 KM dûrî bajarê Reqayê ye. Zêdetirî 6 hezar û 600 kesên bi darê zorê koçber bûne lê dimînin. Tevî 5 sal di ser dagirkirina bajarê Girê Spî re derbas dibin jî lê hîna êş û azarên koçberan bidawî nebûne. Pileyên germahiyê bilind dibe sedem jiyana koçberan di bin konan de hîn zehmetir bibe.

‘Em bi darê zorê hatin koçberkirin’

Meha Weys ya 38 salî ji bajarê Silûk a bajarê Girê Spî ya dagirkirî ye got: "Em bi sedema dewleta Tirk a dagirker ji malên xwe koçber bûn. Dewleta Tirk mal û milkên me talan kir. Em tu carî ji malên xwe dernediketin lê ji ber topbaran dijwar bû em bi darê zorê koçber bûn. Em heta niha li kampan li ber xwe didin. Em di rewşên gelekî zehmet de dijîn. Derfetên kar peyda nabin. Gelek caran em di zeviyên çandiniyê de derveyî kampê kar dikin ji bo malbata xwe xwedî bikin û aboriya xwe pêş bixin. Rêxistinên mirovî alîkariya me nakin. Ev yek azarên me zêdetir dike. Em hêvî dikin rêxistinên navneteweyî li rewşa koçberan binerin.”

‘Em ê li ber xwe bidin heta em vegerin ser axa xwe’

Cewahir Îsa jî yek ji wan jinan e ku bi darê zorê hatiye koçberkirin û wiha got: "Ez mîna her koçberekî di vê kampê de azaran dikşînim. Ne zivistana me zivistan e û ne jî havîna me havîn e. Rêxistinên navnetewyî d jî alîkariya me nakin ji ber wê ez hewil didim xwe bispêrim xwe û di erdên çandiniyê de kar dikim. Em ê li ber xwe bidin heta em vegerin ser axa xwe.”

‘Dixwazim mafên me yê xwendinê hebe’

Li aliyekî din zaroka bi navê Hela Mihemed ya 14 salî ji bajarê Girê Spî ye got: “Em weke zarok di kampan de mafê me yê xwendinê hatiye xwarin. Di meha havînê de pileyên germahiyê gelekî bilind in û xizmetên sereke tune ne. Di zivistanê de jî xwendekar gelekî dicemidin. Piraniya xwendekaran neçûn dibistanan ji ber ditirsiyan sobe bi wan de biteqin. Em weke zarok dixwazin mafên me yê xwendinê hebe. Hêviya me vegera ser axa me ye."

Hevseroka kampa Til El Semin Ezîza Hesen diyar kir ku koçber taybet jî jin û zarok di rewşên zehmet re derbas dibin û wiha pê de çû: "Koçberên kampa Til El Semin di rewşên mirovî yên zehmet re derbas dibin. Tevî ku xaleke tenduristî heye jî lê bijîjk tune ne û Ambulansa me jî jî ji ber pirsgirêkên teknîkî kar nake

Semin Ezîza Hesen  di berdevamiya axaftina xwe de got ku zarok nikarin di nav kampê de bi awayek azad bileyîzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di kampê de di navbera 250-300 zarok hene nikarin bi awayek azad bilîzin her wiha piştî ku konek şewitî, 9 zarok birîndar bûn û 1 jê jiyana xwe ji dest da daxwaza wan a xwendinê jî nemaye. Ev bûyer tirsek di dilê zarokan de çêkir. Em hêvî dikin rêxistinên navneteweyî li rastiya kampa Til El Semin binerin û piştgiriya pêwîst pêşkêş bikin.  Mafên koçberan e vegerin ser axa xwe."