Daxuyaniya hevpar a 15 baroyan: Aştiya civakî zirar dibîne

15 baroyan li dijî rakirina hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî daxuyanî dan û gotin: “Em bang dikin ku dest ji van pêkanînên ku zirarê dide aştiya civakî berdin û li dijî kesên van pêkanînan dikin lêpirsînek bi bandor bê kirin.”

Navenda Nûçeyan - 15 baroyên li Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş dan û teqez kirin, ku bi telîmata Wezareta Karên Navxweyî li ser rêya peyayan tabelayên hişyariyê yên “Hêdî” û “Pêşî Peya” tên rakirin û ev yek nîşaneya bêtehemuliya li hember hebûn û çanda Kurdan e.

‘Ti astengiya zagonî nîne’

Di daxuyaniya baroyan de wiha hat gotin: “Di van demên dawî de hat zanîn ku hişyariya trafîkê ya bi Kurdî ya ku li ser rêya peyayan ên di bin berpirsyariya şaredariyên Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê de hatine nivîsandin, bi destwerdana sivîlan di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de yan jî ji aliyê erkdarên midûriyeta rêyan ve hatin rakirin. Rêgezên trafîkê ji bo pêkanîna ewlehiya can û mal a welatiyan e û ev rêgez her kesekî eleqedar dikin. Tu astengiya zagonî li pêşiya nivîsandina zimanên derveyî zimanê Tirkî nîn e. Li herêmekî bi zimanê zikmakî nivîsandina nivîsên hişyariyê yên trafîkê, derveyî armanca vesazkirinê nîn e. Herwiha ji bo ewlehiya trafîkê ya tê xwestin sûdewer e.”

‘Aştiya civakî zirar dibîne’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên li dijî Kurdî tên kirin zererê dide aştiya civakî û wiha dom kir: “Ev nêzîkatiya bextreş a li dijî hebûn û zimanê milyonan welatiyên li welatê me dijîn, şêweyekî bêtehemuliyê bêhtir tiştekî din nîn e. Ev helwest zirarê dide çanda jiyana bi hev re û aştiya civakî. Em wek baroyên li jêr navên wan hatine nivîsandin bang dikin ku dest ji van sepanên zererê didin aştiya civakî, were berdan û derbarê kesên van sepanan pêk tînin bila lêpirsînekî îdarî û adîlane were meşandin.”

Baroyên Îmzevan: Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Êlihê, Baroya Çewlîgê, Baroya Bidlîsê, Baroya Dêrsimê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Qersê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya  Şirnexê û Baroya Wanê.