Jinên Kobanê: Em ji bo alîkariya Suweydayê amade ne
Endama Mala Jinê û bijîşkên li Kobanê, destnîşan kirin ku li Suweydayê şerekî navxweyî yê derbasî asta sûcên şer bûye tê jiyîn û dan zanîn ku ji bo alîkarî û piştevaniya bi her awayî amade ne.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Şer, pevçûn û êrîşên li hember Durziyên li bajarê Suyweda yê Sûriyê berdewam dikin. Çeteyên cîhadîst yên Sûriyeyê bi hemû hêz û hovîtiya xwe bi dehan komkujî û kiryarên dermirovî li ser gelê wir pêk tîne.
Kiryarên ku ev zêdetirî hefteyek e berdewam dikin ku beriya wê bi heman rêbazî li peravên Sûriyeyê hatin pêkanîn, bi xwe re bi sedan bûyer û komkujî anîn. Wêne, dîmen û agahiyên li ser rewşa Suweydayê tên parvekirin, asta kîn û hovîtiya çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê nîşan didin.
Li ser êrîşên ku kêmnetewên li Sûriyeyê dijîn û komkujiyên ku pêk tên, ajansa me nêrîn û helwest girtin.
‘Şerê li Sûriyê diyar dike ku pêşeroja kêmnetewan tuneye’
Endama Mala Jinê ya bajarê Kobanê Necmê Elî diyar kir ku li Sûriyeyê şerê navxweyî tê jiyîn û got: “Gelê Sûriyeyê di van salên aloziyê de zordariyeke mezin ji ber sîstema Rêjîma Sûriyê jiyan kirin. Piştî têkçûna vê desthildariyê em dibînin vê carê hişmendî û kirinên çeteyên DAIŞ’ê li seranserî Sûriyeyê destpê kirin. Ev hêza ku niha Sûriyeyê birêve dibe navê wê cuda ye, lê di cewhera xwe de nûnertiya DAIŞ’ê dike. Di van 7 mehan de bajarên Sûriyeyê di qirkirinan re derbas dibin, ji Minbicê ber bi peravan û heta Suweydayê rêze tunekirin pêk tên. Mal hatin talankirin, bajar hatin wêrankirin, zarok û jin û pîr tên serjêkirin û revandin. Rewşa niha li Sûriyê tê jiyîn ji me re diyar dike ku di pêşeroja Sûriyê de maf û cihê pêkhateyan tuneye. Erdnîgariya Sûriyeyê bi pir rengiya xwe ya nijadî, olî û etnîsî tê naskirin, ji dema avabûna Sûriyê û heta niha Kurd, Ereb, Ermen, Suryanî, Misliman, Xirîstiyan, Durzî û Elewî li gel hev dijîn. Ev têr nake em dibînin ku hikûmeta Sûriyeyê ya cîhadîst xwe li van sûcan nake xwedî û dibêjin eşîrên Ereb pêk tînin. Hêzeke ku nikaribe kontrola xwe ava bike, ewlehiya welatê xwe biparêze û pêşî li komkujiyan bigre, bila ji xwe re nebêje hikûmet.”
‘Piştgirî û hevgirtina jinan pêwîstiyeke heyatî ye’
Necmê Elî da da zanîn ku Sûriyeyê ji bo jinan bûye qadeke xeter û bi talûke û wiha pê de çû: “Ev şerê navxweyî wiha berdewam bike, kêmnetew di Sûriyê de namînin û wê li Sûriyeyê rengek, ziman û neteweke tenê bimîne. Jixwe ev çete bê navber gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin, dibêjin piştî em Elewî û Durziyan tesfiye bikin emê berê xwe bidin Kurdan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hemû pêkhate bi nasname, ziman û xweseriya xwe dijîn, hewildan hene ku ev aramî û hevgirtina jî têk biçe. Ji bo vê jî ez dixwazim balê bikşînim ser xalek: ev bûyerên ku tên jiyankirin herî zêde xeteriya xwe li ser pêşeroja jinan heye. Weke jin em welatekî bi ewle ku binpêkirin, qetilkirin, revandin, destdirêjî û tecawiz tune be. Divê jinên Sûriyê ji her demê zêdetir di vê pêvajoyê de hevgirtina xwe xurt bikin û dengê xwe bilind bikin, em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo piştevaniyê amade ne.”
Çeteyên Cîhadîst li Suweydayê komkujiyek mezin di nexweşxayeke Suweydayê de pêk anî ku hemû kadroiyên wê û tevî nexweş û birîndaran qetil kirin. Li gor agahiyan zêdetirî 200 kes di hundirê xweşxaneyê de hatin qetilkirin.
‘Qetilkirina kadroyên tenduristiyê sûcek nayê efûkirin e’
Bijîşk Evîn Xelîl li ser kiryarên li hember kadroyên tenduristiyê helwesta xwe wiha anî ziman: “Di van 14 salên borî de, Sûriye bû qadeke şer û pevçûnên nijadî, berjewendî, teror û cîhadî. Di rewşên şer de hevpeyman û zagonên navdewletî hene ku hinek binpêkirin xetên sor, ji nav wê kadroyên tenduristiyê û rojnemevan divê neyên hedefgirtin. Bi taybetî xebatkarên tenduristiyê karekî mirovî û girîng dikin. Dijminên wan bin jî birîndar bin wan derman dikin û paşê radestî aliyên berpirsyar dikin. Kadroyên tendirustiyê kî dibe û li ku derê be, erka wan a mirovî dikeve pêşiya her tiştî. Mixabin di şer û bûyerên ku niha li Sûriyê tê jiyîn de, em dibînin ev hemû pîvan tên binpêkirin. Em dibînin ku di encama nijad û olperestiyê de hemû beşên civakê yên Elewî û Durzî tên qetilkirin. Di demeke ku pêdiviya me bi lihevkirin, aştî û aramiyê heye de, em dibînin ku şerê navxweyî rû dide.”
‘Ji bo piştevaniya tenduristî em amede ne’
Evîn Xelîl piştevaniya xwe ya bi Suweydayê re, bi van gotinan nîşan da: “Di nava sedan bûyerên ku li Suweydayê rû dan, me dît ku êrîş li ser nexweşxanyekê pêk hat ku di encamê de kadroyê wê yê tenduristî, nexweş û birîndar hatin qetilkirin. Ji ber ku ev bûyer bi zanebûn pêk hat em dikarin weke komkujiyeke hovane jî binav bikin. Ev kiryar li gor hevpeyman û zagonên navdewletî sûcên şer in, lê mixabin em van bûyeran di Sûriyeyê de pir jiyan dikin. Heta beriya demekê di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di berxwedana li bendava Tişînê û li peravên Sûriyeyê jî me heman bûyer jiyan kirin. Em wek kadroyên tenduristiyê yên li bajarê Kobanê, amade ne ku alîkariyê ji bo gelê Suweydayê pêşkêş bikin. Çawa ku Rêveberiya Xweser alîkarî ji wan re şand, em jî xwe berpirsyar dibînin û amede ne ku alîkariya madî, tendiurstî û manewî jî bidin.”