Jinên Kobanê: Em ê DAIŞ’ê bi destên xwe ceza bikin

Jinên ji kantona Kobanê ku zarokên wan di pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane, teqez kirin ku ew piştgiriyê didin biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ'ê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10'ê Hezîrana 2023'an de ragihand ku ew ê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî bikin. Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat payîn ku piştî gelek hewldanan ji bo ku welatên derve çeteyên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, tu dewletê bersiv nedaye. Ji ber vê ew ê li gel xwe û li gorî zagonên navdewletî û herêmî çeteyên dadgeh bikin.

Piştî biryara Rêveberiya Xweser, malbatên şervanên ku di pêngavên rizgarkirina herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan, malbatên ku zarokên wan ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, helwestên tund nîşan dan û piştgiriya xwe ya bi biryara Rêveberiya Xweser re anîn ziman.

Di vê çarçoveyê de dayikên şervanên YPG'ê ku di pêngavên rizgarkirina herêma Firatê de ji DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan, helwest û daxwazên xwe anîn ziman.

Heta ku sax bin wê nikaribin kiryarên DAIŞ’ê ji bîr bikin

Emîne Yasîn ku zarokê wê di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de jiyana xwe ji dest da, piştgiriya xwe ya bi biryara Rêveberiya Xweser e wiha bi lêv kir: "Kurê min Çiya beriya rizgarkirina Minbicê bi sê rojan şehîd ket. Rojên dawî yên bidawîbûna pêngava rizgarkirina Minbicê bû, wê demê çeteyekî DAIŞ’ê bi riya êrîşa sekvaniyê, zarokê min şehîd xist. Ev 7 sal in Çiya şehîd ketiye lê ew êşa ku min wê demê jiya, rojane xwe nû dike. Ji bo vê yekê ez nikarim kiryarên DAIŞ’ê ji bîr bikim, me heta niha bûyera ku li girtîgeha Xiwêran a Hesekê pêk hat ji bîr nekiriye ku ew çete di bin navê ola Îslamê bi dehan şervanên me şehîd xistin. Lewre helwest û daxwaza min weke dayikeke şehîdan ew e ku ev çete li pêş çavên me werin darizandin û cezakirin. Em van rojan rastî salvegera komkujiya Kobanê ku ew jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kirin, tên. Wê demê birayê min bi destên çeteyan hat serjêkirin, her ku ez dibînim zarokên wî li derdora gorê findan pêdixin, hêrs û kîna me ya li hemberî DAIŞ zêdetir dibe. Em ê bi van hestan jî biçin dadgehkirina çeteyan û tola xwe ji wan hilînin."

'Yên ku êrîşî herêmên me bikin wê hesabên mezin bidin'

Necma Kenco dayika şervanê YPG'ê Aram e, destnîşan kir ku dê çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê werin darizandin û wiha axivî: "Ji bo tunekirina DAIŞ’ê û parastina herêmên me ji hovîtiya wan, bi sedan zarokên me şehîd ketin. Tevî vê yekê jî em bi zarokên xwe serbilind in ku em îro bi saya wan li ser axa Kobanê dijîn. DAIŞ rêxistineke teror e ku ji aliyê hêzên li dijî şoreşa me dixebitin, hat birêxistinkirin. Gelo çima êrîşên çeteyan tenê li herêmên Kurdan pêk hatin, her wiha çima heta vê kêliyê jî hê bi hezaran çete li cem hêzên me ne. Ev teqez dike ku dewlet ji hêza DAIŞ’ê ditirsin. Ma kesekî ku kiryarên DAIŞ’ê ji bîr bike heye gelo, di her gaziyeke zarokeke şehîd e ku dibêje bavê min tu li ku derê yî, ew tên bîra me. Dema zarokên piştî şehadeta bavên xwe ji dayik dibin, DAIŞ tê bîra me. Ji bo vê em ê tu carî van çeteyên di girtîgehên xwe de û hêzên destek dane wan, efû nekin. Yê ku êrîşî herêmên me bike, wê hesabên me mezin bide. Ji bo vê divê ku ev çete li Kobanê werin cezakirin."

'Ezê tola serjêkirina lawê xwe ji DAIŞ’ê bigrim'

Sewlî Hisên ku lawê wê bi rêbazeke hov ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat qetilkirin, wiha behs kir: "Piştî rizgarkirina Kobanê, hêzên me berê xwe dan rizgarkirina bajarokê Sirînê. Kurê min Yilmaz jî beşdarî wê pêngavê bû, heta dawiyê şer kir. Yilmaz ji aliyê DAIŞ’ê ve hat serjêkirin û çeteyan serê wî bi xwe re birin Sirînê. Wê demê min bedena kurê xwe binax kir û li benda serê wî mam. Piştî Sirîn rizgar bû, hevalên wî serê Yilmaz ji min re anîn û me li ber bedena wî spart axê. Rêbazên ku lawê min pê şehîd ketiye, asta hovîtiyê derbas kirin, ji bo vê jî heger ez bikaribim, ez ê bi destên xwe wan çeteyan ceza bikim. Heger tu dewlet çeteyên xwe ji cem me nabe ku em bi salan e wan bi nan û av dikin êdî mafê me yê rewa heye ku em dadgeh bikin. Bi qasî ku min kîn ji DAIŞ’ê girtiye, ez dikarim xwîna wan vexwim da ku kezeba min a şewitî rehet bibe. Piştî vê yekê jî bila temenê min kêliyek jî bimîne tişt nabe lê herî kêm ez dizanim ku min tola Yilmazê xwe rakir."