Jinên KESK’ê: Em ê 1’ê Gulanê li qadan û 14’ê Gulanê li ser sindoqan bin

Meclîsa jinan ya KESK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Emê bi ked û soza xwe di 1’ê Gulanê de li qadan bin û 14’ê Gulanê biçin ser sindoqan.”

Navenda Nûçeyan- Meclîsa jinan a Konfederasyona sendikaya kedkarên civakê (KESK) ber bi 1’ê Gulanê ve der barê rojev û pêvajoya hilbijartinê de daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de diyarkirin ku bi şîn û hêrs wê 1’ê Gulanê pêşwazî bikin û destnîşan kirin ku desthilata AKP-MHP jiyana jinan ji nedîtî ve dihesibînin.

Ji bo jinan bê teminat hîn zêdetir mezin dibe

Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku gel her ku diçe xizan dibe û ev xizanî ji nedîtî ve tê û wiha hate gotin: “Dema em ber bi dawiya 20 salan ve diçin, em dibinin ku li erdê jiyana mirovan û keda wan tu caran heta niha bê nirx nebûye. Xizaniya li welat ji nedîtî ve tên, hilweşînên ku hatî jiyan kirin jêre dibêjin qeder. Aboriya Tirkiye ya ku xirabûye weke mezinbûye propagandaya wê dikin. Erê aboriya welat ji komek sermayedaran re mezin bûye, lê belê em her roja ku diçe hîn zêdetir xizan dibin. Li Tirkiye xizaniya jinan zêde ye û yek ji welatê istihdama jinan ya herî kêm e. Em di halê hazir de newekheviya netewperestiya civakê dorpçê kiriye û bi qeyarana aboriyê re bibe yek di her qadê de bê temînatî kurtir bûye.”

‘Di 1’ê Gulanê de em ê li qadan bin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku desthilata AKP-MHP’ê bi polîtakayên xwe keda jinê tune dihesibînin û wiha dom kir: “Mafê meyê bi ewle xebitînê hema bêje ji holê hatiye rakirin. Desthilata AKP-MHP’ê êrîşên li beramberî gelê me û jinê bi malê ve hepis dike, tu  derfetê hebûna jinê nas nake, bi gotinên muhafazakar û rêk û pêkiyan newekheviya netewperestiya civakê kur kiriye. Bloga desthilata AKP-MHP ku bi herdû erdehejan re dibin kavilan de ma, di hilbijartinan de weke xwe dijminê xweza, jin û LGBTİ+ye û HUDAPAR û cardin bi Refahê amadekarî dike. Destkeftiyên jinan ên ku bi salan têkoşînkirî û bi dest xistî, ji bo ji holê rakin hewil didin bi bazaran dengan kom bikin.

Di kampanya hilbijartinê ya desthilatê de perwedeya têkel ji zorê derxistin, ji holê rakirina zagona 6284 ya pêşîlêgirtin tundîtûjiya berameberî jinê ji holê rakin û qedexekirina weqfên LGBTİ+ yan jî heye. Neoliberalizm û muhafazakariya çandî bilindkirin, di neteweperstyê de israr kirin, hegomonya cemaat û tarîqatan bi hêzkirin, li dijî polîtakayên ku tenê mafê jiyanê ji jinan re ferz dike, em gotinên xwe bêjin, têkoşîna xwe bikin, ji bo em bêjin em hene di roja 1’ê Gulanê roja yekitî, piştevanî û têkoşînê de li qadan, di 14’ê Gulanê de ji bo ji vê desthilata yek, netewperest, nijadperest re bêjin bese em ê biçin ser sindoqan. 1’ê Gulanê li qadan û 14’ê Gulanê emê biçin ser sindoqan!”