Parlamenterên PE’yê xwestin çekên kîmyewî bên lêkolînkirin
Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku der barê êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî de demildest lêkolîn bikin.
Navenda Nûçeyan – Endamên ji komên cuda yên Parlamentoya Ewropayê (PE) nêzî 50 palamenteran gotin: “Pêwîstî pê heye ku îdiayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma başûrê Kurdistanê, bi rengekî lezgîn bê lêkolînkirin” û name ji OPCW re şandin.
Endamên PE'yê dîmenên piştî êrîşên dewleta Tirk, lêkolînên rojnamevanan ên li Başûrê Kurdistanê, lêkolînên Rêxistina Doktorên Serbixwe ya ji bo Pêşîlêgritina li Şerê Nukleerî (IPPNW) û mikurhatina rayedarên dewleta Tirk ên li ser bikaranîna gaza çavan dişewitîne, pêşkêşî OPCW’ê kirin.
‘Divê were lêkolînkirin’
Di nameya ku ji OPCW re şandin de wiha hat gotin:
“Em weke endamên Parlamentoya Ewropayê, îdiayên cihê baweriyê yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma Kurdistanê ya Iraqê û nekirina lêpirsîneke serbixwe me dixe nava tirs û fikarên mezin. Peymana Çekên Kîmyewî, bi taybetî li gorî ku di malpera we de cih digire, ji sedî 98 ê cîhanê -çar welat ne di nav de' di bin parastina vê peymanê de ye ku ev yek destkeftiyeke girîng e. Lê belê tecrubeya Kurdan nîşan dide ku çarçoveya ji sedî 98 jî gerdûnî nîne. Parastin bi wê yekê ve girêdayî ye ku divê dewleteke we hebe, ji bo bi navê we biaxive. Kurd xwedî dewlet nîn in ku daxwazeke bi vî rengî bikin.
Pêwîstî û şert daxwaza dewleteke ruhê bingehîn ê vê peymanê binpê dike, gerdûnîbûyîna wê ku gelekî girîng e înkar dike û ji bo afirandina cîhana ji çekên kîmyewî dûr, hewldanan asteng dike.
‘Rapor hene’
Artêşa Tirk bi xwe qebûl dike ku di şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bi taybetî li Bakurê Iraqê gazên çavan dişewitîne bi kar tîne ku ev gaz bi peymanê hatiye qedexekirin. Rojnamevanên ku piştî êrîşên kîmyewî yên bombebarana Tirk bi sivîlên xwecihî re axivîn ku îdia dikirin semptom bi wan re çêbûye, raporên bi fikar weşandin. Dîmenê wisan hene ku nîşan didin, leşkerên Tirk xortûman dixin nava tunelên ku şervanên PKK'ê tê de bûn. Her wiha dîmen hene ku nîşan didin 2 gerîlayên Kurd êşa mirinê dikşînin.
‘Belge hene’
Van dîmenên dawî Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk Prof. Şebnem Korûr Fîncanci îqna kir ku xwest mijar bi rengekî serbixwe bê lêkolînkirin lê belê dema ku ev yek anî ziman hat girtin û vê yekê jî nîşan da ku Tirkiye xwedî hin tirsan e pêwîstiyê bi veşartinê dibîne. Her wiha delîlên di asta duyemîn de jî hene yên weke konteynirên kîmyewî û qutiya maskeya gazê. Dema ku ev dane hatin komkirin, Rêxistina Doktoran a Serbixwe ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) têrker dît ku banga lêpirsîneke serbixwe bike. Wan bi xwe hewl dan komîsyoneke lêpirsînê bimeşînin lê belê dema xwestin biçin herêmê û bi sivîlên ketin bin bandora mijarê hevdîtinê bikin, hatin astengkirin.
‘Divê demildest were lêkolînkirin’
Daneyên ku me li jorê bi bîr xistin ji bo we gelekî naskirî ne lewma jî divê hûn bizanibin ku pêwîstiya bi lêpirsîneke serbixwe ya li herêmê bi lezgînî heye. Bêguman em nikarin encama lêpirsîneke bi vî rengî texmîn bikin lê belê ger nîşan bide ku Tirkiyeyê bi rastî jî çekên kîmyewî bi kar aniye, wê demê ev yek wê bibe gava destpêkê ya girîng a ji bo rizgarkirina ji çekên kîmyewî. Em weke nûnerên Ewropayê yên hilbijartî ji bo xwe weke erkekê dibînin ku vê rewşa metirsîdar destnîşan bikin û ji bo lêkolînkirineke rast a li ser mijarê çi ji destên me bê em ê bikin."