Jinên kêmderfet dê bi projeyên aborî bên bihêzkirin
Jinên ku li taxên kenar ên Qahîreyê dijîn, gelek zêde ji qeyranê bi bandor dibin. Weqfa Pêşketina Civakî ya Helwan ji bo derbaskirina vê rewşê projeyên ku dê jinan bi awayekî pîşeyî perwerde bike û di nava xebatê de bikeve pratîkê bi pêş dixe.
ASMAA FATIHÎ
Qahîre- Jinên ku berdêla qeyranên aborî, civakî û siyasî ji wan tê girtin, ji ber felaketên di van demên dawî de rû dane rojên dijwar derbas dikin. Di pêvajoya şewba Covîd-19 de tundiya li dijî jinan zêde bû, bi gelemperî di karesatên xwezayî yên wekî erdhej û lehiyê de yên ku barê herî giran dikeve ser milên wan jin in. Li cîhanê her ku qeyrana aborî kûrtir dibe, jin li riyên derketina ji vê qeyranê digerin. Bi taybetî rêxistin û komên jinan projeyan amade dikin û perwerdeya pîşeyî didin jinan.
‘Berpirsyariyên jinan giran in’
Nûnera Weqfa Pêşketina Civakî ya Helwan (Beşayer) Sabah Al-Sayed diyar kir ku qeyranên cîhanî û herêmî bandoreke mezin li jiyana jinan dikin û wiha axivî: “Di rewşên qeyranê de jin hin berpirsyariyan digrin. Bi gelemperî di hişê jinan de ji temenek piçûk ve hin fikir hatine bicih irin. Jin ‘ji bo başiya malbatê’ hin berpirsyarî û têgehên weke tehemulkirina hinek pirsgirêkan û barên giran digrin ser milên xwe. Ji ber ku mafên xwe yên şexsî nizanin, dikarin ji bo kesên derdora xwe jiyana xwe feda bikin.”
'Qeyrana aborî tundiyê zêde kir'
Sabah Al-Sayed bal kişand ser tiştên jinên li gund û gundewarên Misirê dijîn, axaftina xwe wiha domand: “Jinên li Misirê û gundewarên wî di rewşeke xirab de ne. Qeyranên heyî zêdetir bandorê li jinên bi taybetî li gund û deverên xizan ên welat dike. Ji ber ku jin barê malbatê hildigrin, di rewşên qeyrana aborî de jin xwe berpirsyar dibînin. Di vê pêvajoyê de hewl didin debara malbatê dabîn bikin û dema ku dabîn nakin pirsgirêkên cidî yên derûnî dijîn. Di raporan de jî diyar bû ku ji ber qeyrana aborî tundiya li ser jinan zêde dibe. Em bi dîmenên ku gihîştine asta qetlîama jinan re rû bi rû ne.”
'Em hewl didin çareseriyên alternatîf bibînin’
Sabah Al-Sayed diyar kir ku rêxistinên sivîl, sazî û kesayet ji bo parastina jinan ji qeyranan hin xebatan didin meşandin û got: “Jinên Misirê bi taybetî ji ber şewba Koronayê, guherîna avhewayê û lehiyên vê dawiyê rabûne, bi gelek pirsgirêkên girîng re rû bi rû man. Ji bo vê jî bi taybetî piştgiriya derûnî û hiqûqî ji jinan re hat pêşkêşkirin. Jin ji bo bi awayekî ekolojîk bên bihêzkirin jî ji projeyan re girîngî hat dayîn. Em hewl didin ji bo jinan çareseriyên alternatîf hilberînin.”
'Jin di dîtina kar de zehmetiyan dijîn’
Sabah Al-Sayed bal kişand ser encamên erdhejê ku bandorê li Tirkiye û Sûriyeyê dikin û wiha got: “Karasetek mezin qewimî. Binesazî û avahî bi temamî hilweşiyan. Hejmarak zêde mirovan jiyana xwe ji dest dan. Em dibînin ku jin ji bo malbatên xwe ji nû ve kom bikin çawa têdikoşin. Wekî mînak, Helwana herêma banliyona Herêma Başûr a bajara Qahîreya Misirê, nêzî 33 taxên li kenarên bajar hene û karesatên xwezayî bandorek mezin li wan cihan dike. Em dibînin ku di van salên dawî de ji ber qeyranên heyî jiyan ketiye rewşeke wisa ku nayê jiyîn. Hejmara jinên ku li kar digerin zêde dibe. Lê ji ber ku asta wan a perwerdeyê kêm e, jin di dîtina kar de zehmetiyan dikşînin.”
‘Ji bo jinan dê perwerdeya pîşeyî bê dayîn’
Sebah Al-Sayed destnîşan kir ku Weqfa Pêşketina Civakî ya Helwan ji bo jinên di komên kêmderfet de cih digre, giraniyê dide projeya bihêzkirina aborî û da zanîn ku hunerên destan jî di nav de dê ji jinan re perwerdeya pîşeyî bê dayîn. Sabah Al-Sayed destnîşan kir ku ji bo zêdebûna hilberînên jinan jî dê bazarkirin bi riya fuaran bê kirin.