Jinên ji Yakawlangê behsa komkujiya Talîbanê kirin

Jinanli ser komkujiya ku Talîbanan di şevekê de li herêma Yakawlang a Afganîstanê 300 ciwan qetil kirin qal kirin û ji komkujiyê çawa rizgar bûne vegotin.

BAHARAN LAHÎB

Kabul – Li Yakawlang a navçeya herî mezin a parêzgeha Bamyan a Afganîstanê, Talîbanan di sala 1979 de zêdetirî 300 xort qetil kirin. Di vê qetlîama ku ji bo di nav gel de dubendiyek olî û etnîkî bê çêkirin de hemû kesên hatin qetilkirin misilmanên şîe bûn.

Piştî qetlîamê Talîbanê jin û zarok neçar kirin ku malên xwe terk bikin û di rê de gelek zarok ji serma û birçîna mirin. Jinên Yakawlang ên ku bertek nîşanî jinûve desteserkirina desthilatdariya Talîbanê ya ji qetlîama ku hatin jiyîn dan, qala komkujiyê kirin.

'Talîban hatin gundê me û hemû zilamên ku kom kiribûn kuştin'

AF yek ji kesên ji vê qetlîama ku ji teref Talîbanê ve hat rizgarkirin e, ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navên wan bên bikaranîn. AF diyar kir ku beriya qetlîamê demeke kin zewiciye û tenê 18 salî ye û wiha got:

"Talîban hatin gundê me û 3 birayên min hemû mêr li hev kom kirin. Kesên ku kom kiribûn hemû komkujî kirin. Ez û hin kesan xwe di embareke gund de veşartibûn. Hinekan digotin ew cotkar in, tu eleqeya wan bi mijarê nîn e. Lê Talîbanan ev kes jî gulebaran kirin, em tevahiya rojê di embarê de veşartibûn û me nedîtin.”

'Dema em reviyan me gelek cenaze li ser rê dîtin'

DS (50) diyar kir ku ji bo ji komkujiyê xilas bibin bi malbata xwe re xwe di bin berfê de vedişêrin û wiha got: “Talîban li her derê li mêran digeriyan û em karîbûn ji destê wan birevin. Pir sar bû û me ji bo jiyana xwe şer dikir. Dema em direvin me gelek cenaze li ser rê dîtin. Di dawiyê de, em gihîştin cihê ku divê em biçin û bi vî awayî me karî xwe ji komkujiya Talîbanê dûr bixin."

'Nehiştin cenaze ji erdê bên rakirin'

Ji jinên ji komkujiyê rizgar bûne SK jî wiha got: “Wê şevê berf zêde bariya û avêtin ser mala me. Bavê min li mal bû, pîr û nexweş bû. Li mala me geriyan û ji bavê min pirsîn, ma lawê te tune? Wan diyar kir ku bavê min derewan dike û li wan xistin. Bi rastî birayê me tunebû. Paşê ji malê derketin. Ez bi xwişk, dê û bavê xwe re li malê dimam. Serê sibê em hîn bûn ku hemû ciwanên me hatine qetilkirin. Hin ji ciwanan karîbûn birevin, lê yên ku nekarîn birevin anîn taxekê û qetil kirin. Rojeke xedar bû. Malbatan jî destûr nedan ku cenazeyên hezkiriyên xwe rakin. Piştî sê rojan cenaze hatin definkirin.”