Jinên ji Mexmûrê: Me serî netewand, em ê netewînin

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê qala berxwedana xwe ya 16 rojên dorpêçê kirin û êrîşê li ser Şengal û Rojava şermezar kirin, piştevaniya xwe ji bo wan diyar kirin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmurê bi têl, kûle û xendekan dorpêç bike. Li hemberî helwesta artêşa Iraqê gelê wargeha Mexmûrê bi helwestek bi biryar rawestiyan.

Gelê wargehê ji mezinan heta biçûkan, ji jin, dayik û ciwanan bigre heya kal û pîrên 90 salî  bi hêz û îradeya berxwedana 30 salan li hemberî artêşa Iraq, çek û makîneyên zirxî bê tirs rawestiyan. Car caran bi dirûşmên xwe, carna bi stran, tilîlî, govendên xwe û carna jî bi kevirên xwe li hemberî êrîşên hikumeta Iraqê rawestiyan. Bi taybet jî jin, zarok û ciwanên wargehê. Di destê wan de tenê berxwedanî hebû. Jinên wargehê mohra xwe li vê berxwedanê dan. Sekna xwe ya berxwedêr nîşanî hikumeta Iraqê dan. Bi destên xwe yên ku bi qasî 30 salan e hemu ked û berxwedana wargeha Mexmûrê di wan de diyar dibin, xendekên ku hikumeta Iraqê kolane bi axê dagirtin. Ev berxwedanî bû mînak ji hemu cîhanê re û bû sedem ku hikumeta Iraqê xwe paşve bikşîne. Wargeha Mexmûrê careke din bi berxwedaniya xwe navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsand.

Jinên Wargeha Mexmûrê yên ku bi destên xwe xendekên hikumeta Iraqê bi axê dagirtine qala berxwedana 16 rojên dorpêçê kirin û çavkaniya hêza xwe anîn ziman.

'Divê em heta dawî mafên xwe biparêzin'

Kerîman Kanat diyar kir ku dewleta Tirk ji bo gelê Kurd tune bike êrîşên herî qirêj li ser wan pêk tîne û wiha got: "Dibêjin bila Kurd nebin, bila ne nasnameya wan hebe, ne zimanê wan hebe. Gelê Kurd jî li hemberî vê li ber xwe dide, bi hebûna xwe û bi rêxistina xwe mafên xwe diparêze. Gelê Kurd jî dibêje em jî wek hemû gelên Rojhilata Navîn divê mafên xwe biparêzin, nasnameya xwe biparêzin, axa xwe û gelê xwe biparêzin. Dewleta Tirk ev çend sal in bênavber êrîşî me Kurdan dike, hem Rojava hem Başûr, hem li Silêmanî hem jî Şengalê. Tevî her tiştî jî em li hemberî kesê serî natewînin."

'Berxwedaniyek serbilind û bi coş bû'

Kerîman Kanat da diyarkirin ku wan heta niha li hemberî dewleta Tirk serî netewandine ew li hemberî Iraqê jî natewînin û got: "Me li wargeha Mexmûrê berxwedaniyek da meşandin, berxwedanek bi serbilindî û coş bû li hemberî tank û topên dewleta Iraqê. Em bi tu şêweyan qebûl nakin, ev 30-35 sal in em li ser axa Iraqê bi cih bûne. Em naxwazin navbera me û Iraqê nexweş be, em naxwazin dilê me ji hev bimîne. Divê Iraq neyê lîstoka Erdoxan, dewleta Tirk û PDK’ê. Ev 30 sal in em bi hev re dijîn, ne me zererek daye wan ne jî wan daye me, ji bo wê em dixwazin bi vî şeklî berdewam bikin. Em hêvîdar in Iraq jî li ser erk û berpirsyariyên xwe bisekine û me neke nav lîstokên Erdoxan û PDK’ê."

'Em wargehek penaberên siyasî ne'

Kerîman Kanat destnîşan kir ku ew tu caran bêmafiyê qebûl nakin û got: "Em jî wek gelek welatparêz, wek kampek penaber, siyasî ne ne wek kampek din ên ku li dewletên din, dibe bi sedan kamp hebin lê em kampeke siyasî ne, rêxistinkirî ne. Me kampek sergirtî wek zindanan nebe, em bi tu şêweyan qebûl nakin. Ew berxwedana ku me di wargehê de kir, me ax da riya wan, me riya wan girtî bê xwestin em ê wê berxwedanê hîn zêdetir jî bikin. Em ê wê berxwedanê bi serbixin, heta ku ji destê me tê emê berxwedanê bikin û bi hêz bikin. Ne ku dewleta Iraqê be, dewleta Tirk be, PDK be û çi dewleta be em ê li ber xwe bidin û çok netewînin. Ger me zilmê û neheqî qebûl kiriba em ne dihatin vê derê."

‘Bes e êdî em xwînê birijînin'  

Kerîman Kanat di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd kir ku hemû rabin ser lingan û berdewam kir: "Divê berxwedanê de hemû cîhan rabû ser lingan, ne Memûr tenê rabû. Ji Şengalê bigre, Rojava, Bakur û Silêmanî bigre ji bo me berxwedaniyek herî mezin bû. Me nizanibû ka germ e, tav e me ew tişt ne hizirîn, me got em nahêlin êrîş me bike, derdora me kûle û têl danin. Me ew berxwedaniya xwe bi ser xist. Bangawaziya min ji gelê Kurd heye ku rabin ser lingan. Êrîşekî pir qirêj li ser me heye, hem li qadên Medya, li Rojava. Rojane Rojava didin ber tank û topan, êrîşekî hovane li ser Rojava heye. Bangawaziya me li hemû gelê Kurd e yê ku dibêje namûs û şerefa min heye bila rabe ser xwe û vê komkujiyê qebûl neke. Em Kurd hemu yek in, bila nebêjin li Rojava dan an Şengal, Mexmûr û Silêmanî dan em hemû parçeyek in. Bila hemû Kurd rabin ser lingan, bila em bes xwînê birijînin, bila bes ciwanên me, keçên me bên şehîdkirin."

‘Em xwe diparêzin’

Gulê Ozek diyar kir ku li ruxmê ku hikumeta Iraqê dizanibû Mexmûr wargeheke penaberan e jî êrîş bir ser wan de û got: "Me heta niha li hemberî hikumeta Iraqê şer nekiriye lê ji ber ku ew bi dewleta Tirk û PDK'ê re girêdayî ne dixwazin êrîş li ser me pêk bînin. Tiştek kirêt e, ew dewleteke ku nikare xwe biparêze bêje ku ev penaber in ev çend sal in li vê derê ne, me tu êş ji wan ne girtiye. Bila Iraq dev ji van polîtîkayên xwe berde, dewleta Tirk dibêje Iraqê êrîş bibe ser wargehê, PDK ji bi vê yekê ve girêdayî ye. Hemû cîhan dibîne ku heta Iraq bixwe jî di nav me de ye, li gel me ye em bi hev re ne. Iraq bi xwe dibîne ku çi hêz di nava me de ye, em hemû pîr in, kal in, zarok in ango ne mirovên şer in. Em tenê xwe diparêzin, em dibêjin bila hemû dewlet destên xwe daynin ser wijdana xwe."

'Me bi destên xwe axê avêt nava xendekan'

Gulê Ozek qala berxwedaniya 16 rojan kir ku wan çawa bi destên xwe xendekên hatin kolan bi axê dagirtine û got: "Ew roja ku hikumeta Iraqê bi ser me ve hat, em pîr, kal û zarok bi hev re bûn ma di destê me de çek hebûn? Wan bi xwe dîtin. Hatin kûle danin. Me kon danîn li hemberî wê tozê, wê gemarê, toz bû, gemar bû, qirêj bû. Me malên xwe berdan û em çûn li bin wan çadiran rûniştin. Ma nedîtin qey em zarok, kal û dayik bûn? Me bi destên xwe ax di avêt xendekan da ku vê tiştê neke, kûleyan danneyin."

'Dewleta Tirk her roj gefan li Rojava dixwe'

Gulê Ozek di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Şengal û Rojava û got: "Piraniya xwe nexweş in, nikarin biçin nexweşxaneyê, di nexweşxaneyên me de jî derman nîn e. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, derman nîn e li wargehê. Derî li ser me digrin ev yek çênabe, em bang li tevayî dewletan dikin ku van pêkanînan li ser wargehê rawestînin. Dikarin bikin lê nakin. Dewleta Tirk her roj li Rojava dide, niha jî gefa li Rojava dixwe. Em wek dayikên vê derê heta dawî li pişt Şengal, Rojava û li her erdê ku em lê ne zilm tê kirin em li pişt wan in."

'Bila Iraq jî bi bertek rabe'

Gulê Ozek erk û berpirsyariyên NY’yê yên li hemberî wan anî ziman û got: "Ew roja ku Iraqê zext li ser me kirî, NY hat wargehê û çawa hatibin jî wisa çûn. Negotin çi li we hat, çima wisa li we dikin. Ji hikumeta Iraqê re negotin çima wisa dikî, ev penaber in. NY jî ji bo me tiştek nake. Ger ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin, pêwîst e biparêzin. Em vê bangawaziyê li dewletan dikin û em dibêjin bila Iraq jî bi bertek rabe."

'Me ji Rêberê xwe hêzê girt'

Gulê Ozek qala çavkaniya xwe ya ku di berxwedanê de ku hêz jê digirtin kir û got: "Me di wan çadiran de, ew toz, gemar û axa ku bi ser me de dibariya li ber xwe da, qet me guhê xwe neda wan. Hêz û moralê me bilind bû ango tirsek bi me re çênebû. Em dayik, zarok û kal tev li wir bûn, hêza berxwedanê rêberê me û gerîlayên me dane me û me bi wê hêzê berxwedana xwe berdewam dikin. Kur û keçên me her roj li çiyayên Kurdistanê sing bi sing li hemberî dewleta Tirk berxwedana xwe didomînin. Li hemberî top, balafir û kîmyabaranê xwe digrin, me hêz ji wan girt û hêz ji felsefeya Rêber APO, bîr û baweriya partiya xwe girt."