Jinên ji herêmên dagirkirî: Meclisa Jinan îradeya jinan diparêze

Jinên ji Idlibê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de teqez kirin ku çalakiyên Encumena Jinan a Sûriyeyê dê parastina hebûn û îradeya jinên Sûriyeyî misoger bike.

FÎDAN EBDULLAH

Heleb- Kongre panel û werşeyên kar ên ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê organîze dike dihêle ku zanebûn û çanda jinan bi pêş bikeve.

Henaa Kerdûş ji bajarê Idlibê yê dagirkirî ye beşdarî Kongreya Duyemîn a Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya di 20’ê Gulanê de hatibû lidarxistin bibû got ku rewşa jinan li Idlibê piştî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê tevlihev bûye, jin ji mafê xwe yê jiyanê bêpar in û mîna di zindanê de bin dijîn.

‘Li herêmên dagirkirî rola jinan tune ye’

Her wiha diyar kir ku di hemû şerên cîhanê û Rojhilata Navîn de jin ji ber êrişên li ser wan beşên herî lawaz in û ji aliyê mêran ve tên îstîsmarkirin û got: "Zextên aborî, civakî û kiryarên tund ên li ser jinên Sûriyeyî li Idlibê û herêmên din ên dagirkirî tên ferzkirin kiryarên ne mirovî û derexlaqî ne, rola jinan tune ye û nikarin nêrîna xwe parve bikin her wiha rastî hemû cureyên zilm û binpêkirinan tên."

‘Ev der xaka me ye’

Cemîla Xeşan a ji Idliba dagirkirî jî diyar kir ku ew li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî rastî gelek zehmetî û azaran tên û got: "Ev xaka me ye lê bûyerên ku li lê diqewimin û tiştên ku tên serê şêniyên wê wisa kiriye ku em nikarin lê rehet bijîn û gelek tişt ji me re xerîb tên.”

Cemîla Xeşan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di hemû serdeman de desthilatdarî û desthlilatdariya zilam hişt ku jin di civakê de lawaz bin, dewleta Tirk niha vê yekê dike."

Her wiha teqez kir ku kongre, panel û werşeyên kar ên Meclisa Jinan a Sûriyeyê li dar dixin zanebûn û çanda jinan bi pêş dixin û kesayeta wan ava dikin.

Cemîla Xeşan bang li jinên Sûriyeyî yên li herêmên dagirkirî kir ku bi destên hev bigrin, xwe bispêrin hev û li hemberî hemû zehmetî û astengiyan têbikoşin.